Komkujiya jinan, mirinên bi guman û polîtîkayên bêcezahiştinê bi dewamî gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe. Çîroka wan jinan ku li tundiyê rast hatin û li gel daxwaza parastinê jî nehatin parastin, pirsgirêkên avanî yên li pişt tundiya mêr careke din radixe pêş çavan.
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Zîlan Esen li ser vê mijarê ji ANF’ê re axivî.
Zîlan Een diyar kir ku komkujiyên jinan û mirina bi guman a jinan bûyerên wê kêliyê yan jî ‘munferît’ nîne û destnîşan kir ku li pişt van kuştinan tundiyeke bi rêk û pêk û polîtîk heye ku hêz û rewatiya xwe ji sîstema serweriya mêr werdigire.
Zîlan Esen got, “Sedema esasî ya li pişt komkujiyên jinan newekheviya zayendî ya civakî heye ku serwerî û zexta mêr a li dijî jinê weke mafekî xwezayî dibîne. Rolên zayendî yên civakî yên kevneşop ku ji aliyê mekanîzmayên siyasî, çandî û civakî ve timî tê hilberandin, jinan di asta duyemîn de asê dikin. Îradeya jinan a ji bo gotin û biryara li ser jiyana xwe, ji aliyê sîstema bi serweriya mêr ve weke gefek li ser ‘desthilatdariya’ mêr tê fêhmkirin û zemînê dide tundiyê.”
Di dewama axaftina xwe de Zîlan Esen anî ziman ku kiryar ji polîtîkaya bêcezahiştinê ya bi rêk û pêk hêzê werdigirin û got, “Kiryarek dema diçe qereqolê, zane ku wê ji deriyê pişt bê berdan, biryarên parastinê li ser kaxizê dimîne, kuştina herî giran bike jî eger ‘qatekî li xwe bike û serê xwe bitewîne’ wê dadgeh cezayê wî daxîne, yan jî dikare bi îdîaya ‘namûsê/sorkirina neheqî’ kare xwe biparêze. Em vê yekê di dosyayên têkildarî kuştina jinan zanin.”
Zîlan Esen destnîşan kir ku di vê serdemê de xala herî xurt û esasî ya ku tundiyê xwedî dike çanda bêcezahiştinê û bikarneanîna mekanîzmayên qanûnî ye.
‘ASTENGIYÊN LI KURDISTANÊ
Zîlan Esen ragihand ku binpêkirina mafê jiyanê û tundiya li hemberî jinê li seranserê welêt bi pratîkên bi heman rengî ıyên bêcezahiştinê tê dîtin, lê belê li Kurdistanê rewşeke cuda heye û bi van herdu mînakan vegot:
“Astengiya herî mezin a jinên ku tundiyê dibînin xwe bigihînin edaletê, nebûna xizmeta bi zimanê dayikê ya li saziyan e. Fatma Altinmakas ku li mûşê ji bo giliyê êrişa lê hatiye kirin çû qereqolê, ji ber ku bi Tirkî nizane û li wê derê tercûmanê bi Kurdî nebû, nekarî derdê xwe bibêje.
Ya duyemîn jî ew e ku di bûyeran de kiryar bi sifetê leşker, polîs an jî çawişê pispor derdikevin holê. Di van bûyeran de baweriya bêcezahiştina kiryaran dike ku zextê li ser mexdûran çêbike. Di pêvajoya li Êlihê de ku Îpek Er jiyana xwe ji dest da, payeya kiryar Mûsa Orhan li pêşiya darizandina wî bû mertalek û biryara darizandina bêyî girtîbûnê hate dayin, vê yekê zemîn amade kir ku cezayê lê hate birîn bê kêmkirin.”
‘JIN NE TENÊ QURBANÎ NE’
Zîlan Esen diyar kir ku li aliyê din li qada cemaweriyê û medyayê jin timî bi nûçeyên tundî, neheqî yan jî komkujiyan têne nîşandan, ev yek jî bêyî hay jê hebe jinê timî di asta ‘qurban’bûyînê de asê dike.
Zîlan Esen destnîşan kir ku sîstema bi serweriya mêr bi tenêhiştin, parçekirin û dervehiştina jinê ya li jiyanê hebûna xwe diparêze û anî ziman ku jin bi kooperatîfan, komele, meclîsa taxan û qadên jiyana hevpar li dijî vê ferasetê rêxistinbûneke civakî ya alternatîf diafirînin.
Bi dewamî Zîlan Esen got, “Dema ku jiyaneke nû hate avakirin, tenê têkoşîna li dijî sîstema li derve divê têrê neke, em neçar in ku di nava xwe de li hemberî wan kodên mêr ên sedsalan têkoşîneke bênavber bimeşînin. Divê em bi rengekî hesas tevbigerin ku heman kodên dişibin zîhniyeta bi serweriya mêr ên ku têne rexnekirin di torên me yê piştevaniyê de jinûve neyên hilberandin. Dîtina van pratîkên bi pîvan, pêkanîna veguherîna navxweyî wê bike ku alternatîfek, civakîbûneke wekhev bê afirandin.”
Zîlan Esen destnîşan kir ku ji bo jin karibin mafê xwe yê jiyanê garantî bikin, ji hiqûqnasan heta bi rêxistinên jinan, ji rêveberiyên xwecihî heta bi civakê divê her kes bi berpirsyariyê rabe, piştevaniya navbera rêxistinên jinan bê mezinkirin.
‘PIŞTEVANIYA CIVAKÎ GIRÎNG E’
Parêzer Zîlan Esen ragihand ku li gel berpirsyariya saziyî piştevaniya civakî jî diyarker e û anî ziman ku dîtina tundiyê weke meseleya ‘nava malbatê’ û bêdengiya civakê ji astengiyên li pêşiya rawestandina komkujiya jinan e.
Zîlan Esen got, “Berpirsyariya herî mezin a civakê ew e ku bi xemsarî tevnegere, li her malê, li kolanan, li taxê hişmendiya piştevaniya kolektîf biafirîne. Ev berpirsyarî ne tenê gilîkirina tundiya li nava malbatê ye; li dijî mekanîzmayên kontrolkirina serweriya mêr a li taxê, kargeh û nava malê nîşandana helwestê ye.”
Zîlan Esen diyar kir ku ji zimanê rojane heta bi kincê jin li xwe dike, heta bi biryara cihêbûnê û destwerdana li rêbaza jiyanê, têkoşîna li hemberî pratîkên zordar gelekî girîng e û got, “Heta ku jin weke kesayeteke wekhev û azad neyê qebûlkirin ku li ser jiyana xwe dikare biryarê bide û zîhniyetekî ku bê merc hurmetê nîşanî vî mafê dide neyê afirandin, nepêkan e ku çirava ku tundiyê xwedî dike bê ziwakirin.”

