– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Gultan Kişanak têkildarî pêvajoyê nirxandin kir û got, ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Rêber Apo bikare pêvajoya aştî û siyasîbûnê koordîne bike. Kişanak destnîşan kir ku divê Qanûna Çarçoveyê jî demildest bikeve meriyetê.
– Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn diyar kir ku nasîna statuya hiqûqî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê sereke yê pêşveçûna pêvajoyê ye û anî ziman ku divê dewlet gavên şênber bavêje.
– Li Rihayê ciwanek têkildarî zêdebûna polîtîkayên tiryakê û sîxurtiyê axivî û ragihand ku hemû ciwanên hatine binçavkirin bi dibistan û karên xwe hatine tehdîtkirin. Hat diyarkirin ku ciwanên li dijî tiryakê têdikoşin jî tên girtin.
– Endamên Koma Berxwedan û hunermendan ji bo hunermenda Kurd Nûdem Durak a ku 11,5 sal in li girtîgehê ye û li dijî nexweşiya penceşêrê têdikoşe, banga berdanê kirin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê (Başûr) daxuyanî da û got, “Divê PDK, YNK û hemû hêzên siyasî, demildest bi ruhê berpirsiyarî û disoziyê vegerin ser maseya diyalogeke berfireh.”
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên girtî û windayan bên şopandin.

