În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e
Jin

Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

Jinan bi dirûşma  “Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e” li hev civiyan û ji bo têkoşîna li dijî qetilkirina jinan bang kirin. Gultan Kişanak got: "Ji bo dawî li tundiya mêr were divê em têkoşîna xwe mezin bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi beşdariya siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û jinan, li sûka Karşiyakayê ya Îzmîrê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî meşek li dar xist. Piştî meşê li ber ÎZBAN’a Karşiyakayê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berz kirin. Daxuyaniya bi Tirkî ji aliyê Nîlay Guleser ve, daxuyaniya bi Kurdî jî ji aliyê Emîne Bozdag ve hate xwendin.’

Nîlay Guleser diyar kir ku ew ê li hemberî polîtîkayên tundî û qirkirinê yên sîstema serdest a mêran, bi hêrs û berxwedana xwe li qadan bin û got: “Em her wiha dixwazin  malbat jî demokratîk bibin û nebin çavkaniya tundiyê, bibe çavkaniya aştî û jiyana wekhev. Tiştên ku îro li Îzmîrê diqewimin jî nîşaneya berbiçav ya vê pergala tundiyê ya serdest a mêran e. Ebrû Serep a ku li Seferihisarê ji aliyê  evîndarê xwe yê berê ve mala wê hate şewitandin, Pinar Guneş a ku li Çeşmeyê di êrîşa çekdarî de hate kuştin, parêzer Ozge Penbegûl a ku li Menemenê ji aliyê nişaniyê xwe yê polîs ve hate kuştin. Di nava çend hefteyan de dawî li jiyana sê jinan anîn. Em Mîhrîban Yilmaz a ku li Bornovayê piştî windabûnê hate hat fêm kirin ku hatiye kuştin û Denîz Poyraz a ku di êrîşa çekdarî ya li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê de hate kuştin, ji bîr nakin. Aqûbeta Gulistan Dokû ya ku nehatiye ronîkirin, mirina bi guman a Rojîn Kabaîş, bêcezhiştina ku bû sedema mirina Îpek Er; em komkujiya jinan, mirinên bi guman û qirkirina jinan a ku bi navê xwekujiyê tê nixumandin, qebûl nakin . Em hişmendiya darazê ya mêran, kujeran bêceza dihêle û rê li ber lêgerîna edaletê digire, qebûl nakin. Em kuştina jinan ne weke bûyerên yekcarî, weke encama qirkirina jinan a sîstematîk dibînin.”

‘BI QIRKIRINA JINAN RE QIRKIRINA CIVAKÊ TÊ KÛRKIRIN’

Nilay Guleser da zanîn ku bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin, zarok û jinên ciwan dixwazin ji nirxên wan ên civakî bên dûrxistin û got: “Bi polîtîkayên rizandinê yên ku bi rêya hişbir, fuhûş, medyaya dîjîtal û çanda serfkarî belav dibin, têkiliya jin-zarok û nirxên civakî tên armanckirin. Bi qirkirina jinan re qirkirina civakê jî tê kûrkirin. Talankirina xwezayê bi polîtîkayên sermaye û dewlet-neteweyê re, her wiha dûrxistina jinan ji qadên jiyana xwezayî û hilberînê jî beşek ji vê siyasetê ya qirkirinê ye. Astengkirina zimanê dayikê bi polîtîkayên qedexekar, rêgirtina li ber jinan e ku bi zimanê xwe siyasetê bikin, parastina xwe pêk bînin û çanda xwe bijîn, di kesayeta jinan de armanckirina hebûna civakî ya gel e. Em ê parastina ziman, çand, xwezayê û qadên xwe yên jiyanê bidomînin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî û got: “Çawa ku piştî berxwedana Jîna Amînî ya li Rojhilat li çar aliyên cîhanê deng veda, îro em jî ji vê qadê bang dikin: Jin, Jiyan, Azadî! Tundiya mêran çawa ku li çar aliyên cîhanê hebe, berxwedana jinan jî li çar aliyên cîhanê heye. Jinên Kurd jî, tevgera jinan a li Tirkiyeyê hemûyan heta niha ji bo rawestandina tundiya li ser jinan têkoşîneke xurt meşand, ji vir şûn de jî em soz didin ku em ê têkoşîneke hê xurtir bidin meşandin. Em ê tundiya mêr bidin rawestandin. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji vir, ji Îzmîrê, bang li hemû jinan bikim; çawa ku ev zîhniyeta serdest a mêran ji bo kuştina me tu cudahiyê nake, divê em jin jî di nava piştevaniyê de bin. Divê em jin jî bêyî ku cudahiyê bikin, mil bi mil, bi hev re têbikoşin û tundiya mêr, tundiya dewletê û bêedaleta ku tundiya mêr diparêze, bidin rawestandin. Ji ber vê yekê em jin, têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna aştiyê,  têkoşîna azadiyê ya gelan, têkoşîna wekheviyê û têkoşîna zimanê dayikê yek dibînin. Li ku derê newekhevî hebe, li ku derê neheqî hebe, divê em jin li hemberî wê mil bi mil rabin û têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin. Şer tundiyê rewa dike. Ji ber vê yekê divê hemû jinên li Tirkiyeyê aştiyê biparêzin. Divê em bi hev re azadî hem ji bo jinan, hem ji bo gelên me û hem jî ji bo zimanên me bi dest bixin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê jinan govend gerandin. Piştî govendê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê veguheriye êşkencexaneyê

Ji girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê Ramazan Kaya ragihand ku girtîgeh roj bi roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Til Temir û Zirganê bi mîtîngekê piştgirî da YPJ’ê

Li bajarê Til Temirê bi pêşengiya Kongra Star mîtîngek ji bo piştgiriya YPJ'ê hate lidarxistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

JINNEWS: 16 jin hatin kuştin, 25 jin bi gumanbarî mirin

Li gorî daneyên JINNEWS'ê yên li ser tundiya meha Gulanê, 16 jin hatin kuştin, 25…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?