Çavkaniyekî ji gundê Abu Qalb roja Duşemê ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku artêşê du caran bombe li gund barandiye û di encamê de 15 kes mirin. Şahidê ku nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku ji qurbaniyan 9 jê xizmên wî bûn.
Saziya Çavdêriyê ya Kordofanê ku rêxistina mafên mirovan a xwecihî ye, piştrast kir ku di êrişê de 15 kes mirin. Rêxistinê diyar kir ku di bombardûmana du caran de gelek kes birîndar bûn û gelek xanî jî şewitîn.
Êriş di demeke welê de hate kirin ku artêşa Sûdanê ji bo hin herêmên eyaleta Kordofan a Rojava ji destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) derxîne êrişan dike.
Di şerê artêşa Sûdanê ya bi hêza paramîlîter HPL re ku Nîsana 2023’an û vir ve li gorî texmînên xebatkarên alîkariya mirovî zêdeyî 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî dibêje, ev şer bûye sedema krîza herî giran a mirovî ya li cîhanê.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di şeş mehên destpêkê yên sala 2026’an de li tevahiya Sûdanê di êrişên hewayî de zêdeyî hezar û 100 kes hatin kuştin.

