Serdozgeriya Bolîvyayê ragihand ku 1’ê Çile-25’ê Cotmehê li welêt 70 cînayetên jinan çêbûn. 23 cînayet li La Paz, 14 li Cochabamda, 12 jî li herêma herî qelebalix a welêt Santa Cruz qewimîn.
Cînayeta dawî li cotgeheke şaredariya Warnes a li herêma Santa Cruz, derket holê. Malbata jina 33 salî ya ku ku ji meha Nîsanê ve winda bû, difikirî ku ew li Şîliyê ye. Di lêpirsînê de derket holê ku jin ji aliyê hevserê xwe ve hatiye kuştin û cenazeyê wê bi alîkariya kesekî din ê gumanbar hatiye veşartin.
Li gorî daneyên serdozgeriyê, 32 hezar û 444 sûc ên li ser esasê zayendperestiyê qewimîn.

