Sêşem, 7 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Berfîn Ay bi kontrola edlî hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên siyasî NATO şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê daxwaza girtina girtîgehên wekî ‘bîrê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestokirina NATO’yê: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biryara çalakiyan hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dairo Azzelini: Eger daxwaz aştî û çareserî ye, hingî divê Ocalan bibe parçeyekî muzakereyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Di gavên herî bingehîn de jî pêvajo giran dimeşe’
Rojane

‘Di gavên herî bingehîn de jî pêvajo giran dimeşe’

Hîndekara DEMOS û Zanîngeha Derby Dr. Nîsan Alici, destnîşan kir di gavên bingehîn ên wekî pêkanîna statuya qanûnî ya pêvajoyê û berdana girtiyên siyasî de jî pêşdeçûnek pêk nehatiye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Gulan 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hîndekar û lêkolînereke Zanîngeha Derby û DEMOS’ê Dr. Nîsan Alici nîqaşên li ser statuya qanûnî ya rojane û komîsyona meclisê ya di çarçoveya avakirina aştiyê û dadweriya veguhêz de di meseleya Kurd de nirxandin. Alici pratîkên çareserkirina nakokiyan ên li cîhanê û dînamîkên heyî yên Tirkiyeyê dan ber hev. Alici bal kişand ser kêmasiyên rapora komîsyona TBMM’ê ya ku bi mehan xebitî û destnîşan kir ku hîn jî gavên qanûnî yên berbiçav nehatine avêtin.

Alici diyar kir ku desthilatdarî di gavên herî bingehîn de wekî serbestberdana girtiyên siyasî û dabînkirina garantiyên qanûnî paşguh dike. Alici destnîşan kir ku di vê serdemê de ku meclis nêzî girtinê dibe, biryarên darazî û siyasî yên mezin ên li pey hev, metirsiya wê yekê hildigirin ku bendewariyên ji bo sererastkirinên zagonî careke din têk biçin.

LI CÎHANÊ BAWERIYA BI DADWERIYA VEGUHÊZ GUHERÎ

Dr. Alici diyar kir ku di pêvajoyên çareserkirina nakokiyan de li seranserê cîhanê “dadweriya veguhêz” populerbûna xwe ya berê winda kiriye û got ku baweriya bi normên navneteweyî yên mafên mirovan zirar dîti ye û wiha got, “Li Tirkiyeyê dînamîkek cuda heye, lê jixwe di salên dawî de em dibînin ku li çend welatan pêvajoyeke çareserkirina nakokiyan dest pê kiriye û pêvajoyeke berfireh a avakirina aştiyê pêk hatiye? Jixwe ev ne tiştekî pir berbelav e. Mixabin dema ku dadweriya veguhêz cara yekem derketibû holê û pir populer bû, li pey xwe hişt. Êdî bi wî awayî nêzî nakokiyan nabin.

Nivîsa Guneş Daşli ya ku beriya salek û nîvan li ser ‘rêveberiya nakokiyan a otorîter’ di DEMOSê de hatibû weşandin, bi hûrgulî nîşan dida ku pêvajoyên derbasbûna ji şer ber bi aştiyê ve di pergala cîhanê ya heyî de çiqasî ji raboriyê cuda ne. Lewma, em niha li mînakên nêz ên wekî Kolombiyayê binêrin ku aştî û dadweriya veguhêz bi hev re hatine sepandin, 10 sal di ser re derbas bûne û di 10 salan de cîhan û pergala navneteweyî hatine cihekî pir cuda. Li Tirkiyeyê jî wisa ye, lê ev rewş ne tenê ji bo Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê cih, çarçove, hewcedarî û baweriya bi dadweriya veguhêz pir guheriye. Yan jî dema em di warê mafên mirovan ên navneteweyî de difikirin, bi jenosîdan re jixwe baweriya bi normên mafên mirovan lewaz bû. Diyar bû ku ew di pergaleke çiqasî nazik de ne. Divê mirov van ji hev cuda nefikire. Ji ber vê yekê dema em li mînakên din binêrin, êdî ew berawirdkirin ne pir biwate ye.”

Alici destnîşan kir ku her çend mekanîzmayên navneteweyî kêm bimînin jî, mînakên borî ji bo îro “reçeteyek” tam pêşkêş nakin û ezmûna Îrlandaya Bakur bi vî rengî berawird kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger em li Îrlandaya Bakur binêrin, ew 30 sal berê di pergaleke cîhanê ya pir cuda de bûye. Bê guman, di mînakên din de jî rewş hene ku meseleyên wekî dadwerî, derxistina rastiyê û rûbirûbûnê kêm mane an jî gavên wan şûn de hatine avêtin, lê ev jî pir hêvîdar nîn in. Li Îrlandaya Bakur bi dehan sal di ser bidawîbûna şer û îmzekirina peymana aştiyê re derbas bûne. Lê belê hîn jî parêzvanên mafên mirovan, parêzer û malbatên kesên hatine kuştin, ji bo înfazên bêdaraz û kujerên nediyar di van salan de bi têkoşînekê dikarin gavan bidin avêtin. Li wir jî mekanîzmayeke berfireh a dadweriya veguhêz nehatibû avakirin, lê hinek tişt parçe parçe çêbûn. Bo nimûne, ji bo tespîtkirina rastiya windayan û dîtina cenazeyên wan li Îrlandaya Bakur komîsyoneke serbixwe hatibû avakirin. Ev pêvajoyek paralelî peymana aştiyê bû. Tiştên bi vî rengî yên perçekirî çêbûne, lê nêzîkatiyek yekpare tune ye. Meseleyên dadwerî û rastiyê hîn jî li derve mane û tên nîqaşkirin. Lê gelo şer qediya ye? Belê, qediya ye. Lê wekî ku min got, atmosfereke siyasî û rejîmeke mafên mirovan a wisa cuda hebû ku niha berawirdkirina bi wan mînakan re mixabin tiştekî zêde nade me.”

DI RAPORÊ DE DAXWAZÊN DERBARÊ RÛBIRÛBÛNA BI RABORIYÊ RE NEHATINE NÎŞANDAN

Akademîsyen Nîsan Alici ku nîqaşên statuya qanûnî ya rojane û fonksiyona komîsyona meclisê ya li Tirkiyeyê dinirxîne, rexne kir ku di rapora komîsyona meclisê de cih nedane daxwazên parêzvanên mafan û xizmên windayan û got: “Ger em bi taybetî li dadweriya veguhêz binêrin, xebata komîsyonê û derketina raporekê tiştekî erênî ye, lê di wê rapora komîsyonê de daxwazên der barê rûbirûbûna bi raboriyê re nîn in, ew nehatine nîşandan. Halbuki Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, xizmên windayan, gelek saziyên mafên mirovan û akademîsyenên ku li ser çareserkirina nakokiyan dixebitin, çûn wê komîsyonê û rasterast daxwazên xwe yên dadwerî û rastiyê ragihandin. Yanî tevî ku em şahid in ku li wan hat guhdarîkirin, di raporê de qala wê nayê kirin ku pêvajoyeke aştiyê an jî çareseriya meseleya Kurd pêwîstî bi bicihanîna van daxwazan heye. Ev kêmasiyeke pir mezin e.

Nexwe ev komîsyon bi mehan xebitî, lê encama wê ya berbiçav çi bû? Di dema xebata komîsyonê de jî nîqaşên ‘Armanca komîsyonê çi ye û dê çi jê derkeve?’ hebûn. Heya car caran rexneyên parlamenterên endamên komîsyonê jî di raporê de cih girtine. Heger dê wisa bibûya, çima evqas mirov çûn li wir bendewarî, daxwaz û nêrînên xwe vegotin? Çima ev nayên berçavgirtin?”

GAVÊN BINGEHÎN JÎ BI GIRANÎ TÊN AVÊTIN

Dr. Nîsan Alici anî ziman ku neavêtina gavên herî bingehîn jî bendewariyên civakî daxistiye asta herî kêm û tabloya heyî wiha nirxand: “Em li cihekî wisa ne ku gavên bingehîn ên têne payîn jî bi giranî tên avêtin. Di meseleya rûniştina pêvajoyê li ser statuyeke qanûnî, meseleya zagon û statuyê yan jî dîtina tiştekî berbiçav derbarê vegeran de; di gavên wekî serbestberdana girtiyên siyasî û vegera gelek kesên ku bi neheqî di hundur de ne bo cem malbatên xwe, tu pêşveçûn nayê dîtin.

Ji ber vê yekê mixabin em bi vê hestê re rûbirû dimînin: Li aliyekî daxwazên rûbirûbûna bi raboriyê re û dadweriyê bihêlin, mirov hîs dikin ku ‘Bila qet nebe ev beş werin çareserkirin, yanî rewşa ku em jê re dibêjin aştiya negatîf pêk were, em ê paşê ji bo yên din têkoşînê bikin’. Ger em rastgo bin, mixabin em li cihekî wisa ne.”

BIRYARÊN LI PEY HEV PIRSA ‘GELO DÊ PÊVAJO TÊK BIÇE’ ÇÊDIKIN

Alici diyar kir ku bendewariyên derbarê derbasbûna sererastkirinên qanûnî beriya girtina meclisê, bi biryarên darazî û siyasî yên li pey hev hatine taloqkirin û bal kişand ser nediyariya atmosfera siyasî û ev tişt gotin: “Dibe ku me beriya du rojan biaxiviya, me ê tiştekî din pêşbînî bikira. Lê niha dema em li ser vê diaxivin, nû biryara ‘bêhukmiya teqez’ ji bo CHP’ê hat, Zanîngeha Bilgi hat girtin; biryarên pir mezin li pey hev tên girtin. Di demekê de ku ji girtina meclisê re pir hindik maye, zehmet e ku mirov bibîne ka planek çawa heye û dê çi bibe. Halbuki di çend rojên dawî de me daxuyaniyên wisa didît ku qala lezkirina sererastkirinên qanûnî û derbasbûna wan beriya girtina meclisê dikirin. Van biryarên ku li ser vê yekê hatin, bê guman vê pirsê çêdikin: Gelo ev pêvajo dê careke din têk biçe an dê dîsa paşve gav werin avêtin? Ji ber ku em dizanin ev biryar bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê mixabin dîtina pêşiya me ne hêsan e.”

Dr. Nîsan Alici destnîşan kir ku xitimînên di girtina serdema qanûndanînê ya par de îsal jî fikarên wekhev çêdikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir:” Ev rewş bê guman pir xirab e; par jî di van deman de gelek hêvî hebûn. Bendewariyek hebû ku beriya girtina meclisê hinek guhertin çêbibin, bi kêmî ve dihat xuyakirin ku dê ji bo girtiyan tiştek were kirin lê nebû. Pêşî hat gotin ‘Meclis girtî ye, temam dê bimîne ji payîzê re, dê di komîsyonê de were nîqaşkirin’ û niha em salek bi şûn de ne. Dîsa em nêzî girtina meclisê û dawiya serdema qanûndanînê bûn û ev rîsk hemû hîn li holê ne. Ev rewş jî bê guman, fikarên pir cidî çêdike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’Ê GULANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şanoya “Muzîka Sor” di Festîvala Şehîd Yekta Herekol hat lîstin

Roja yekemîn a Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol şanoya Koma "Hevalên Gezîze"…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê amadekariyê dike ku di demeke kurt de biçe Îmraliyê

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha got, “Em plan dikin ku di demeke kurt de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozturk: Destwerdana li CHP’ê pêvajoya aştiyê zehmet dike

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk got, "Bi van destwerdanên li CHP'ê re xuya ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Leşkerên Tirk careke din agir berdan gundên Til Temirê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojnamevan Berfîn Ay bi kontrola edlî hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiyên siyasî NATO şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê di teqînê de 18 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?