Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” ji Parqa Lezgoyê heya Parqa Kanlikuyê ya Sêwregê ya Rihayê meşiya û daxuyaniya starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser jinan, da.
Aktîvîsta TJA’yê Başak Saridal diyar kir ku jin di her qada jiyanê de ji aliyê sîstema desthilatdariya mêr ve tên hedefgirtin û got, tevî hemû êrîşan jî jin dest ji têkoşînê bernadin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî diyar kir ku tundiya li hemberî jinê ne şexsî ye, pirsgirêka sîstem û civakê ye.
Ayşegul Dogan diyar kir ku jin divê li dijî zext û zordariyê têkoşînê mezin bikin û got, “Eger em li aştiyeke dîrokî digerin, divê em di civaka xwe de jî aştiyê ava bikin. Jin pêşengên aştiya civakî ne. Jinan berdêlên mezin dan.”

