Siyasetmedar Gultan Kişanak têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji ANF’ê re nirxandin kir. Gultan Kişanak diyar kir ku armanca pêvajoyê ew e ku hemû gel bikarin bi ziman, nasname û çanda xwe azad bijîn û siberojeke hevpar ava bikin. Gultan Kişanak ji bo pêşveçûna pêvajoyê bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna civakî.
Gultan Kişanak bilêv kir ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin de Navenda Tevgerê gav avêtin, lê belê hikûmeta AKP’ê û dewletê hîna gavên şênber neavêtine.
‘DIVÊ EM SIBEROJEKE HEVPAR Û DEMOKRATÎK AVA BIKIN’
Gultan Kişanak ragihand ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi muzakereyên li gel desthilatdariyê sînordar nîne û bi bîr xist ku banga 27’ê Sibatê hemû civakê eleqeder dike. Gultan Kişanak destnîşan kir ku armanca Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku siberojeke hevpar û demokratîk ava bike û got, “Civak divê xwe weke demokratîk jinûve ava bike, rêxistin bike, bikeve ferqa mafên xwe û bibe hêzeke demokratîk. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di vî warî de desthilatdarî û dewletê jî eleqeder dike, lê belê piranî me, civak, gel, Kurdan û hemû gelên li Tirkiyeyê eleqeder dike. Banga ‘Vê têkoşînê xurt bimeşînin, xwe rêxistin bikin. Em siberojeke azad ava bikin ku hemû nasname û bawerî lê azad bin’ li me hemûyan hate kirin.”
Gultan Kişanak destnîşan kir ku di avakirina civaka demokratîk de divê jin bi rola bi pêşeng rabin û diyar kir ku tevgera jinan xwedî wê hêz û tecrûbeyê ye ku pêşengiyê ji veguherîna civakî re bike.
Gultan Kişanak îfade kir ku jin divê bi hemû hêza xwe beşdarî avakirina civaka demokratîk bibin û got, civakîkirina aştiyê jî berpirsyariyeke girîng e.
Gultan Kişanak ragihand ku aştî tenê bêdengbûna çekan nîne û anî ziman ku divê di beşên cuda yên civakê de peymaneke hevpar were avakirin.
Gultan Kişanak da zanîn ku di pêvajoya du salî de daxwazên civakî her diçe xurt dibe û bilêv kir ku tevgera Kurd divê bi rexne û pêşniyaran tevlî pêvajoyê bibe.
‘DESTHILATDARÎ Û MHP JÎ ROLA PÊŞENG A BIRÊZ OCALAN BAŞ DIZANE’
Gultan Kişanak bi bîr xist ku di destpêka pêvajoyê de banga pêşengiyê li Rêber Apo hatiye kirin û got, “Di qonaxa niha de em ji daxuyaniyên cur be cur dibînin ku em di demeke zehmet de ne. Du sedemên girîng ên vê zehmetiyê hene. Destpêkê, dema ev pêvajo destpê kir bangek li Birêz Ocalan hate kirin, ev bang bû: ‘Were, pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike’. Di daxuyaniyên piştre de jî ev bû banga koordînatorî û pêşengiya pêvajoya aştî û siyasîbûnê. Her kes dizane ku encex Birêz Ocalan dikare bi vî rolî rabe. Desthilatdarî jî dizane. MHP jî vê bi zimanekî pir eşkere tîne ziman. Lê belê desthilatdarî helwesteke li gorî vê rewşê raber nake. Divê vê yekê derbas bike.”
Gultan Kişanak bal kişand ser keda Rêber Apo ya ji bo pêvajoyê û destnîşan kir ku divê ji bo Rêber Apo derfet bên afirandin ku bikare di pêvajoya aştî û siyasîbûnê de bi rola xwe rabe û koordînatoriyê bike.
Gultan Kişanak anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê mijareke din a girîng ‘Qanûna Çarçoveyê’ ye û got, qanûn divê demildest bikeve meriyetê.
BANGA JI BO ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ
Gultan Kişanak bilêv kir ku şer tundiya li hemberî jinan jî zêde dike û destnîşan kir ku bi wesîleya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan divê rêxistinbûna jinan û piştevanî were xurtkirin.
Gultan Kişanak herî dawî bang li hemû jinan kir ku bi rengekî aktîf tevlî çalakî û xebatên ji bo 25’ê Mijdarê bibin.

