Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin
Rojane

Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

Seyîd Riza û hevalên wî di salvegera 89’an a darvekirina xwe de li Dersim, Şirnex, Dîlok, Wan, Bedlîs û Mûşê hatin bîranîn. Di bîranînan de bang hate kirin ku hevrûbûna bi Terteleya Dersimê re çêbibe û cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, di 89’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiya. Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryara darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, cihê gorên wan û cihê kesên windakirî ji raya giştî re werin eşkerekirin.

Di 15’ê Mijdara 1937’an de Seyîd Riza, ji Ûsifan Findiq Axayê kurê Kamer, ji Kureyşan Hesenê Îbrahîmê Qicî, ji Kureyşan Usenê Seydî, ji Demenan Hesen Axayê Civrail Axayê Arekê, ji Demenan Aliyê Mirzê Silî û Resik Usenê Seyîd Riza hatin darvekirin. Di ser vê bûyerê re 89 sal derbas bûn. Tevî ku ewqas sal derbas bûn jî cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî nehat eşkerekirin; şopên komkujî, sirgûn û revandina bi darê zorê ya Terteleya Dêrsimê ya 1937-1938’an, ji nifşekî derbasî nifşekî din bûn û heta roja îro hatin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, di 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê ABFê Mustafa Aslan, Hevberdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Parlementera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu, Hevşaredarên Dersimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan ên ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin, Serokê Giştî yê DEDEF’ê Yaşar Gelîncîk û gelek welatî tevlî meşê û bîranîna li Qada Seyîd Riza bûn.

Bîranîn bi vêxistina çirayan dest pê kir. Platformê bi kurdî û tirkî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku darvekirin bi awayekî neqanûnî hatine kirin û bang hat kirin ku biryara darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, cihê gorên wan û cihê kesên windakirî ji raya giştî re werin eşkerekirin.

Di destpêka bîranînê de Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku têkoşîn û berxwedana Seyîd Riza û hevalên wî îro jî berdewam dike û wiha got: “Me û gelê me tînin rûbirûyê hev. Di vê pêvajoyê de li pêşiya me dibin asteng. Bila şehîdên me di gorên xwe de rehet razên; neviyên wan ala têkoşîna wan girtine û pêş ve dibin. Em biçin ku derê jî em ê vê ronahiyê bi xwe re bibin. Li ser vê axê gelek lîstik hatin lîstin lê heqîqeta vê erdnîgariyê neqediyaye. Ev ax ne mifteya siyasetê ye. Eger em xwedî li baweriya xwe derkevin, tu kes nikare li pêşiya me bisekine.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar xwest ku arşîvên terteleyê werin vekirin û derbarê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de jî diyar kir ku divê nasnameya gelan di nav pêvajoyê de were qebûlkirin û wiha domand: “Wan ji 15’ê Mijdarê heta niha siyaseta qirêj di her mal û xaniyî de meşand. Gelê me destûr neda van lîstikan û li ber xwe da. Sekna wan a serbilind ji bo me ronahî ye, têkoşîna wan ji bo me ronahî ye. Seyîd Riza çi got? Got ku: ‘Min bi derew û hîleyên we nekarî, ev ji min re bû ders. Lê min jî li ber we serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd.’ Gelê me jî wekî Seyîd Rizayan, li ber hîle û zilma wan serî netewand. Navê Dêrsimê nas bikin, heqîqetê bibînin. Bila tevahiya gelên Tirkiyeyê di zimanekî hevpar de bibin yek û em li ser aştiyê biaxivin.”

Piştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê ABF’ê Mustafa Aslan bal kişand ser wê yekê ku ji bo gihandina mîrasa Seyîd Riza û hevalên wî ya ji bo siberojê divê têkoşîneke zêdetir were meşandin û wiha got: “Îro bi destê hevkaran dixwazin baweriya me winda bikin. Divê em hişyar bin.”

Serokê Giştî yê DEDEF’ê Yaşar Gelîncîk destnîşan kir ku darvekirin beşek ji polîtîkayên dewletê yên li dijî hebûna dîrokî ne û wiha axivî: “Tevî ku 89 sal derbas bûn jî, me dev ji lêgerîna dadwerî û heqîqetê berneda. Divê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin. Em qebûl nakin ku ev daxwaz hê jî nehatibe pêkanîn. Divê rûbirûbûna dîrokî were pêkanîn.”

Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temelli jî got ku tevî 89 sal derbas bûne jî cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî nehatiye eşkerekirin û wiha axivî: “Seyîd Riza dema ber bi sêdarê ve diçû di gotinên xwe de komar pênase kir. Banga xwe li komarê kir.”

Bîranîn piştî danîna gulan a li ser peykerê Seyîd Riza bi dawî bû.

Her wiha di bîranînên li Şirnex, Dîlok, Wan, Bedlîs û Mûşê de jî bang hate kirin ku cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di 8 mehan de li Başûrê Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Rojnews’ê, di 8 mehên ewilî yên sala 2025’an de li Herêma Başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

13 kesên ku xespkirina îradeyê protestokirin hatin girtin

Li Wan û Bedlîsê di serdegirtina malan de kesên hatibûn binçavkirin, 13 kes bi hinceta…

Ji aliyê Stêrk TV

8 kesên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin

Kesên ku di qezaya trafîkê de ya li ser rêya Wan-Colemêrgê jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?