Çarşem, 11 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara qurbaniyên teqîna li HABAŞ’ê bû 19

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pascal Torre: Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser pêvajoyê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şiyar Şevger: Em ê teqez xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bombardûmana li ser Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Qendîlê li ser şopa şehîdan
Kurdistan

Li Qendîlê li ser şopa şehîdan

Endamê Komîteya Xebatên Şehîdan Munzur Diyar dîroka şehîdgehên li Qendîlê, bi Mehmet Karasûngûr dide destpêkirin. Dibêje ku li şehîdgehê gorên kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Karasûngûr, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hene.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 21 dq.
Parvekirin

Nebûna kesekî ku bi salan agahî jê nayê wergirtin, di jiyana yên mayî de timî hebûna xwe didomîne. Malbat carna bi hêviya dibe ku rojekî vegere, carna bi wêneyekî kevin, carna jî bi pirsên bêbersiv jiyana xwe didomîne. Bi salan agahî ji kesekî negirtin û fêrbûna ku êdî ew jiyan nake, heman hestê ava nake. Di nava demê derbas dibe de li malan zarok mezin dibin, dayik û bav kal dibin, hinek ji wan hîna agahiya ku li bendê ne wernegirtine, jiyana xwe ji dest didin. Navê kesê agahî jê nayê girtin jî, di bîran û îhtîmala dibe rojekî vegere de dijî. Di demên ku îhtimala aştiyê jinûve tê axaftin de, hêviya vegera mirovên ku demek dirêj agahî jê nayên girtin jî car din xurt dibe. Îlanên şehîdan ên di demên dawî de, rastî demek wiha hat. Li bajarên cuda taziye hatin danîn, wêneyên ku bi salane tên veşartin hatin derxistin, jiyana şehîdan hate vegotin. Hinekan jixwe şehadeta xizmên xwe bihîstiye, li benda daxuyaniyeke teqez bûn. Hinek jî piştî nediyariya bi salan, agahî cara ewilî wergirt. Kesên ku hewl didan sedemê derengbûnê fêm bikin jî hebûn. Kesên dixwazin rojên dawî yên xizmên xwe bizanin, li kuderê û bi kê re jiyana xwe ji dest da, gorek wî/ê heye yan na…

Li Qendîlê me bi Endamê Komîteya Xebatên Şehîdan Munzur Diyar re têkildarî pêvajoya avakirina şehîdgehan, çima agahiyên şehadetan dereng dimînin û hewldanên wan ên ji bo ragihandina malbatan, hevdîtin kir. Diyar, beriya ku behs bike ka agahiyên şehadetan çawa kom dibin û çawa agahiyê radigihînin malbatê, me dibe sala 1983’yan. Dîroka şehîdgehên li Qendîlê bi Mehmet Karasûngûr dide destpêkirin.

EM HATIN EMANETÊ XWE BIGIRIN

Di wan salan de Qendîl herêmeke welê bû ku rêxistinên cuda yên Kurdan lê hebûn. Karasûngûr dema bi van rêxistinan re hevdîtin dimeşand, 2’yê Gulana 1983’yan di êrîşekê de şehîd bû. PKK’ê di vê pêvajoyê de Qendîl nas kir; Wate û girîngiya Qendîlê bi şehîdbûna Karasûngûr re pêş ket. Piştî şehadeta wî cenazeyê Karasûngûr ji gundiyekî bi navê Şêx Omer ê li herêmê dijî re hate hiştin. Yên ew teslîm kirîn, gotibûn, “Emanetî we ye, em ê rojekê werin bigirin.” Şêx Omer jî zêde ji vê bawer nekiribû. Berê rêxistinên cuda dîtibû, cenazeyên li paş mane dîtibû. Difikirî ku vê carê jî kesek navegere. 14 sal li ser derbas bûn. Endamên PKK’ê yên sala 1997’an hatin Qendîlê, şevekê çûn serdana Şêx Omer û pirsa cenazeyê beriya bi salan hatî hiştin kirin: “Em hatin emanetê xwe bigirin.”

LI HERÊMA ŞEHÎD HARUN, ŞEHÎDGEHA DESTPÊKÊ

Diyar dibêje, bi bîr hatina soza beriya bi salan hatî dayîn, li ser gundiyan bandoreke kûr çêdike. Lê belê, demildest cenaze ji cihê lê rakirin, ne pêkan bû. Ji ber xebatên li herêmê û şert û mercên kontrolkirinê, çend salên din jî derbas bûn. Cenazeyê Karasûngûr sala 2003’yan ji gora li baxçeyê gundî hate rakirin û birin yek ji şehîdgehên li Qendîlê. Sala 2006’an jî hate veguheztina şehîdgeha navendî ya roja îro. Li Qendîlê şehîdgeha destpêkê sala 2001’an li herêma bi navê Şehîd Harun hatibû avakirin. Navê Şehîdgeha Şehîd Harun di salên piştre de weke Şehîdgeha Şehîd Gulan-Şehîd Simko hate guhertin. Yekîneyên li qadên cuda, ji ber ku hîn jî şehîd li cihên lê dispartin axê, bi demê re 7 şehîdgehên cuda çêbûn. Salên 2004 û 2005’an dema serdanên malbatan zêde bûn, xwegihandina van şehîdgehan hîn zêdetir bû pirsgirêk. Di nava kesên dixwazin gora zarokên xwe bibiînin de dayik û bavên kal jî hebûn, ji bo çûyîna hin şehîdgehan divê mirov li rêya çiyayan saetek-du saet meşîba.

BI SEDAN GERÎLA XEBITÎN

Li ser vê yekê biryar hate dayîn ku şehîdgeh li cihekî bên komkirin. Ji bo çêkirina Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr bi sedan gerîla xebitîn. Di wê demê de derfetên amûr û makîneyên kar bi sînor bûn. Yên bi rengê koman dihatin goristan amade dikirin, rê sererast dikirin û piştre vedigeriyan qadên cuda. Hin ji kesên tevlî van xebatan bûne, di salên piştre de şehîd bûn û li şehîdgehên ji bo çêkirina wê xebitîne hatin veşartin.

LI GORISTANA AMADEKIRÎ HATE VEŞARTIN

Yek ji wan Kendal bû. Endamekî PKK’ê yê Ereb bû, ji Reqayê hatibû. Kendal nêzî du salan di çêkirina goristanê de xebitî, rojekî ji bo hevalekî xwe yê nas gor amade kiribû. Ji ber ku hevalê xwe ji nêz ve nas dikir, bi îfadeya Diyar gor “bi baldarî û hesasiyeteke mezin” çêkiribû. Lê cenazeyê hevalê wî yê li Silêmanî şehîd bû, ji ber ku malbat li Mexmûrê bû birin wir. Gora hatî amadekirin jî vala ma. Kanûna 2007’an di dema êrîşên hewayî de Kendal ji bo parastina qadê hate wezîfedarkirin. Du roj beriya şehadeta xwe ji hevalên xwe re got, “Eger êrîşa hewayî çêbibe û ez şehîd bibim, gora min amade ye.” Di êrîşa ewilî de şehîd bû. Hevalên wî Kendal spartin gora ku wî amade kiribû.

TEVAHÎ KURDISTAN LI VIR E

Gorên li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr, demên cuda yên PKK’ê jî tîne ba hev. Ev dîroka ku ji tevlîbûnên destpêkê heta şehadetên salên dawî dewam dike, di çîroka jiyana kesên li şehîdgehê de bersivê dibîne. Îbrahîm Bîlgîn ê bi Karasûngûr re şehîd bû jî li vir e. Bîlgîn ê ji Sêwasê, li Enqereyê yek ji ciwanên destpêkê tevlî PKK’ê bûne bû. Di nava komên ewilî yên Lubnanê de cih girtiye, piştre tevlî komên hatine çiyê bûbû. Di dema amadekariyên ji bo derbasbûna Bakur de, bi Karasûngûr re hate Qendîlê û sala 1983’yan di heman êrîşê de şehîd bibû. Diyar wateya şehîdgehê tenê bi vê domdariya dîrokî şîrove nake. Li vir ji xeynî kesên ji 4 parçeyên Kurdistanê hatine, gorên Kurdên li sirgûnê û yên ji Kafkasyayê tevlî tevgerê bûne jî hene. Tahir Aliyev jî yek ji wan e ku ji Kazakistanê tevlî PKK’ê bû û ji ber aşûtê şehîd bû. “Li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr tevahî Kurdistan bûye yek. Ji 4 parçeyan şehîd hene. Tevahî Kurdistan li vir e.”

KARASÛNGÛR, ALTÛN Û KAYTAN BI HEV RE NE

Hingî cenazeyên nû tên, ev şehîdgeh berfireh dibe. Diyar destnîşan dike ku yên di dema dawî de şehadetên wan hatine ragihandin û nêzî 70 gerîlayên li Qendîlê şehîd bûne, li vir hatine veşartin, cenazeyên li qadên din jî qasî derfetan tên veguheztin. Lê belê hemû cenaze nayên veguheztina Qendîlê. Li Asosê şehîdgehek heye, li Gare jî şehîdgeheke nû tê amadekirin. Cenazeyê Alî Haydar Kaytan jî yê di dema dawî de ji Gare hate anîn, li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hate veşartin. Diyar dibêje, Karasûngûr û Riza Altûn jî li vir in, lewma ev yek bandor kiriye ku Kaytan jî bînin vir.

ŞEHÎDGEH DÎROKA ŞOREŞÊ NE

Şehîdgeh di salên piştre de ji êrîşên hewayî bandor bûn. Heta 2015’an her çendî li hin cihên derdor hatibe xistin jî, şehîdgeh bi xwe nehatibû hedefgirtin. Di dema piştre de jî çarçoveya êrîşan guherî. Diyar êrîşa li ser şehîdgehan weke hewldana jêbirina bîra dîroka PKK’ê dinirxîne: “Şehîdên me bîra vê şoreşê ne, dîroka me ye. Wan jî rasterast berê xwe dan vê yekê. Xwestin li ser wê bîrê, dîrokeke mîna ayîdê xwe ava bikin. Ne tenê li şehîdgehan hate xistin, her wiha li kêleka her şehîdgehekê baregeheke Tirkan heye. Lê belê em jî bi israr hewl didin vê bîrê zindî bigirin.”

QEYDÊN LI AXÊ HATINE SPARTIN

Di êrîşa hewayî ya sala 2017’an de, muzeya ku eşyayên şehîdan lê hatine veşartin û misafirxaneyan zirar dît. Li gel xebatên sererastkirinê parastina wêneyan, eşyayên şexsî û qeydên nivîskî jî di nava karên komîteyê de bû. Li Qendîlê girtina qeydên derbarê şehîdan, ji avabûna şehîdgehan hîn kevintir e. Diyar rabirdûyê van xebatan heta bîranîn û xebatên nivîsê yên piştî şehadeta Hakî Karer destpê kirine jî, dibe. Xebatên ku demên destpêkê hîn zêdetir bi rêya çapemeniyê hatine meşandin, bi demê re şêwazên cuda girt. Dawiya sala 2002’yan komeke dilxwazan dest bi berhevkirina şahidiyên berê û qeydan kirin. Xebat bi demê re bi saziyên cuda dom kir. Komîteya Xebatên Şehîdan a sala 2014’an hatî avakirin jî lêkolîn, arşîv, meyzandina şehîdgehan û amadekirina çîrokên jiyanê di bin heman sêwanê de kom kir. Komîteya ku destpêkê 35 kesan lê wezîfe meşand, ji ber şerê dijwar, êrîşên hewayî û şehadetên xebatkaran her çû teng bû. Ji pêşengên xebatê Kasim Engîn jî şehîd bû. Komîte piştî sala 2018’an neçar ma ku xebatên xwe bi 5-6 kesan bide domandin. Parastina qeydan jî herî kêm qasî kombûna wê zehmet bû. Li çiyê, beşekî arşîvên li qadên şer dihatin girtin, winda bûn, beşek din jî kete destê dewletê. “Ji bo parastina vê arşîvê tu vedişêrî bin erdê. Hevalên wisa dikin şehîd dibin, bi vî rengî winda dibin. Sîstemeke me ya arşîvê hebû, lê ji ber şert û mercan qeyd winda bûn. Hîna gelek heval hene ku divê em bibînin.”

ÇIMA AGAHIYÊN ŞEHÎDAN DERENG HATIN DAYÎN?

Xwegihandina malbatan, yek ji wan zehmetiyan e ku komîte ji destpêkê ve pê re rû bi rû ye. Salên 1990’î agahiyên şehadetan di rêyejeke mezin de bi rêya Serxwebûn dihatin ragihandin. Malbatên gerîlayên ku di kovarê de wêneyên wan û çîroka jiyana wan hatine weşandin, piştî bi salan dema serî li komîteyê dan digotin agahiya wan ji vê weşanê tunebû. Kovara ku li Ewropa dihat weşandin, ne pêkan bû ku bigihije her malbatê.

Sedemên derenbûna 10 salên dawî jî, cuda bû. Guherîna şert û mercên şer, bi qasî bi malbatan re, agahî dayîna hevdû ya di nava gerîlayan de jî zehmet kir. Diyar şert û mercên giran ên salên 1990’î û tiştên di dema dawî de qewimîne, ji hevdû cuda dike: “Di salên 90’î de me di şert û mercên pir zehmet de şer kir. Em birçî man, bêav man. Lê wê demê operasyonek çêdibû, me şer dikir û operasyon diqediya. Me dîsa li qadê sîstema xwe diparast. Şerê deh salên dawî, wisa nebû. Şerekî welê bû hem ji hewayî hem jî bejahî, bê navber em dihatin şopandin û çavdêrkirin. Liv û tevgereke herî biçûk, dîmenekî herî biçûk dibû sedemê şehadetan.”

GELEK HEVAL ŞEHÎD BÛN

Çavdêriya ku bi ÎHA û SÎHA’yan dihat kirin, tespîtkirina sînyalên cîhazên ragihandinê û fotokapanên li bejahiyê dihatin bicihkirin, rêyên agahîdayînê yên berê di asteke mezin de tune kiribû. Ji herêmekî derbasbûna ya din li aliyekê, êdî liv û tevgera gerîla ya di nava kampê de jî zehmet bibû. “Dema keşif heyî ne pêkan bû mirov ji mangekî biçe mangek din. Dema tu ji sirnaxan derketî, dîmenê te hatiba girtin êrîş dihat kirin.”

Berê me dikarî bi bêtêlan xwe bigihînin qadên cuda û rewşa yekîneyan û windahiyên çêbûne bizanin. Lê belê êrîşên li ser sînyalên cîhazan hatine kirin, ev derfet jî tune dikir. Li ser vê yekê bi rêya gerîlayên ku notên nivîskî di nava herêman de dibin û tînin, agahî dihatin ragihandin. “Me xwest bêyî teknîkê, bi sîstema notan agahî bidin û bistînin. Me hewl da vê yekê bi rêya kuryeyan bikin. Gelek heval dema xwestin agahiyê bibin qadên cuda, bi fedayiyane şehîd bûn. Her roj, di şert û mercên ku 24 saetan çavdêrî heye de, hevalên me ev yek li berçav digirtin û diçûn û dihatin.”

RÊYA 10 ROJAN BÛ MEHEK

Wexta li çiya ji bo em ji cihekî ber bi cihekî din ve biçin, êdî ne tenê girêdayî dirêjiya rê bû. Carna mirov neçar dima ku bi saetan, carna jî nîv rojê bêyî liv û tevger bisekine. “Ji vir heta Behdînan, rêwîtiyek 4-5 roj e. Tu 4-5 rojan dimeşî. Teknîka dijmin te asteng dike. Carna ji bo te qeyd neke, tu bi saetan, heta nîv rojê jî bêyî liv û tevger disekinî. Dema evane berhev dibin, rêya 5 rojan dibe 10 roj. Rêya 10 rojan dibe rêya mehekî.”

Di van şert û mercan de ji herêmên nêzî hev jî bi heman rengî agahî nehatin wergirtin. Tevî ku Botan û Behdînan di nava hev de ye, agahiya şehadeta gerîlayekî li Botanê carna piştî 6 mehan digihişt Qendîlê. Qasî 6-7 mehan agahî ji Serhedê nedihat girtin. Piştrastkirina agahiya hatî jî, pirsgirêkek cuda bû. Di şert û mercên ku agahîdayîn evqasê bi sînor de, derbarê şehadeta gerîlayekê agahiya şaş jî carna dihat. “Hevalê ku me şehîd îlan kirî, em dibînin sax e. Agahiyên bisînor ên me werdigirt jî, şaş bûn.”

Vê yekê teqezkirina agahiyan, hîn girîngtir dikir. Qasî derengmayîna ragihandina şehadetên demên dawî, fikara ragihandina agahiyek şaş jî bi bandor bû. Dema agahiya şehadetekê teqez dibû, divê destpêkê agahî ji malbatê re hatiba ragihandin. Komîteyê heta ku ji destê wê hat hewl da ku bêyî agahiya malbatê ji raya giştî re daxuyanî nede. “Eger em agahiyê werbigirin jî, em nikarin rasterast bidin televîzyonê. Em rast nabînin ku malbat agahiyên şehadetê ji televîzyonê bibîne.”

DIVÊ BI MEHAN DOM KIRIBA

Şehadetên dema dawî hatine ragihandin, di destpêkê de hatibû plankirin ku 7-8 mehan dereng bên dayîn. Şûna ku nav bi navberên kurt bên ragihandin, dihat xwestin ku ji bo jiyana her gerîlayê cih were veqetandin. “Me xwest ne bi taziyeyek sê rojî, bi mehan li ser çapemeniyê yek bi yek jiyana van hevalan ragihînin civakê.” Lê belê daxuyanî, ji ya dihat plankirin zûtir hatin dayîn. Diyar dibêje, dibe helwesta dewletê di vê yekê de bi bandor be. Behsa kêmahiyên saziyên xwe jî dike: “Ya din jî şaştiyên me hene. Şaştiyên saziyên li qadê îlan ragihandine, yên xwe gihandina malbatan hene. Pir ecele kirin, pir belav kirin. Eger hinek din bi kontrol hatiba kirin, plansazî wê pêk bihata.”

JI BO ME JÎ GIRAN E

Di vê navberê de bendewariyên ji bo aştiyê jî xurt dibûn. Di demeke ku malbatên bi salan li benda agahiyê bûn hêvî dikirin car din xizmên xwe bibînin de, agahiyên şehadetên salên borî wê çawa hatiba pêşwazîkirin ji aliyê komîteyê ve jî nediyar bû. “Ya rastî, em ne li benda xwedî derketineke di vê astê de bûn. Ya rastî, em li benda bertekê bûn. Pêvajoyeke tê meşandin heye. Her kes li bendê ye wê aştî çêbibe, zarokên wan wê werin malê. Me difikirî ku bi bendewariyeke wiha re agahiya şehadetê wê bibe sedemê bertekê. Me xwe ji vê re jî amade dikir. Lê gelê me car din em matmayî kirin.”

Zêdebûna daxuyaniyan, li Qendîlê giran hatibû hîskirin. Di tevahiya rojê de li ser televîzyonan wêneyên gerîlayên şehîd, dihatin weşandin. Bandoreke mîna ya malbatan, li ser gerîlayan jî çêbû: “Ji bo me jî giran hat. Me jî carnan li televîzyonê temaşe nedikir.”

HÎN JÎ MALBATÊN LI BENDA BERSIVÊ HENE

Komîte niha bi taybetî li ser qeydên salên 1990’î xebatê didomîne. Navên rast ên hin gerîlayên di wê demê de tevlî PKK’ê bûne yan jî herî dawî li kîjan herêmê bûne, nayê zanîn. Em nasnavên ku tê bîra gerîlayên berê, bi agahiyên ji malbatan tên û wêneyan re tînin beramberî hev. Gelek gerîlayên xwedî heman nasnavê hene, ev yek lêkolînê hîn zehmettir dike. Lewma ji malbatan tê xwestin ku qasî ji destê wan were zêde wêneyan bişînin. Tê plankirin ku ji bo texmînkirina wêneyên rûyên zarokatiyê û yên salên piştre ku em bînin beramberî hev, ji teknolojiyê sûd were girtin.

XEBATA ME YA ESAS A BERIYA 2000’AN

Bernameyên şehadetê yên salên dawî di televîzyonan de hatine weşandin, bendewariyên malbatên ku salên 1990’î xizmên xwe winda kirine jî zêde kiriye. “Daxwaza gelek malbatan li ser salên 90’î ye. Em wate didin vê jî. Lê ez hêvî dikim ku malbat jî rewşa me fêm bikin. Di salên 90’î de evqasê amûrên me yên çapemeniyê nebûn. Bi taybetî piştî 2010’an, îlan li ser televîzyonê êdî tên kirin. Malbat bi rengekî xwezayî dema van dibînin, dixwazin şehîdên salên 90’î jî bibînin. Em jî bi vê xebatê hem dixwazin bersiv bidin daxwazên malbatan, hem jî rexneyan. Zelalkirina şehîdên me yên beriya 2000’an, wê bibe yek ji xebat û wezîfeyên me yên esas.”

DIVÊ BIBE KEVNEŞOPÎ

Planeke din a komîteyê ew e ku ji bo şehîdan bîranînên bi rêkûpêk lidar bixe. Her çendî ku berê agahiya şehadeta wî/ê hatibe jî, dixwazin car din jiyana wan were vegotin. Weke mînak Liceyê dide. Tê fikirîn ku gerîlayên ji Liceyê yên meha Nîsanê şehîd bûne, her sal di heman mehê de li Liceyê bi bernameyeke bîranînê bên bîranîn: “Armanca me ew e ku em bîranînên şehîdan bikin kevneşopî.”

Pirsên malbatên ku agahiya şehadetê werdigirin jî, li vir naqede. Cenazeyên xizmên wan li kuderê ye, gorek wî/ê heye? Çawa hate veşartin? Cenazeyên bi rojan hatine hilgirtin, gorên nediyar û malbatên ku piştî bi salan hatine li şopa xizmên xwe digerin, beşa duyem a gotinên Diyar e.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka / Rengîn Azîzoglû

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çîgdem Dogû: Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em xwe diparêzin

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû diyar kir ku jin divê parastina xwe bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ûkraynayê îdîa kir ku li herêma Kurskê 74 bajarok bi dest xistiye

Ûkraynayê îdîa kir ku li herêma Kurskê 74 bajarok bi dest xistiye û bi pêş…

Ji aliyê Stêrk TV

725 malbatên koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne

Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî ji nû ve destpêkirina karwanên vegera koçberan bo gundên xwe daxuyaniyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hejmara qurbaniyên teqîna li HABAŞ’ê bû 19

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şiyar Şevger: Em ê teqez xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi sedan malbatên din ên Serêkaniyê wê li warê xwe vegerin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?