Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga dîrokî ya 27’ê Sibata 2025’an a Rêber Apo destpê kir, lêgerînên çareseriya demokratîk a prisgirêka Kurd dewam dike. Di vê çarçoveyê de li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê qanûna çarçoveyê hate qebûlkirin, ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hate îmzekirin û li Rojnameya Fermî hate veşartin.
Qanûna navborî ji bo rêveçûna pêvajoyê weke gaveke erênî hate nirxandin, lê belê ji ber ku çareseriyeke berfireh û bingehîn ji bo pirsgirêka Kurd pêşkêş nake, di heman demê de tê rexnekirin.
Pêvajo hem li Tirkiye û Kurdistanê hem jî di asta navneteweyî û herêmî de ji nêz ve tê şopandin. Parlamenterê Parlamenta Federal a Swîsreyê Fabian Molina ku demeke dirêj e meseleya Kurd ji nêz ve dişopîne li ser mijarê axivî.
‘QANÛN TENÊ DESTPÊKEK E’
Molina anî ziman ku qanûna li Meclîsa Tirkiyeyê hate qebûlkirin girîng e û weke gava destpêkê ya li ser rêya aştiya mayinde pênase kir. Molina ev axaftin kir: “Lihevkirina li ser sererastkirina qanûnî girîng e. Ev qanûn ji bo aştiyeke mayinde, wekhev û rasteqîn destpêka pêvajoyê ye. Lewma qanûna ku li Meclîsa Tirkiyeyê hate qebûlkirin girîng e. Lê belê teqez ev yek dawiya rê nîne. Ji ber ku hîn jî gelek pirs hene ku vekirîne û divê paşerojê bêne nirxandin.”
‘PIRSGIRÊK BI DEHAN SALAN BÛ SEDEMA ÊŞÊN MEZIN’
Molina ragihand ku pirsgirêka Kurd meseleyeke dîrokî û bingehîn e û destnîşan kir ku çareseriya wê jî divê li gorî vê yekê berfireh be. Molina bi bîr xist ku şerê navbera dewleta Tirk û gelê Kurd bi dehan salan dewam kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev yek trajediyek bû ku gelek qurbanî û êşên giran bi xwe re anî. Ji ber vê jî hewldana nirxandina vê pirsgirêkê di nava pêvajoyeke aştiyê de girîng e. Girîng e ku ev hemû li parlamentê, di açrçoveyeke nîqaşê ya demokratîk de bê nirxandin.”
‘PIRSÊN LI SER NASNAME Û ZIMANÊ GELÊ KURD BÊ BERSIV IN’
Parlamenter Molina diyar kir ku sererastkirina heyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi tena serê xwe têrê nake û anî ziman ku li gel mafên ziman û nasnameya gelê Kurd divê demokratîkbûna Tirkiyeyê jî yek ji sernavên bingehîn ên pêvajoyê be. Molina got, “Li gel qanûnê hîn jî gelek mesele nediyar e. Nasnameya gelê Kurd, Kurdî û di heman demê de demokratîkbûna dewleta Tirk ji van mijaran e.”
‘DIVÊ HERDU ALÎ BAWERIYÊ BIDIN HEV’
Molina ragihand ku divê herdu alî ji niha û pê ve baweriyê bidin hev, ku ev yek ji bo rêveçûna pêvajoyê gelekî girîng e û got, “Sererastkirinên qanûnî bi tena serê xwe têrê nakin. Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku herdu alî baweriyê bidin hev. Ev pêvajo di heman demê de meseleyeke siyasî ye. Divê herdu alî bawer bikin ku xalên li ser li hev kirine bêne bicihanîn. Ev yek ji bo nirxandina mijarên hîn bê bersiv mane, girîng e.”
‘MAFÊ NASNAMEYA ÇANDÎ Û ZIMAN A GELÊ KURD DIVÊ WERE ÇARESERKIRIN’
Ji bo rêveçûna pêvajoyê Molina işaret bi girîngiya misogerkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd kir û got, “Yek ji mijarên ku hîn vekiriye teqez mafên gelê Kurd ên li nava dewleta Tirk e. Ev yek mafê ziman û mafê nasnameya çandî vedihewîne. Rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî yek ji wan sernavan e ku divê were çareseririn. Rewşa girtiyên siyasî yên hîn li girtîgehan e û nêzîkatiya li sûcên ku di dema şer de hatine kirin, lê di qanûna heyî de cih nagire, hîn ji mijarên nediyar e.”
‘DIVÊ TIRKIYE BERPIRSYARIYÊN XWE YÊN TÊKILDARÎ REWŞA RÊBER APO BI CIH BÎNE’
Molina diyar kir ku divê statuya Rêber Apo bê diyarkirin ku aktorê bingehîn ê pêvajoyê ye û di vê çarçoveyê de işaret bi berpirsyariyên Tirkiyeyê yên ji ber hiqûqa navneteweyî kir. Molina got, “Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Li gorî berpirsyariyên xwe yên navneteweyî Tirkiye xwedî wê berpirsyariyê ye ku hin mafan misoger bike. Mafê darizandina adîl û mafê bêparnehiştina ji azadiyê ya bêyî darizandinekê ji van berpirsyariyan e.”
Molina diyar kir ku rewşa Rêber Apo divê ne tenê ji aliyê siyasî ve bê nirxandin û got, “Di heman demê de meseleyeke hiqûqî ye û meseleyeke ku pêwendşya xwe bi berpirsyariyên navneteweyî heye. Bi dîtina min girîng ku ev yek her tim bê bibîranîn.”

