Pêncşem, 15 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr: Beppe Savary: Eger Tirkiye daxwaza aştiyê dike, divê Abdullah Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê 5 hezar euro ceza li Tirkiyeyê birî: Girtina Adalet Kaya binpêkirina mafan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bîranîna 26 şehîdan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e
Rojava

Bîranîna 26 şehîdan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e

Merasîma bîranînê ya ji bo 26 şehîdên YJA Star û HPG'ê bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Bîranîna 26 gerîlayên YJA-STAR û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Qamişloyê, li Stadyûma Heysem Kiço pêk hat. Bi hezaran kes li stadyûmê kom bûn û cangorî bi bîr anîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma El- Cansim li ser navê pêkhateya Ereb axivî û got: “Şehîd li cem xwidê zindî ne. Em şahadeta 26 şehîdan li meclîsê pîroz dikin. Dayîkên şehîdan silav dikin. Zarokên wan ji bo azadiyê gihiştin asta herî bilind.  Ev nîşaneya hevgirtina gelê Kurd, Ereb, Siryan û Ermen e. Wê fitne bi ser nekevin.”

Fatma li ser şehîdan helbestek xwend.

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso 26 leheng bîr anî û got: “Bi rihê van şehîdan tevahî şehîdan bi bîr tînim. Gelê me yê amade şahadet tiştekî pîroz e, lewma destpêkê li tevahî malbatên şehîdan û gelê Sûriyeyê pîroz dikim.

Ev du rojin dîmenên nû li ber çavê me diçe û tê. Dîmenê ku malbata şehîdan bêjin em serbilindim, serfiraz im. Min weke malbateke welatparêz di nava meclîsa malbatên şehîdan de cihê xwe girt. Ev tiştek pîroz e. Jiyana azad û wekhev yên ji me re vê jiyanê mîsoger dikin ev şehîdin, ên em anîne vê rojê ev şehîd in. Ên xwe dane felsefe, çand û paradîgmayek mezin ev şehîd in. Her şehîdek destanek e. Lê tenê gotin têrê nake. Jİ gotinê zêdetir sozdayîn e. Em çawa karibin berpirsyariya xwe li hemberî şehîdan pêk bînin. Ev şehîd Kurd û Ereb in. Berê jî Xiristiyanan jî cihê xwe di nava şehîdan kiriye. Bi rihê van şehîdan Ereb û Kurd yekîtiya xwe ava dikin. Ev encama fikr û feslefeya rast e. Bandora xwe ne tenê di nava civakê de, ji wê zêdetir di nava zarok û ciwanan de daye çêkirin. Ev zarok û ciwan bi vî rihî têne avakirin. Bi vê destanê jiyanê ava dike. Ev şehîd jî zarok bûn û dengvenda şehîdan bihîst. Em jî serbilind in di van rojên pîroz hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê di felsefeya civaka demokratîk, vîna hevdû nas dike. Naskirina me bi hêza van şehîdan e. Naskirina me di cîhanê de ji ber ked û lehengiya van şehîdan e. Rih bi şehîdan re xurt dibe, yekîtî bi şehîdan re çêdibe. Nimûneyên şirîkatiyê derdikevin pêş. Li ser nirxên pîroz entegrasyon pêş dikeve. Yên ne razî ew pirsgirêka wan e. Êdî keşitiya azadiyê dimeşe. Şehîd bang dike, ji bo gelekî canê xwe daye. Ji bo exlaqê mirovahiyê canê xwe dide. Ji bo azadiyê xwe kiriye berdêl. Her kesê xwe li hemberî van lehengan deyndar bibîne. Ji bo vê jî em têkoşîna azadiyê xurt bikin. Em xewn û xelayên van şehîdên xwe pêk bînin. Gelê Kurd, Ereb, Siryan, Ermen tevahî pêkhatî li benda pêşerojeke wisa ne. Em ber bi rojên ku şer di nava gelan de raweste ve diçin. Pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye, armanca wê rawestandina şer e. Em azadiya gelan li cem Rêber Apo dibînin.”

Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed El- Qadirî axivî û silav li canê şehîdan kir. Şêx Mihemed wiha axivî: “Xwidê tevahî maf daye gelan ku bi ziman, çand û mafê xwe bijî. Em ji şehîdan re dibêjin em bi we hene. Gelê Kurd bi sedên salan di bin zilm û zorê jiyan kir. Bi saya van lehengan me welatê xwe ava kir. Destkeftiyên ku sed salan me nedîtin me niha dît. Bi berxwedan û hebûna we, divê em bidomînin. Rêya herî rast, îslama herî rast ewe ku mirovahiyê biparêz e. Ew jî felsefeya vê partiyê ye. Em vê rêya pîroz tu caran bernadin, em soz didin bi canê pakrawanên xwe emê li ser rêya wan bin, heta mafê gelê xwe bistînin”.

Li ser navê Kongra Star Şaha Xelîl axivî. Şaha Xelîl sersaxî ji malbatên 26 şehîdan û tevahî malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em li beranberî hest û dîmenê van dayîkan, em nikarin pesnê lehengiya van lehengan û van malbatên welatparêz bidin. Ev malbatên ku çand û hebûna xwe parastin, bê guman dê ev leheng ji wan malbatan derkevin. Em ne aşiqê xwînê ne, em ne berxê ber kêrê ne. Lê dema dewletên desthilatdar ku bi salane dixwazin me qir bikin, bê nasname bikin, îro keç û kurtên me ev rê hilbijartin. Xwe spartin fikir û feslefeya Rêber Apo. Dê rêya van şehîdan wê soza bilindkirin têkoşînê be. Heta armanca wan pêk bê, emê xwedî li şopa wan û daxwaza wan derkevin. Şehîd rûmeta gelan e.”

Li ser navê Meclîsa Bajarê Dirbesiyê Silêman Xelîl axivî û wiha got: “Em di hizûra malbatên şehîdan û gelê hazir de sersaxiyê ji tevahî şehîdan re dixwazin. Em şehîdan bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Bi saya şehîdên tevgera azadiyê û PKK’ê, em gihiştine van rojan. Kevir bi kevir me şehîd danîne. Di şert û mercên zehmet de gavek paş de neavêtin. Ser fikrê Serok Apo, jina azad û ciwanên berxwedêr me 50 sal li ber xwe da. Me bi hezaran şehîd dan û hezaran destkeftî bi dest xistin. Eger ew nebûna îro li herçar parçeyên Kurdistanê me nedikarî em bêjin em Kurd in. Ev bi saya xwîna tevgera azadiyê ye. Me li hemberî dijminên dîrokî, NATO’yê li ber xwe da. Li hemberî her zilm û zorê me li ber xwe da. Em çiqas helbesvan û nivîskar bin em nikarin keda van şehîdan bînin ziman. 27 sal Rêber Apo di bin zextên herî zehmet de girtîgehan kir dibistanek dîrokî. Heta yek ciwan, mamoste, Kurd hebin, emê têkoşîna tevgera azadiyê û Rêber Apo ji bîr nakin. Em şopdarên şehîdan û Serokê xwe bin. Em ê projeya entegreyê bibin serî û serkevin.”

Piştî axaftina Silêman Xelîl xwendekarên ku beşdarî merasîmê bibûn, sirûda netewî “Ey Reqîb” xwendin.

Li ser navê Meclîsa Bajarê Hesekê Mihmed Eşref Elî bi navê Meclîsa Hesekê şehîd bîr anîn û wiha axivî: “Di dîroka PKK’ê de pêvajoyek şer derbas bû. Heta banga Rêber Apo pêvajoya şer qediya. Dewleta Tirk bi tevahî hêz, çekên giran û kîmyewî bi ser PKK’ê de çû. Lê PKK heta îro hat. PKK’ê bi berxwedanek mezin, bi van ciwanan pêvajoya şer serkeftî derbas kir. Heta ku nasnameya Kurd li cîhanê hat naskirin. Dewleta Tirk fêm kirin ku bi şer nikare serbikeve û PKK’ê tê bibe. Dewleta Tirk kete rewşeke pir xirab. Ji ber wê xwe avêt Îmraliyê. Îro Îmralî Tirkiyeyê û tevahî pêkhateyan diparêz e. Îro di hindirê Îmraliyê de Serok Apo me tevahiyan diparêz e. Em jî li dora wî ne û emê jî wî biparêz in. Em xwediyê van gerîllayan e ku tevahî hêza xwe dan û em anîn vê rojê.”

Li ser navê Meclîsa Bajarê Dêrikê Ciwan Elî axivî. Ciwan Elî sersaxî ji malbatên 26 şehîdan, Rêber Apo û gelê Kurd re xwest û tevahî şehîdên azadiyê bîr anî. Ciwan Elî wiha pê de çû: “Şoreşa me berhemê keda şehîdan e. Eger îro gelê me û yê herêmê derfetên azadî û jiyaneke bi rûmet bi dest xistine, saya keda şehîdan in. Em ji bo pêşengên jiyana azad em çi bêjin dê kêm bimîne. Li ku hatiye xwestin wan parastina gelê xwe kirine. Di rewşên herî zehmet de ji bo azadiya gelê xwe û jiyaneke bi rûmet hertiştên xwe dane me. Îro li Qamişlo, duh li Dêrikê, sibe li Hesekê û dusbe li Kobanê dê şehîd bêne bîranîn. Lê tişta balkêş nêzîkatiya malbatên şehîdan bû. Li gel êşek mezin, lê bi moral û sekna xwe moraleke mezin da şoreşa me. Madem malbatên şehîdan şehîdê 2-3-4’emîn bi tilîliyan pêşwazî dike, dê kes nikare careke din vî gelî kole bike. Gelê Kurd biryara azadiyê girtiye. Weke gelê welatparêz û malbatên şehîdan, ji bo xwedîderketina li keda şehîdan berpirsyartiya me giran e. Şopandina xeta şehîdan di pratîkê de, bi dirûşman nabe, bi leşkerî, siyasî, qanûnî de bi malbatên şehîdan mabe dê gelê me serbikeve. Divê em xeyal û armancên wan bijîn û bidin jiyîn. Em stratejiya Aştî û Civaka Demokratîk, em di hizûra şehîdan de soza xwe bi Rêber Apo re nû bikin. Em bi navê we teva komploya navnetewî di sala 28’an de şermezar bikin. Me çawa ew komploya li hember Rêber Apo û gelê Kurd vala derxist, emê tevahî komployan vala derxin. Em li vir dîsa soza xwe nû dikin.”

Li ser vanê Meclîsa Bajarê Girgê Legê Qehreman Mihemed axivî, xêrhatina tevahî haziran kir, di kesayeta 26 şehîdan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bîr anî û wiha domand: “Wêne û xwîna şehîdan pesnê xwe didin, em çiqas bêjin jî kêm e. Ciwanên herî zana di vê rêyê de canê xwe dan. Li qadê dema malbatên hevalên me yên Ereb bi tilîlî û çepikan şehîd pêşwazî kirin. Xwîna Kurd û Ereban tevlîhev bû. Em gelê vê herêmê ye. Em ê serê xwe li hember tu kesî netewînin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin, serkeftin ya me ye binkeftin ya dijminê me ye.”

Li ser navê Meclîsa Bajarê Amûdê Newroz Elî axivî û tevahî şehîdên azadiyê bîr anî û got: “Bi rihê Bêrîtan, Zîlan, Rustem û Egîdan em 26 şehîdan bîr tînin. Jİ bo malbat û hevalên wan sersaxiyê dixwazin. Welatê ku bi xwîna şehîdan hatine avdan tu car nayê şikandin. Soza me heta dawî bi şehîdan re ye, em ê şopdarên xeta wan bin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona “Çiyayê Azad” hat nîşandan. Di sînevîzyonê de Fermandarê Giştî yê HPG’ê Murad Karayilan sersaxî ji bo malbatên şehîdan xwest û li ser lehengiya şehîdên Rojava û gelê Rojava axivî. Her wiha bal kişand ser kompoloya 6’ê Çileya 2026’an li dijî Rojava hat kirin û got: “Komployek cîhanî bû. Lê şehîdên Rojava vala neçûye, berhemek ava kiriye. Tişta dikeve ser milê herkesî çiye van berhemên şehîdan biparêz in. Şoreşa Rojava berhemê şehîdan e. Nîjadperast dixwazin gelan berdin hev. Gelê Kurd û Ereb bi hev re xwîn rijandiye. Hinek dixwazin xirab bikin. Em dizanin kî li pişt e. Li vir entegrasyon girîng e. Entegrasyon yekbûne, divê herdû alî hebûna xwe biparêz in. Divê saziyên fermî weke feqîran ranewestin, bêjin em li vir in. Êdî têkoşîna siyasî girîng e. Gelê Rojava ne bi tenê ye, tevahî Kurd li pişt sekiniye. Di şer de diyar bû.”

Di dawiyê de bawernameya 26 şehîdan, radestî şehîdan kirin. Merasîm bi tilîliyên malbatên 26 şehîdan û dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mihraç Ural hate girtin
Nûçeya Pişt re Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir diyar kirin ku statuya Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan nehişt EMEP’î biçin serdana Emîne Şenyaşarê

Çalakiya Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê di roja 63’emîn de…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşa piştgiriya Rojava: ‘Em ji bo yekîtiya xwe li qadan in’

Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava de, Amediyan li hev civiyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mihraç Ural hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star, PYD û ciwanan êrişên li ser wêneyên şehîdan şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Merasîma bîranînê ya ji bo 26 şehîdan di roja duyemîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?