Kongra Star ji bo piştgiriya YPJ’ê li bajarê Til Temirê mîtîngek lidar xist. Bi sedan kes ji şêniyên Til Temir û Zirganê beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan li Til Temirê pêk hat. Beşdaran wêneyên şervanên YPJ’ê û bi nivîsîn piştgiriya YPJ’ê, hilgirtin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan li Til Temirê Ayhan Yûnis axivî û rola ku YPJ’ê parastina herêmê de nirxand.
Ayhan her wiha diyar kir ku divê YPJ’ê weke hêzek leşkerî ya rêxistinkirî di nav her pergaleke leşkerî ya siberojê de were naskirin, ji ber ku şervanên di şerê li dijî terorîzmê û parastina herêmê de xwe isbat kirin.
Endama Komîteya Dadweriya Civakî ya bajarê Zirganê, Şêxa Hamir diyr kir ku “gelê Zirganê li kêleka YPJ`ê ye û da piştgiriya têkoşîna wan a berdewam ji bo azadî û rûmetê dike. “
Mîtîng bi qîrkirina durûşmên piştgiriya YPJ’ê bi dawî bû.

