“Ez Kurd im, zimanê min Kurdî ye”, “Zimanê me nasname, çand û rûmeta me ye”, “Mafê me ye em bi zimanê xwe fêr bibin”, “Em zimanê xwe dixwazin”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Wê zimanê Kurdî her zindî bimîne…”
Li Hesekê, Kobanê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Çilaxayê, Dêrik, Til Temir gelek bajarên din ji 27’ê Tebaxê û vir ve ev dirûşm bilind dibin. Mamoste û xwendekar bi rojan e bi pankartan dimeşin û destnîşan dikin ku perwerdeya bi Kurdî mafê bingehîn e. Di çalakiyan de yên herî zêde balê dikişînin jî zarokên wan şervanan e ku di Şoreşa Rojava de şehîd bûn. Ew jî dibêjin ku Kurdî ne derseke ji rêzê yan jî zimanekî mallê ye; zimanê nasname, çand û paşerojê ye. Li Rojava di nava 14 salan de “şoreşa ziman” hate kirin ku zêdeyî milyonek xwendekar pê perwerde bûn. Lê belê niha hikumeta demkî ya li Şamê dixwaze ku vê şoreşa ziman tine bike.
Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Demkî ya Şamê bi biryarnameyekê perwerdeya bi Kurdî ya li dibistanên Rêveberiya Xweser betal kir û li şûna wê derseke hilbijartî ya ji 3 saetan bi cih kir. Piştî ku biryar hate ragihandin xwendekar, m amoste û malbatên xwendekaran dest bi çalakiyan kirin. Xwendekar dibistanan boykot dikin. Ji ber ku zanibin ku sînordarkirina perwerdeya Kurdî di heman demê de jêbirina hişê gelê Kurd û asîmîlekirina nifşê nû ye.
NEHETIYA HERÎ MEZIN E KU LI ZAROKAN TÊ KIRIN
Gelo li Rojava tecrûbeya perwerdeya bi Kurdî çawa destpê kir, çawa mezin bû û ji niha û pê ve wê çi bibe? Ji bo bersiva van pirsan em bi Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîre Hec Elî re axivîn. Semîre Hec Elî got, “Beriya her tiştî biryara Şamê neheqiyeke li hemberî zarokan e ku telafiya wê nabe.” Û bang li Şamê kir ku biryarê tavilê betal bike yan jî sererast bike.
RÊWÎTIYA KURDÎ
Di sala 2012’an de ku Şoreşa Rojava destpê kir, Kurdan xwe li dora Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi rêxistin kirin û li gel zextên rejîma Baasê jî ji Kobanê heta bi Efrîn û Dêrikê akademiyên Kurdî vekirin. Heman salê li Amûdê bi beşdariyeke berfireh Konferansa Zimanê Kurdî hate lidarxistin. Biryar hate dayin ku mamoste bêne gihandin ku perwerdeya bi Kurdî bidin û dibistan bêne vekirin.
SZK’ê 11’ê Tebaxa 2013’an bi navê Şehîd Ferzat Kemanger li Efrînê yekemîn akademiya ziman û wêjeyê vekir. Vê akademiyê dest bi perwerdekirina bi dehan mamosteyan kir. Bi pêşengiya SZK û Yekîtiya Mamosteyên Rojava di Cotmehê de Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurd a destpêkê bi navê Şehîd Viyan Amara hate vekirin. Li Qamişloyê jî ji bo wêje, dîrok û zimanê Kurd Akademiya Celadet Bedirxan, li Kobanê jî Enstîtuya Şehîd Viyan Amara kete xizmetê.
Piştî ku sala 2014’an di 21’ê Çileyê de Kantona Cizîrê, 27’ê Çileyê Kantona Kobanê û 29’ê Çileyê jî Kantona Efrînê hate ragihandin, biryar hate dayin ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li hemû didbistanên li herêmê bê hînkirin. Di sala 2016’an de êdî li dibistanan li hemû polan perwerdeya Kurdî hate dayin. Li gel Kurdî Erebî û Suryanî jî weke zimanên perwerdeyê yên fermî hatin qebûlkirin.
PÊVAJOYEK JI TÊKOŞÎNÊ
Semîra Hec Elî ku ji destpêka şoreşê ve tevlî nava karên ziman bû, keta 14 salan bi vê hevokê pênase dike: “Pêvajoyeke gelekî girîng, hestewar û bi têkoşînê dagirtî bû. Me gelek zor û zehmetî dît, lê belê kêfxweşiyeke mezin jî hebû. Bifikirin ku zarokên Kurd yekemcar bi zimanê xwe diaxivin, dixwînin û dinivîsînin.”
Semîra Hec Elî li ser biryara hikumeta demkî ya ji bo sînordarkirina perwerdeya Kurdî bi dersên hilbijartî got, “Bi Wezareta Perwerdeyê re gelek hevdîtin hatin kirin. Di her hevdîtinê de me diyar kir ku divê ne hilbijartî lê bibe yek ji zimanên bingehîn û fermî yê perwerdeyê. Lê belê li pêşberî biryara hate dayin em matmayî man.”
LI QADÊ NERAZÎBÛN MEZIN E
Semîra Hec Elî işaret bi çalakiyên ku her roj ji bo perwerdeya bi Kurdî têne lidarxistin û got, “Biryarê hem xwendekar hem jî gel bi hêrs kiriye. Zarokên ku bi salan bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dîtine, wê çawa bi carekê perwerdeya bi Erebî bibînin? Binihêrin em ne li dijî du zimanan e. Li Rojava ji xwe bi 3-4 saetan dersa Erebî tê dayin. Her wiha dersên Sursyanî jî hebûn.”
Semîra Hec Elî diyar kir ku Şam zorê li xwendekaran dike ku bi Erebî perwerdeyê bibînin û got, “Şam sîstema navendîperest dixwaze. Lê belê qada perwerdeyê weke qadên din nîne. Nikarin her saziyê bixin nava sîstema navendî. Gava ku ferz kir, li kolanan rastî nerazîbûnê hat. Kurd biryarê red dikin. Ji vê jî wêdetir neheqiyeke mezin li xwendekaran tê kirin.”
BI HEZARAN XWENDEKAR MEXDÛR IN
Semîra Hec Elî anî ziman ku bi biryara Şamê re li kobanê 45 hezar, li Herêma Cizîrê 485 hezar xwendekar li neheqiyê rast hatin û got, “Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîırê di bi sîwana Wîlayeta Hesekê de kar dike. Kobanê jî hîn entegreyî sîstemê nebûye. Li gel vê yekê di asta zanîngehê de niha tenê nîqaş li ser Zanîngeha Rojava tê kirin, lê belê nîqaş heta niha li ser Zanîngeha Kobanê nehatiye kirin. Her wiha hejmara xwendekarên vegeriyan Efrînê nediyar e. Ji ber ku veger li herêmên cuda têne kirin em nikarin hejmareke zelal bidin. Lê belê biryara Şamê wê li Efrînê jî derbas bibe. Ev jî wê di hefteyên pêş de diyar bibe.”

