Di ser şewata li kargeha gulavê ya bi navê Ravive Kozmetikê ya li navçeya Dîlovayê ya Kocaeliyê re salek derbas bû, ku tê de 3 jê zarok 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê berdana berpirsiyaran di dozê de, lêgerîna edaletê û berteka malbatan zêdetir kir.
Emîne Bulut a ku di şewatê de xwişka xwe Şengul Yilmaz winda kiribû, di rûniştina pêncemîn a dozê de li hemberî berdana yek ji xwediyên kargehê Alî Osman Akat û bersûc Abdurrahman Bayat nerazîbûn nîşan da. Emîne Bulut, diyar kir ku delîl eşkere ne lê berpirsiyar nayên cezakirin û got: “Kujer diyar in lê em nikarin kujeran darizînin ji ber ku dewlet wan diparêze.”
PÊŞNIYARA PEREYAN LI MALBATAN HATE KIRIN KU DEST JI DOZÊ BERDIN
Emîne Bulut destnîşan kir ku di dozê de ligel rayedarên giştî 23 bersûc tên darizandin û 10 ji wan hatine berdan. Emîne Bulut, anî ziman ku li hemberî destberdana ji dozê, 15 hezar lîre û daîreyek pêşniyarî malbatan hatiye kirin. Emîne Bulut, teqez kir ku wê ev pêşniyar red kirine û wiha axivî: “Ez canê xwişka xwe bi sê quruşan, pênc quruşan an jî bi avahiyekê nafiroşim.”
Emîne Bulut da zanîn ku berê ew bi xwe jî di wê kargehê de xebitiye û got ku li wir tu tedbîrên ewlehiya kar, sîstema vemirandina agir û sîgorte tunebûn. Emîne Bulut, diyar kir ku heta berpirsiyar werin cezakirin dê têkoşîna xwe bidomîne û got: “Heta ku ez çavên xwe bigirim ez ê li pey vê dozê bim.”
PARÊZER UNDER: BERPIRSIYARÎ DIGIHÎJE SAZIYÊN GIŞTÎ JÎ
Parêzerê malbatên karkerên ku jiyana xwe ji dest dane Mursel Under jî destnîşan kir ku doz li şûna ku berpirsiyarên rastîn derxe holê, veguheriye pêvajoyeke ku mexdûran mijûl dike.
Under diyar kir ku wan derbarê gelek kesan de, di nav de çar wezîr, rayedarên emniyetê, rêveberên şaredariyê û saziyên cur bi cur ên giştî gilî kirine, lê doz tenê bi 7 rayedarên giştî yên li Şaredariya Dîlovayê ve hatiye sînordarkirin.
Under da zanîn ku xwediyê rastîn ê kargehê Alî Osman Akat e û got ku Akat li şûna berpirsiyariya xwe ya di kuştina karkeran de, bi tohmeta parastina sûcdar tê darizandin.
HAT TESPÎTKIRIN KU 12 KARKER BÊ SÎGORTE HATINE XEBITANDIN
Under got ku li gorî tespîtên pisporan, di kargehê de 12 karkerên bê sîgorte ku di nav wan de koçber û zarok jî hebûn hatine xebitandin, lê tevî vê yekê tu berpirsiyarî li SGK û ÎŞKUR’ê nehatiye barkirin.
Under diyar kir ku di dozên kuştina karkeran de polîtîkaya bêcezakirinê zêdeye, lê di doza Dîlovayê de têkoşîna hevpar a malbatan encamên girîng bi xwe re anîne. Onder, destnîşan kir ku girtina rayedarên giştî di vî warî de pêşketineke girîng e û got: “Tenê dema ku daxwaza edaletê vediguhere têkoşîna edaletê, encam tê girtin.”

