Konferansa jinan a “Em bi hev re pêşeroja diaxivin” ku li ser banga 80 jinên di nav wan de rojnameger, nivîskar, akademisyen, siyasetmedar û aktivîst hene li eywana Odeya Endezyarên Înşaatê ya navçeya Çankaya didome. Beşa dawî ya konferansê bi rûniştina 3’yan a foruma “Em têkoşîna aştî û edaletê diaxivin” ve berdewam kir. Bîrcan Yorulmaz û Ceren Bayar di vê beşê de moderatorî kirin û hemû beşdarên forumê bi dorê mafê axaftinê girtin û fikir, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Akademisyên Esra Çuhadar ku di vê beşê de axivî, bi lêv kir ku dema qanûna çarçoveyî ket meriyetê ji bo vegera şervanên jin bernameyeke cuda jî bê lidarxistin û li ser pêdiviya wan bê rawestandin û got ku divê ew li ser komîsyonên bên avakirin zextê bikin ku ew yek pêk were.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol jî bal kişand ser gavên di pêvajoyê de heta niha nehatine avêtin û got: “Civak ji me dipirse; Serokatî dê kengî bê berdan. Lê bersiva vê li cem me tune ye. Dayikek zarokê wê girtiye dibêje zarokê min kengî dê bê berdan lê bersiva wê li cem min tune ye. Dayikeke ku keça wê tevlî têkoşîna çekdarî bûye dipirse dibêje kengî zarokên me vegerin lê bersiva wê jî tune ye. Ez li vir dixwazim vê pêşniyariyê bikim; Em ê aştiyê ava bikin. Li vir jinên endamên partiyên siyasî yên cuda û saziyên sivîl hene. Em dikarin hêza xwe bikin yek û bi hev re aştiyê ava bikin.”
Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim jî di destpêka axaftina xwe de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz kir û cangoriyên şoreşê bi bîr anî. Gulser Yildirim destnîşan kir ku divê exlaqê aştiyê û mafê wê yê wekheviyê hebe û got ku divê ew ji bo mafê azadiyê têkoşîna xwe hevpar bikin û aştiyê civakî bikin.
Dayika Aştiyê Nezahat Tekke jî bi lêv kir ku ew azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin û got: “Em azadiyeke bê azadiya Serokatî jî qebûl nakin. Dibêjin cihê Serokatî hatiye guherandin. Lê em ne guherandina cih em azadiya Serokatî dixwazin. Em dixwazin Serokatî li Amedê pêşwazî bikin. Divê heta niha em biçûna Girava Îmraliyê. Dewlet li benda çi ye. Dayikên me tên Enqereyê dê bi laçika spî bên hûn ê ji wan re çi bêjin? Em dibêjin an azadiya Serok an jî neman. Sibe di seat 12’an de em ê li parqa Kurtuluşê konê aştiyê vekin. Em bang li hemû jinan dikin ku werin piştgiriyê.”
Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt bal kişand ser çalakiya Konê Aştiyê ya ku wê sibe vekin û got ku ew dayikên leşker, polîsan jî vedixwînin çalakiyê û got ku an aştî an neman.
Aktivîsta TJA Yuksel Genç jî bi lêv kir ku pêvajo bi edîl bi rê ve naçe û got: “Di serî de divê em ji bo edaleta aştiyê têbikoşin. Aktorên pêvajoyê ne di şert û mercên wekhev de ne. Divê em mekanîzmayên zextê bikin û edaletê pêkbînin, ava bikin. Bêdengbûna çekan sedema çekan a ne wekheviyê ji holê ranake.”
Her wiha jinên ku tevlî konferansê bibûn jî bi dorê mafê axaftinê girtin û qala bandora şer û girîngiya aştiyê kirin.
Piştî forumê aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel axivî. Sabahat Tuncel diyar kir ku ew bi mebesta derdê xwe bi hev re parve bikin, hev fehm bikin û têkoşîna xwe hevpar bikin hatin cem hev û got: “Hemû kesan kedeke mezin ji vê konferansê re dan û hemû kesan re spas dikin. Di vir de ji me re berpirsyariyek jî derket. Em ê vê xebatê bidomînin. Em ê li her derê Tirkiyeyê van xebatan bimeşînin.”
Piştî axaftinan hemû jin çûn ser dikê û govend gerandin. Jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.

