KCDP’yê rapora derbarê kuştina jinan a meha Cotmeha 2026’an weşand. Platformê di raporê de bal kişand ku herî kêm 20 jin hatine kuştin û 39 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî raporê ji 20 jinên hatine kuştin; 5 ji aliyê hevserên xwe ve, 4 ji aliyê mêrên ku pê re bûn, yek ji aliyê nasê xwe ve, yek ji aliyê bavê xwe ve, 4 ji aliyê hevserên xwe yên berê ve û 2 jî ji aliyê mêrên ku berê pê re bûn ve hatine kuştin. Têkiliya kujerên 3 jinan nehat tespîtkirin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku ji sedî 25’ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicî bûn ve hatine kuştin.
Hat destnîşankirin ku ji jinan 9 di mala xwe de, 3 li kolanê, 2 di erebeyê de, 2 li cihê kar û yek jî li qada meşê hatine kuştin; cihê ku 3 jin lê hatine kuştin nehat tespîtkirin. Di raporê de hat ragihandin ku di meha Cotmehê de ji sedî 45’ê jinan di malên xwe de hatine kuştin.

