Şemî, 11 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Têkoşîn û armancên fedaiyan
Kurdistan

Têkoşîn û armancên fedaiyan

Divê mirov îrade, jiyan, têkoşîn, kûrbûn û armancên van fedaiyan baş fêhm bikin. Dest ji jiyana xwe berdan, di kesayetiya Rêber Apo, gelê Kurd û azadiyê de bûn heqîqet.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Medya şerê taybet a Tirk û medya PDK’ê hewl didin çalakiya fedaî ya li ser TUSAŞ’ê weke hinceta êrîşên dewleta Tirk a dagirker û faşîst bê nîşandan. Bi vî rengî dixwazin hêviya gelê Kurd a li Tevgera Azadiyê ya Kurd bişikîne, baweriya pê lawaz bike. Hewl didin êrîşên hewayî yên li ser Rojava, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û tayînkirina qeyûman jî bi vê yekê ve girê bidin.

Nivîskar û medya şerê taybet a Tirk 1’ê Cotmehê silava şefê faşîst Bahçelî ya li siyasetmedarên DEM Partiyê û banga tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd a di civîna komê de kir, weke destpêkirina pêvajoyeke nû nîşan dan. Lê belê çalakiya fedaî ya 23’ê Cotmehê ya li TUSAŞ’ê nîşan da ku ev nêzîkatî şaş e û pêvajoyeke bi vî rengî nîne. Dewleta Tirk a faşîst-dagirker ev çalakî ji xwe re kirin hincet û di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî bir ser Şengalê û Rojava. Piştre jî êrîş bir ser Tevgera Siyasî ya Kurd, li Esenyûrt a Stenbolê, Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê darbeya siyasî li şaredariyan kir û qeyûm tayîn kir.

Piştre jî medya şerê taybet û nivîskarên PDK’ê dest bi fikrên pûç kirin ku ji silavdayina 1’ê Cotmehê çawa gihîştiye vê astê bûne û xwestin bandora çalaikya 23’ê Cotmehê bişikînin, baweriya gelê Kurd a bi Tevgera Azadiyê ya Kurd lawaz bikin. Lê belê tiştek heye ku ew pê nizanin: Eger bîra dîrokî ya mejiyê dewletê li siyaseta Bahçelî jî zêde bikin nikarin ji 5 hezar salî wêdetir biçin. Li hemberî wan gelek heye ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne, ji dema hebûna mirovahiyê û vir ve xwedî bîr û dîrokeke civakî ye ku ava bûye. Li gel vê yekê, gelê Kurd ê ku hişmendiya azadiyê di kesayetiya xwe de afirandiye, gelekî xwedî hişmendiyeke polîtîk e. Wê rê nede karên we yên şerê taybet. Ji ber ku gelê Kurd carekê tehma azadiyê kir û heta ku xwe negihîne azadiyê wê dest jê bernede.

Mirov weke felsefeya jiyanê ji dayik dibe, mezin dibe û dimire. Mirina ku hinek jê direvin, ji bo hinekan jî ew rêya ji bo jiyan û azadiyê ye. Mirin jiyaneke nû ye. Mirin gomlekguhertina beden e; xwegihandina heqîqetê ye, asta dawî ya şervaniya heqîqetê ye. Di çîroka çar penpenîkan a felsefeya Hînt de bûyîna penpenîka çaremîn e. Xwegihandina heqîqetê bûye rastiye ku di hemû astên dîrokê de mirovahî bêyî rawestan lê geriya ye. Veguherî rastiyekê ku lêgeriya lê negihîştê yan jî ji bo gihîştinê berdêl da. Di vê serdemê de mixabin mirovahî bi saxî nikare bigihêje heqîqetê.

Weke ku Rêber Apo dibêje; mirov dibe ku bi saxî nikaribe xwe bigihîne wate û heqîqeta jiyanê. Serdema ku em tê de ne û erdnîgariya ku em lê ne ev gotina Rêber Apo bi şênberî radixe pêş çavan. Lê belê ji bo xwe gihandina heqîqetê divê her tim hewldaneke mezin bê kirin. Divê mirov di kesayetiya xwe de bi eşqeke mezin li heqîqetê bigere. Eşq jî tinebûna di nava hezkiriya xwe de ye. Weke ku Mevlana got, du çivîkên ji hev hez dikin ji lingê wan girê bidin. Yek ji çivîkan wê bimire, yê din jî wê, wê hilgire. Mevlana eşq bi vî rengî pênase kir. Belê eşq tinebûna di hezkiriya xwe de ye.

Yên ku vê heqîqetê bi rengê herî bi wate dijîn jî bêguman Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di heqîqeta azadiyê de dest ji jiyana xwe berdan û di kesayetiya Rêbertî, gelê Kurd û gelên bindest de xwe tine kirin. Asya Alî û Roger Hêlîn ku 23’ê Cotmeha 2024’an de li navçeya Kazan a Enqereyê li hemberî TUSAŞ a ku pêlîstokên şer çêdike çalakiya fedaî kirin, bi çalakiya xwe ya mezin ev heqîqet nîşan dan. Çalakiya wan, îradeya wan û hesreta wan a ji bo azadiyê bi qasî hezkirina wan a li Rêber Apo û gelê Kurd mezin bû. Bi rêya vê çalakiyê mezinahiya hezkirin û dilsoziya xwe jî nîşan dan.

Ji ber vê yekê divê îrade, jiyan, têkoşîn, kûrbûn û armancên fedaiyên vê çalakiyê baş bêne fêhmkirin. Divê mirov nameyên li pey xwe hiştin baş bixwînin. Di nameyan de tê dîtin ku van fedaiyan ji bo karibin di asta herî bilind de azadiyê bijîn, têkoşiyan. Dest ji jiyana xwe berdan û di kesayetiya Rêber Apo, gelê Kurd û azadiyê de tine bûn û veguherîn heqîqetê. Weke şopdarên wan divê em vê têkoşînê bi eşqeke mezin xurt bikin û bigihînin azadiyê. Ji bo vê jî li hemberî mejiyê faşîst, darbekar û dagirker li her derê divê li ser xeta Asya Alî û Rojger Hêlîn em têbikoşin û berxwedana xwe bigihînin azadiyê. Hingî wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikê û li gel Rêbe Apo wê gelê Kurd azad bibe. Lewma dem ew dem e ku ji bo xwegihandina azadiyê têkoşîneke fedaî bê meşandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Di doza Narîn Guran de biryara navberê hate eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobetên Edaletê: Em ê têkoşîna girtiyan bidomînin

Di Nobetên Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn…

Ji aliyê Stêrk TV

KCDK-E: Em ê komkujiyan ji bîr nekin

KCDK-E’yê, bi wesîleya 38’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî da, komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin bibîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê banga mezinkirina berxwedanê hat kirin

Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî yê beşdarî çalakiyên li Dersimê bû, banga mezinkirina berxwedanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Cansiz hate entubekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?