Li gelek bajarên Kurdistanê li dijî ciwanan gefên sîxurtiyê didomin, polîtîkayên şerê taybet jî dewam dikin. Di demên dawî de yek ji bajarên ku polîtîkayên wiha lê tên meşandin, lê zêde nakeve rojevê Riha ye.
Ciwanekî Rihayî têkildarî vê yekê hem tiştên ku bi serê wî hatine hem jî ciwanên li derdora wî çawa ji şerê taybet bandor bûne, ji ajansa me re nirxand. Ciwanê bi navê T. ji bo civak zêdetir nerize banga rêxistinbûnê kir û behsa bûyerên ku bûye şahid, kir.
T. diyar kir ku polîtîkayên sîxurkirinê, li ser jinan ferzkirina fûhûşê û tiryak di çarçoveya şerê taybet de belav bûne û got, hewl tê dayîn ku ciwan bi gef, şantaj, pere û binçavkirinan di bin zextê de bên girtin.
‘BI DIBISTAN Û KAR GEF LI WAN TÊ XWARIN’
T. diyar kir ku yek ji lingên girîng ê polîtîkayên şerê taybet ferzkirina sîxurtiyê ye û anî ziman ku di demên dawî de li gelek bajarên Kurdistanê û Rihayê hewldanên sîxurkirinê li hemberî ciwanan zêde bûne. T. îfade kir ku ciwan li malan, dibistan, kargeh û bi rêya telefonê tên hedefgirtin û got, “Bi telefonê li hevalên me yên ciwan digerin û wan tacîz dikin. Bi rengê ku ‘em dizanin ka hûn çi kar dikin, hûn di rêya şaş de ne. Ji vê rêyê vegerin, yan hûn ê ji karê xwe, jiyana xwe ya civakî û dibistana xwe bibin’ gef li wan tê xwarin.”
T. ragihand ku ew bi xwe jî 3 caran ji mala xwe yan jî ji cihê xwe yê kar hatiye binçavkirin û got, piştî binçavkirinê rû bi rûyê teklîfên sîxurtiyê maye. T. got, “Ji min re ev tişt hate gotin, ‘Em dikarin te ji vê qirêjiyê, ji vê fikrê û ji vê partiyê rizgar bikin. Em dikarin jiyaneke hîn bi konfortir pêşkêşî te bikin’. Piştî ku me ev teklîf red kirin, berê xwe dan hevalên me yên din.”
T. bilêv kir ku bi taybetî li Rihayê li ser zêdebûna zextên li dijî ciwanan, weke komên civaka sivîl ketin nava liv û tevgerê û got, gefên li hemberî wan dewam kirine û êdî ciwan ketin nava tirsê. T. îfade kir ku teklîfa pere li piranî ciwanên hatine binçavkirin hatiye kirin û got, bi vî rengî xwestin ciwanan bikin parçeyekî sîstema polîtîkayên şerê taybet.
‘CIWAN BI TELEFONÊ TÊN TACÎZKIRIN’
T. bilêv kir ku li ser medyaya dîjîtal hesabên sixte tên vekirin û bi rêya hejmarên telefonên biyanî gef û tacîz li hemberî ciwanan didome û da zanîn ku wan ev mijar li Meclîsê kiriye rojev. T. wiha got, “Rayedarên emniyetê bi hevalên me yên parêzer re hevdîtin kirine û gotine, ji vir û şûnde tiştekî wiha êdî naqewime, her kes di fikrê xwe de azad e û di pêvajoya aştiyê ya tê meşandin de mudaxileyî ti kesê nayê kirin. Lê me ji van bawer nekir. Ji ber ku me dizanî her tim divê em li hemberî her tiştî amade bin.”
T. da zanîn ku yek ji astên din a polîtîkayên şerê taybet zextên li hemberî jinên ciwan tên meşandin e û îdîa kir ku mîna li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hewl tê dayîn fûhûş li Rihayê jî were belavkirin. T. bal kişand ser bûyerên ku di vê çarçoveyê de li Zanîngeha Harranê qewimîne û got, rayedarên zanîngehê, rektor û mamosteyan bi pere ji bo karên wiha zorî li xwendekaran kirine.
T. diyar kir ku wan hewl da van bûyeran veguhezin medyayê, lê gelek caran hin hevalên wan bi jiyana xwe ya perwerdeyê, kar û hinek jî bi jiyana xwe ya civakî hatin tehdîtkirin.
T. îfade kir ku ciwanên zanîngehê nikarin fikrên xwe azad îfade bikin, astengî li pêşiya vê yekê hene û got, “Ji ber pirsgirêkên aborî û ji ber ku li yûrdên KYK’ê cih peyda nabin, xwendekarên jin rû bi rûyê pirsgirêkên bicihbûnê dimînin û hin jin jî neçar dimînin ku bi mêrên nas nakin re heman malê parve bikin.”
T. bilêv kir ku sîstem berê jinên ciwan dide sûcên cûr be cûr û piştre bi malbatên wan gefê lê dixwin û got, wan gelek caran ev rewş kiriye rojev, lê belê ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştevaniya têrker nedîtine.
‘CIWANÊN LI DIJÎ TIRYAKÊ TÊKOŞIYANE HATIN GIRTIN’
T. ev tişt jî ragihand: “Dema em taxên hevalên xwe çavdêr dikin, me dît ku firotina tiryakê rasterast ji aliyê hin tacîrên jehrê ve tê kirin. Her wiha ciwanên ku li dijî tiryakê têdikoşin jî, tên binçavkirin û girtin.”
‘TÊKOŞÎN DIVÊ HEVPAR BIBE’
T. ev bang kir: “Em weke ciwan bang li partiyên siyasî dikin ku siberoja me biparêzin. Werin, em ciwanan li her qada jiyanê li dijî her gefê biparêzin û bi hev re têbikoşin. Hingî mudaxile neyê kirin, ev rewş wê krîtîktir be. Tiryak bandorê li jiyana ciwanan û hemû civakê dike. Em ê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe bidomînin.”

