Li Fransayê xwendekar ji nû ve dikevin nava liv û tevgerê. Yekîtiya Xwendekarên Neteweyî ya Fransayê (UNEF) di daxuyaniya li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê de ji bo 3’yê Mijdarê li zanîngehan banga çalakî û boykotê kir.
UNEF’ê bang li xwendekaran kir ku 3’yê Mijdarê beşdarî desteya giştî bibin û zanîngehan bloke bikin û diyar kir ku divê di 5’ê Mijdarê de bi awayekî girseyî dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikûmet naxwaze guh bide me? Bila 3’yê Mijdarê li zanîngehan bibe roja reş. Beşdarî desteya giştî bibin û fakulteyên xwe bloke bikin. Werin em di 5’ê Mijdarê de bi awayekî girseyî dakevin qadan.”
Di 5’ê Mijdarê de wê sendîka jî li seranserê Fransayê dest bi grev û çalakiyan bikin.

