Girtiya nexweş Newroz Bozkurt a ku Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ragirtiyê roja şemiyê ji ber nirxên wê yê xwînê ketiyê û rewşa wê giran bû ye rakirinê nexweşxaneyê. Her wiha hate gotin ku di vê qonaxê de enzîmên wê yên kezebê jî bilind derketine. Newroz Bozkurt a ku 28 salin girtiyê di meha Hezîrana 2025’an de nexweşiya Lenfositik Losemî ya Kronîk (KLL) hatiyê teşhîskirin.
Li gor agahiyên ji parêzer hate wergirtin, wê pêşî rakirinê nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê û paşê ji wir jî sewqî Nexweşxaneya bajêr a Etîkê hatiyê kirin. Newroz Bozkurt li nexweşxaneyê di beşa lêneherîna awartê de tê derman kirin û rewşa wê ya xeternek didomê.
Her wiha parêzerê Newroz Bozkurt diyar kir ku tevî di meha Kanûna sala parde nirxên wê yên xwînê ketinê jî ji aliyê bijîşk ve tu mudaxale nehatiyê kirin û ji ber vê rewşê derbarê bijîşk de giliyê sûc kiriyê.

