Sîstemên çekên otonom ku weke “Robotên Dikujin” jî tê binavkirin, bêyî mirovan dikarin hedefa xwe diyar bikin û êriş bikin. Ev teknolojî bi taybetî li Ûkrayna û Rojhilata Navîn di şer de tê bikaranîn. Lewma di asta navneteweyî de daxwaz zêde bûne ku têkildarî mijarê guhertin û sererastkirin bê kirin.
Koalîsyona Stop Killer Robots (Robotên Dikujin Bisekinînin) ku zêdeyî 300 sazî li hev kom kiriye, ji sala 2013’an û vir ve daxwaza afirandina pîvanên navneteweyî yên diyarker dike ku bikaranîna çekên otonom sînordar bike. Koalîsyon diyar dike ku ev çek dikare bi maliyeteke kêmtir bêne çêkirin, lewma rîsk heye ku zû belav bibe.
Li gorî nûçeya AFP’ê, Serokê Yekîneya Rêvebirina Şer û Pevçûnan a Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) Laurent Gisel jî anî ziman ku sîstemên otonom ên çekan di mijara ahengiya bi hiqûqa şer re pirsgirêkên cidî bi xwe re aniye. Gisel got, zehmet e ku makîne tespît bike ku şervanek birîndar e, yan li ber teslîmbûnê ye yan jî nikaribe şer bike yan na.
DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKA Û RÛSYA LI BER PEYMANEKE GIRÊDÊR RADIBIN
Konferansa Nirxandinê ya 7’emîn a Peymana Çekên Konvansiyonel (CCAC) ku ji Duşemê heta Înê li Cenevreyê dewam dike, bi beşdariya 128 welatan pêk tê. Di konferansê de li ser çekên otonom destpêkirina muzakereyên ji bo peymaneke girêdêr tê nirxandin. Lê belê ji ber ku biryar divê bi lihevkirinê werin wergirtin, zehmet tê dîtin ku lihevkirin çêbibe.
Pêşnûme biryara li ser destpêkirina muzakereyên têkildarî sererastkirina çekên otonom di 29’ê Cotmehê de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi dengê 163 welatan hate qebûlkirin. DYE, Rûsya, Îsraîl, Koreya Bakur û Belarûsê dengê dijber bi kar anîn, Îran, Çîn û Erebistana Siûdî jî di nav de 9 welatan dengê bêalî bi kar anîn.

