Li Bangladeşê bi hezaran karkerên ku di sektora tekstîlê de dixebitin, ji bo zêdekirina mûçeyan li paytext Dakkayê her roj xwepêşandanên protestoyî lidar dixin. Çalakî roja Şemiyê destpê kirin. Çalakî di demeke welê de pêk hatin ku bilindbûna buhayê enerjiya kûreyî û şert û mercên jiyana enflasyona bilind a li welêt, giran bûne.
Komîteya ku ji aliyê hikûmetê ve hatî avakirin û karsazên di sektora tekstîlê de û nûnerên karkeran anî ba hev, roja Çarşemê civîn lidar xist û têkildarî zêdekirina mûçeyê kêmtirîn li hev kir. Rêjeya mûçeyê kêmtirîn wê di meha Kanûnê de were diyarkirin û ji meha Çileyê û şûnde bikeve meriyetê.
Nûnerê Yekîtiya Firoşkaran û Hilberînerên Tekstîlê ya Bangladeşê (BGMEA) ABM Shamsuddîn piştî civînê daxuyanî da û got, “Karker ji bo mûçeyên xwe yên hatine revîzekirin di meha Çileyê bistînin, em ê di meha Kanûnê de xebatên xwe temam bikin.” Nûnerê Karkeran Babul Akter jî piştrast kir ku têkildarî zêdekirina mûçeyê li hev kirine.
Karkerên tekstîlê dixwazin ku mûçeyê kêmtirîn mehane ji 12 hezar û 500 taka (Nêzî 90 euro) bibe 33 hezar taka (Nêzî 220 euro). Karker diyar dikin ku ji sedî 140 zêdebûna mûçeyê kêmtirîn ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwe yên esas pêwîst e.

