Desteya Çavdêrî û Îdareyê ji bo nirxandina berdana Pinar Tikit ku ji sala 2014’an û vir ve girtî ye, 5’ê Mijdarê li hev civiya. Desteyê biryar da ku berdana Pinar Tikit 9 mehên din taloq bike.
Hate ragihandin ku Pinar Tikit a ku kîst a araknoid li ser mejiyê wê ye, di nava mercên girtîgehê de nikare bê dermankirin. Pinar Tikit di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.

