Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê, doh bi şev careke din bi droneyan êriş li ser Qada Gazê ya Kormorê hate kirin.
Hate ragihandin ku ji ber êrişê xisareke mezin a madî bûye û hilberîna gazê li qadê û firotina wê hatiye rawestandin.
Li gorî agahiyan, ji ber êrişê tiştek bi kesî nehat û beşa hilberîna LPG’ê ya li qadê bû hedef.
Li Herêma Kurdistanê elektrîk qut bû. Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê piştre bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrişê windahiyek elektrîkê ya ji 2800 mgW rû da.

