Festîvala Çandên Neteweyî û Folklorê ya Navneteweyî ya li bajarê Novgorodê ya Rûsyayê îsal cara heftemîn bi dirûşma “Hemû gel tên cem hev” hate lidarxistin.
Ji bajarên cuda yên Rûsyayê û Komara Belarûsê 22 komên çand û hunerê beşdarî festîvalê bûn. Her komekê çand û kevneşopiyên xwe pêşkêş kir. Koma Barîn jî bi pêşkêşkirina govenda Kurdî, çanda gelê Kurd nîşan da.
Di salona konserê ya Fîlarmonîya Herêma Novgorodê ya bi navê A. S. Arenskî de, konsera dawî ya festîvalê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de, komên hunerî ên beşdar li ser dikê derketin û xelatên xwe wergirtin.
Koma Barîn a çand û hunera Kurd bi performansa xwe hêjayî xelata Lauretê hate dîtin.

