Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Wêranşarê bi rûspiyan re civiya. Li gel endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê rûspî jî beşdarî civînê bûn.
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku ew li Tirkiye û Kurdistanê ev du sal in xebatên yekîtiyê bi re ve dibin û got: ‘’Ev xebat ji aliyê pêşeroja gelê me ve gelekî girîng in. Di van xebatan de hemû cudahiyên gelê me cih digirin. A niha di delegasyona me de nûnerên hemû gelan û baweriyan cih digirin. Ev xebat li Bakurê Kurdistanê gelekî girîng e. Ji ber ku dema em li dîrokê dinêrên girîngtirîn sedema tiştên ku li me diqewimin ew e ku em yekîtiya xwe ava nakin.’’
Kamaç bal kişand ser nelihevkirinên navbera gel û diyar kir ku li Wêranşarê 36 eşîr hene, nelihevkirinên navbera eşîran dibe sedemê mirin, koçberî û girtinan. Kamaç destnîşan kir ku çareseriya van nelihevkirinan, yekîtiya neteweyî ye û got, “Em ji bo rêyên çareseriya hevpar hevdîtinan dikin. Em ê pirsgirêkên xwe bi gelên Mezopotamya re nîqaş bikin û çareseriyan hilberînin. Em ê ji xwe re nexşerêyekê derbixin.”
Kamaç behsa biryarên hikûmeta navendî ya Iraqê yên li ser Herêma Kurdistana Federe kir û got, divê li hemberî van biryaran Kurd yekîtiya xwe xurt bikin.

