Şewata Îzmîrê ya Mezin ku 13’ê Îlona 1922’an destpê kir, piştî ku hate vemirandin ji sê parên bajêr du par şewitî bû. Taxên dîrokî yên Rûm û Ermenan ji holê rabû bû. Mal, dêr, nexweşxane, dibistan û otel jî di nav de zêdeyî 25 hezar avahî bi temamî tine bûn.
Ji Fûara Îzmîrê heta bi Kordonê ku îro bi konser û şahiyan têne naskirin, qadeke ji 2,6 milyon metreçargoşeyî bû xwelî. Kiryarên şewatê li gel sed salên di ser şewatê re derbas bûn hîn jî têne nîqaşkirin.
Di vegotina dîroka fermî de tê îdîakirin ku şewat ji aliyê wan Yewnan ve hate derxistin ku ji artêşa Tirk direviyan. Şewat, çar roj piştî ku artêşa Tirk a bi serkêşiya Mûstafa Kemal di 9’ê Îlonê de kete Îzmîrê di 13’ê Îlonê de destpê kir.
XISARA LI CIH Û DEMOGRAFÎK
Nivîskar û dîroknas Ayşe Hur bi van gotinan bal kişand ser xisara giran a şewatê ya li ser mirovan: “Qadeke ji 2,6 milyon çargoşeyî, 25 hezar mal, kargeh, dêr, nexweşxane, febrîqe, depo, otel û restorant ji ber şewatê tine bûn. Li gorî hin çavkaniyan ku hejmara Rûm û Ermenan li gel ên li Îzmîrê diman nêzî 500 hezar kes bû, ji van tenê 320 hezar kes bi keştiyan hatin veguhestin, 180 hezar kesên mayî di dema şewatê de bi şêweyên cuda jiyana xwe ji dest dan.”
Garnik Stepanyan ji Verjine Svazlian re bi vî rengî qala şewata 1922’an kir ku bûbû şahid:
Di sala 1922’an de dema ku agir berdan Îzmîrê benzîn û petrol lê kirin û bi vî rengî Ermen û Rûm ên xwe li dêran girtibûn bi saxî şewitandin. Destpêkê taxa Ermenan şewitandin. Dêra Ezîz Stepanos dan ber agir, ji ber ku Ermenan hemûyan ji bo parastinê xwe lê girtibûn. Piştre jî em Ermen reviyan, em çûn kêleka deryayê. Li deryayê gelek keştiyen biçûk hebûn, lê belê binê wan hatibû qulkirin. Bi vî rengî nexwestin Ermen birevin û rizgar bibin. Ermenên guneh dema li wan keştiyan siwar dibûn, piştî demekê av diket hundirê keştiyan û hemû noqî binê avê dibûn; di nava avê de gelek cesedên nepixandî hebû.”
Bi şewatê re demografiya pir çandî ya sedan salan a Îzmîrê ji binî ve guherî. Li gel mirovên xeniqîn û şewitîn, nifûsa ne misilman a bajêr neçar ma ku bajêr biterikîne. Avahiyên dîrokî û cihên şewitîn piştre jinûve nehatin avakirin. Ev yek weke jêbirina hişê cihî û parçeyek ji polîtîkayên avakirina nasname û netewe dewletê ya wê demê hate nirxandin.
Bi sererastkirina Emval-î Mektrûke mal û milkên mirovên ne misilman ên ji şewatê man, ji aliyê dewletê ve hate desteserkirin.
Piştî sala 1923’an navê kolan, tax û qadên bazirganiyê bi lez bi Tirkî hatin guhertin û nasnsame û hişê bajêr ê Îzmîrê jinûve hate avakirin.
JI ÎZMÎRÊ HETA BI KURDISTANÊ RÛBIRÛBÛNA BI HEQÎQETÊ RE
Şewata Îzmîrê ya Mezin di polîtîkayên avakirina nasname û netewe dewletê de ne ya destpêkê bû, ne jî ya dawî bû. Qirkirina Ermenan, Baca Hebûnê, Pogroma 6-7’ê Îlonê, Komkujiya Dersimê, Sirgûna Rûm a 1964’an, gundên di salên 1990’î de li Kurdistanê hatin şewitandin, kuştinên kiryar nediyar ên nehatin ronîkirin xelkên demên cuda yên polîtîkayên afirandina civakeke ku xwe dispêre olekê, yek ziman û yek miletî bûn.
Ev qonaxên dîrokî bi polîtîkayên bêcezakirin û jibîrkirinê re xwedî şopa aqlekî dewletê yê hevpar e. Heta ku bi rabirdûyê re rûbirûbûn nebe rabirdû tenê di dema derbasbûyî de namîne; weke birîna di hişê civakî de digihêje nifşên nû.
Rûbirûbûna bi heqîqeta bi serê gelan hatiye, bicihanîna daxwaza edaletê û astengkirina rûdana êşên bi heman rengî ji mercên bingehîn ên aştî û civaka demokratîk e.

