Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Nifşê Nû têkildarî rûniştina parlamentê ku PDK’ê 4’ê Mijdarê bi rengekî yekalî civand bi fermî serî li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê dan.
Di serlêdanê de hate xwestin ku rûniştina parlamentê ya 4’ê Mijdarê û hilbijartina dîwana parlamentê jî di nav de hemû biryarên wergirtî bê betalkirin. Ji bo vê daxwazê jî weke hincet hate nîşandan ku rûniştina parlamentê li derveyî protokolên kombûnê bi rengekî bêhiqûqî hatiye kirin.

