Meclisa Jinan a DEM Partiyê piştî kongreya 5emîn a Mezin a Asayî civîna xwe ya yekem li navenda giştî ya partiyê li dar xist. Di civînê de Halîde Turkoglu careke din weke Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê hat hilbijartin. Her wiha di serdema nû de kesên di koordinasyona Meclisa Jinan de cih bigirin jî diyar bû.
Canan Çalagan, Derya Arslan, Elîf Bulut, Elîf Çoban, Fatma Koçyîgît, Tulay Korkutan, Medîha Yuksel, Hatîce Akdag, Berna Çelîk, Besriye Tekgur, Canan Kepenç, Eylem Saruca, Îdîl Ugurlu, Semra Kiratli, Çîgdem Kose û Sudan Guven wek endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan hatin diyarkirin.

