Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê beriya civîna bilind a avhewayê ya COP31 daxuyanî da û got, krîza ekolojîk ji ber têkiliyên hilberîn û mezaxtinê yên sîstema kapîtalîst e. KCK’ê li dijî krîza avhewayê banga xurtkirina têkoşîna ekolojiyê ya civakî kir.
Ji Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çite diyar kir ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re li Kurdistanê projeyên maden, JES û GES’ê zêde bûne û got, hilweşîna ekolojîk li dijî avaniya civakî ye.
Ji Egîtîm-Senê Duygu Ozbay anî ziman ku Sîstema Ezmûnê ya Nivîskî ya Hevpar mamosteyan pasîf dike û destnîşan kir ku heta pirsgirêkên perwerdeya bi zimanê dayikê û xizaniyê neyên çareserkirin ezmûnên navendî yên heyî newekheviyê kûrtir dike.
Şaristan êdî ne li gel min e, lê belê wêrekiya wê di nava rehê min de ye, armancên wê di rêgeha min de ye. Dema diçim Geverê ne tenê diçim erdnîgariyekê; diçim ji bo temamkirina çîroka wê yan nîvcomayî, pêşvebirina wê rêya wê ya bi rûmet.

