Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxa Marînê ya girêdayî Nisêbînê gelek jin hatin ba hev. Çalakiya ku bi dirûşma “Bi Hêza Cewherî û Vîna Azad Niha Dema Jinê Ye” hat lidarxistin, bi daxuyaniya li ber Mala Gel a Marînê dest pê kir.
Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku tundî bi rêya mekanîzmayên cuda yên dewlet, malbat û jiyana civakî ji nû ve tê sepandin û got ku tevî avaniya pir-nasname û pir-çandî ya Mêrdînê jî jin bi rêbazên cuda yên serdestiya mêran re rû bi rû dimînin.
Gulbîn Şahîn Daghan, da xuyakirin ku jin ji jiyana civakî tên dûrxistin, keda wan nayê dîtin û ji mekanîzmayên biryardayînê dûr tên ragirtin.
Piştî daxuyaniyê jinan bi tilîliyan û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” şitlên berû û mêwan çandin.

