Li herêmên Krasnodar û Stavropolê yên Rûsyayê bi boneya Roja Yekîtiya Gelan, çalakiyên çandî bi beşdariya nûnerên neteweyên cuda hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de, Kurdan bi pêşkêşkirina stran, govend, xwarin û pêşangehên çandî, rê û resmên xwe nîşanî gelên li Rûsyayê dan.
KRASNODAR
Li bajarê Krasnodarê yê li herêma Krasnodarê, li Dibistana Navîn a Hejmara 102, çalakiyeke çandî bi beşdariya nûnerên neteweyên cuda hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de, koma hunerî Koma Jiyan li ser navê gelê Kurd derket ser dikê û bi pêşkêşkirina berhemên hunerî çanda Kurdî nîşanî beşdaran da. Her wiha nûnerên Kurd bi pêşkêşkirina xwarinên neteweyî û govendê beşdarî çalakiyê bûn.
STAVRAPOL
Li gundê Razdolnaya yê li herêma Stavropolê, li navenda çandê ya gund, koma hunerî Koma Kulilkên Rojê û hunermend Evîn Ehmedova nûnertiya gelê Kurd kirin. Evîn Ehmedova bi zimanê Rûsî stranek pêşkêş kir û bi dengê xwe temaşevan kêfxweş kir. Di dema performansa wê de temaşevan bi alayên neteweyî piştgirî dan wê. Her wiha Koma Kulilkên Rojê bi pêşkêşkirina govendê folklorî çand û kevneşopiyên Kurdî nîşanî beşdaran da.
Li navenda navçeya Novoaleksandrovskê ya herêma Stavrapolê jî li Mala Çandê ya navçeyê, pîrozbahiyên Roja Yekîtiya Gelan bi beşdariya nûnerên gelek neteweyan hatin lidarxistin.
Nûnerên gelê Kurd ên vê navçeyê bi cil û bergên Kurdî, al, amûrên muzîkê, xwarinên neteweyî û nexşên Kurdî beşdarî pêşangeha çandî bûn. Wêneyê Rêber Apo jî di nav pêşangehê de cih girt.
Di beşa bernameya hunerî de jî nûnerên neteweyên cuda cil û bergên xwe yên neteweyî, bi ziman û folklora xwe stran û dîlan pêşkêşî beşdaran kirin.

