Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a têkildarî girtiyên nexweş, li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji wan 335 kes bi nexweşiyên giran re rû bi rû ne, 230 kes jî nikarin jiyana xwe bi tena serê xwe bidomînin. Herî dawî wefata girtiyê nexweş Tuncer Saglam, rewşa girtiyên nexweş careke din anî rojevê.
Yek ji wan girtiyan Abdulkadîr Kaya ye ku 58 salî ye û li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Riha ye. Nexweşiyên giran ên dil û tansiyonê yên Kaya hene. Tê gotin ku rewşa tenduristiya wî roj bi roj xirabtir dibe.
Her du kurên Kaya jî di girtîgehê de ne. Sevda Kaya, ji ber ku hevser û her du kurên wê di girtîgehê de ne, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Sevda Kaya ji ANF’ê re axivî û daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan û di vê mijarê de gavên şênber bên avêtin.
FIREHBÛNA DAMARÊ AORTÊ GÎHAHIYE 4,9 SANTÎMETREYÎ
Sevda Kaya, diyar kir ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jî hevjînê wê nayê berdan û got ku ew ji tenduristiya wî bi fikar in. Sevda Kaya wiha got: “Hevjînê min Abdulkadîr Kaya 58 salî ye. Berê emeliyata dil bûye. Nexweşiya wî ya tansiyonê heye. Tansiyona wî di cih de bilind dibe, paşê tavilê dikeve. Damarê wî yê dil fireh bûye. Dawiyê de got ku di qapaxika cihê ku lê emeliyat bûye de jî pirsgirêk heye. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên giran hene. Tevî vê yekê jî di girtîgehê de tê ragirtin. Em dixwazin ew were berdan.”
‘EZ ZAROKÊN XWE TENÊ ÇEND CARAN DI SALÊ DE DIBÎNIM’
Sevda Kaya, da xuyakirin ku li gel hevjînê wê, du kurên wê jî di girtîgehê de ne û wiha axivî: “Ji bo hevjînê min Abdulkadîr Kaya 11 sal û 6 meh, ji bo kurê min Mehemed 25 sal û ji bo Ferhat jî 7,5 sal ceza hate dayîn. Mehemed li Erzînganê, Ferhat jî li Konya Eregliyê tên ragirtin. Rewşa wan jî ne baş e. Rastî heqaret û zordariyê tên. Di her axaftineke telefonê de qala pirsgirêkên ku dijîn dikin. Timî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.
Ji ber ku nikarim pir caran biçim serdanê, ez nizanim zarokên min çi dijîn. Ez dikarim zarokên xwe di salê de tenê çend caran bibînim. Hevjînê min li vir e, lê ez nikarim her tim biçim serdana wî jî. Bila ev zilm êdî biqede.”
‘NEXWEŞIYÊN WÎ LI GIRTÎGEHÊ DEST PÊ KIRIN’
Sevda Kaya, anî ziman ku berî ku hevjînê wê bikeve girtîgehê ti pirsgirêkeke wî ya tenduristiyê tune bû û wiha domand: “Van nexweşiyên wî li girtîgehê dest pê kirin. Ez jî ji ber çûyîn û hatina serdana zarokên xwe nexweş ketim. Bi min re jî gelek nexweşî derketin.”
‘HEKE KESEKÎ DIN BIMIRÊ, WÊ KÎ HESABÊ VÊ YEKÊ BIDE?’
Sevda Kaya, anî ziman ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş di nava xetereyê de ye û destnîşan kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berdana girtiyên nexweş divê bibe yek ji gavên herî pêşîn û xwest ku berî ku li girtîgehên mirinên nû çêbibin gav bên avêtin.
Sevda Kaya, xwest ku hevjîn û zarokên wê werin berdan û daxwaza xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dixwazin ku yekser werin berdan. Em dixwazin ku hemû girtî werin berdan. Bila hemû girtîgehan vala bikin, bila kes nemîne. Bila gavên lezgîn bavêjin, bila hemû girtiyên nexweş werin berdan.
Heke kesekî din bimirê, wê kî hesabê vê yekê bide? Divê hemû werin berdan. Pêşî girtiyên nexweş berdin, paşê yên din berdin. Daxwaza me wekî malbat ev e. Bila aştî çêbibe, êdî bes e! Em êdî aştiyê dixwazin.”

