Teqîna pêr a li Febrîqeya HABAŞ Demîr Çelîk a li navçeya Alîaga ya Îzmîrê ku di encamê de 18 karkerî jiyana xwe ji dest dan, mijara kuştina karkeran a li Tirkiyeyê jinûve xist rojevê. Li gorî rapora Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) ku her meh bi rêk û pêk diweşîne, tenê meha Cotmehê 193 karker li kar jiyana xwe ji dest dan.
Endamê Komîsyona Kedê ya Rêxistina Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Seyfettîn Gulengul sedemên kuştina karkeran ku bi bûyera li HABAŞ’ê jinûve kete rojevê ji ANF’ê re nirxand.
‘ROJANE DERDORA 6 KARKER DIMIRIN’
Seyfettîn Gulengul anî ziman ku rojane li Tirkiyeyê derdora 6 karker jiyana xwe ji dest didin û got, “Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin: Li Tirkiyeyê rojane derdora 6 karker li ser kar dimirin. Em bala xwe bidin ser qezayên kar ên bi salan li Febrîqeya HABAŞ Demîr Çelîk û tesîsên bendergehê.
Sala 2007’an di encama teqîna topê de Îlyas Kirdi jiyana xwe ji dest da, 10 kes birîndar bûn.
24’ê Tebaxa 2008’an Kûtbettîn Ozkaya di bin bloka hesin a 2,5 tonî de ma ku ji vînçê şemitî û jiyana xwe ji dest da.
Sala 2013’an ji ber qutbûna werîs di 2 qezayên cuda yên nava mehekê de Olgar Oner û Engîn Solmaz jiyana xwe ji dest da.
27’ê Nîsana 2017’an li Kocaeliyê di encama teqîna li tankera LPG’ê de Naîl Demîrcî jiyana xwe ji dest da.
26’ê Tîrmeha 2018’an li ocaxa pola ji ber teqînê Evren Erîk bi giranî birîndar bû û 3’ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da.
2018’an Hasan Bostanci kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Di 14’ê Tebaxa 2020’î de karker Şaban Karaca yê di nava blokên pola de ma jiyana xwe ji dest da.
7’ê Cotmeha 2020’î Kadîr Ozdemîr ê bêyî xeta ewlekariyê dihate xebitandin ji bilindahiyê ket û mir.
6’ê Mijdara 2020’î karkerê benderê Raîf Çatan kete nava deryayê û xeniqî.
28’ê Tebaxa 2020’î Oktay Eryilmaz ê ji vînçê ket jiyana xwe ji dest da.
11’ê Çileya 2024’an Kemal Ozdemîr ê rûlo ya metal ket ser wî, jiyana xwe ji dest da.
21’ê Cotmeha 2026’an Hakan Dogan ê li ser pêlikê dixebitî ji bilindahiya 8 metreyî ket û jiyana xwe ji dest da.
5’ê Midjara 2026’an ji ber teqîna lastîka makîneya kar Eyup Egînglî jiyana xwe ji dest da.
9’ê Mijdara 2026’an j iber teqîna vînc 19 karkerî jiyana xwe ji dest dan, 15 karker jî birîndar bûn.
Gelo kontrol li van febrîqeyan hemûya tê kirin? Belê tê kirin, li gelek ji wan rapor jî tê amadekirin. Lê belê rewşeke bi vî rengî heye.”
‘DEWLET SERMAYEYÊ DIPARÊZE’
Seyfettîn Gulengul anî ziman ku dewlet sermayeyê diparêze û got, “Dewlet sermayeyê diparêze, parastina sermayeyê weke wezîfeya xwe dibîne. Qaşo bi gotina sermayey derfetên kar diparêze, piştgiriyeke xurt dide wê.”
Seyfettîn Gulengul ragihand ku DEM Partî bi salan e li hemberî kuştina karkeran dixebite.

