Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişên Artêşa Pasdaran a Îranê ya di 11’ê Mijdarê de li ser çend gundên li sînorê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê pêkaniyî, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku roja 11’yê Mijdarê gundên Qamîşele, Henarşêxan û Gagil ên ser bi Merîwanê, ji aliyê hêzên Artêşa Pasdaran ve bi drone û çekên giran hatin hedef girtin.
YRK’ê da zanîn ku di encama êrişan de ziyanek mezin bi mal, bax û zeviyên gundiyan bû.
Her wiha YRK’ê ragihand ku di encama êrişan de ti ziyanek bi hêzên wan nehatiye û hemû hevalên wan bi tendurist û selamet in.

