Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê bi vî rengî ye:
“Kurdistaniyên hêja, welatiyên birêz;
Herêma Kurdistanê niha ber bi qonaxek hestiyar û aloz ve diçe. Berdewamiya nakokiyên siyasî û kûrbûna derzên di navbera saziyên rêveberiya Herêma Kurdistanê de rasterast bandor li ser aştî, parastina destkeftiyên destûrî û jiyana gelê Kurdistanê kiriye. Ev rewşa nexwestî, berjewendiyên bilind ên neteweya me dixe bin metirsiyeke xeternak û mezin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji destpêkê ve weke sîwanek Niştimanî – Neteweyî bi berdewamî xebitiye da ku diyalog û lihevkirin bibe alavê çareserkirina nakokiyên navxweyî. Baweriya me ewe ku berjewendiyên bilind ên welat û gelê me, xala herî giring a berpirsiyariya neteweyî û niştimanî ye û pêwîste li jora her berjeweydîyeke hizbî ya hemû aliyan be.
Piştî hilbijartinên dewreya şeşemîn ên Parlementoya Herêma Kurdistanê di Cotmeha 2024’an de, KNK’ê bi hemû daxuyanî û bi rêya şandeyên fermî ev daxwaz ji hemû aliyan kiriye û li ser pêwîstiya lezgîn a aktîfkirina parlementoyê û pêkanîna hikûmetek bihêz tekez kiriye. Her wiha di hevdîtin û civînan de xetereyên demdirêj ên berdewamiya rewşa siyasî ya xitimî analîz kiriye û amadebûna KNK’ê ji bo navbeynkariyê û aramiyê helwesta xwe diyar kiriye.
Di vê mijarê de, ji bo parastina asayîşa neteweyî û aramiya herêmê, KNK vê banga lezgîn dike:
1- Pêwîste rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û her wiha hemû hêzên siyasî, demildest bi ruhê berpirsiyarî û disoziyê vegerin ser maseya diyalogeke berfireh da ku bigihîjin lihevkirinek neteweyî û niştîmanî.
2- Pêwîste hemû aliyên peywendîdar, tevayî gelê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl û dilsozên gel, hewdanên xwe bikin yek ji bo ku rêveberiyeke baş, serweriya hiqûqê ava bikin, saziyên neteweyî xurt bikin û xizmetkirina welatiyan bikin armanca sereke ya vê qonaxê.
3- KNK bi hemû awayî hewl dide ji bo navbeynkarî, li hev hatin û li hevkirina navbera YNK û PDK’ê, ji bo parastina statuya Herêmê û berjewendiyên gelê Kurdistanê.
KNK dîsa tekez dike ku ber bi yekîtiyê ve çûyîn, tenê rêya derbaskirina nakokiyan û misogerkirina aştî û aramiya gelê me ye.
Serkeftin ji bo xebata neteweyî û yekrêziya navxweyî.”

