Endamê Polîtburo yê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Şivan Mihemed têkildarî girîngiya pêvajoyê û diyarkirina statuya Rêber Apo ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.
‘KURDAN HEMÛ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH ANÎN’
Şivan Mihemed bal kişand ser helwesta erênî ya tevgera azadiya Kurd a di vê pêvajoyê de û anî ziman ku Kurdan hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Diyar kir ku lê belê dewleta Tirk gavên pêwîst neavêtiye û ev yek jî sedemê sereke yê lewazbûna pêvajoyê ye.
‘DIVÊ JI BO RÊBER APO STATUYA QANÛNÎ Û SIYASÎ WERE NASKIRIN’
Şivan Mihemed got, “Divê ji bo mîmarê sereke yê vê pêvajoyê Birêz Ocalan statuyeke qanûnî û siyasî were diyarkirin. Yan, pêvajo pêş nakeve.”
Mihemed îşaret bi tecrîda li ser Rêber Apo jî kir û wiha pêde çû:
“Piştî pêvajoya 25 salan a girtîbûna Birêz Ocalan jî, hîna dengê Kurdan e û ji wan re rêbertiyê dike, ev pir girîng e. Tirkiye divê bibe minetdarê rêberekî wiha ku ji girtîgehê Kurdan temsîl dike û dikare bi daxuyaniyekê jî bandoreke mezin çêbike. Divê hîn ji zû ve ji bo rewşa Abdullah Ocalan çareseriyek hatiba dîtin, rewşa wî ya girtîbûnê bi dawî biba û li bajarekî Bakurê Kurdistanê bi rengekî azad xebitîba.”
Mihemed têkildarî provokasyon û nêzîkatiya dewleta Tirk a ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk û ev nirxandin kir:
“Dewleta Tirkiyeyê li ser pêvajoyeke siyasî qonaxeke diyarker da destpêkirin û dixwaze nîşanî hemû cîhanê bide ku li cihê navxweyî ti pirsgirêk nîne û wê pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê belê vê nêzîkatiyê gelek pirs çêkirin; tevî ku salek li ser derbas bû jî, dewleta Tirk ti gaveke şênber neavêt. Hîna siyasetmedarên pêşeng bê sedem girtî dihêle, nakeve hewldanê ku wan berde; li çar parçeyên Kurdistanê û dervey Tirkiyeyê jî polîtîkayên xwe yên dijberê Kurdan didomîne.”
‘GELÊ TIRKIYEYÊ LI DIJÎ ŞER E’
Şivan Mihemed bal kişand ser astengiyên li pêşiya pêşveçûna pêvajoyê û ev tişt got:
“Eger îradeyek hebe wê astengî werin derbaskirin. Me dît ku gelê Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk, amade ye. Devlet Bahçelî dema li meclîsê derbarê xwişk-biratiya Kurd û Tirkan axivî, hemû parlamenteran çepik jê re lêxist. Ev rewş nîşan dide ku gel amade ye û îradeyek heye. Di rastiyê de jî, mirovên li kolanan dibêjin ew li dijî şer in, lê belê hin siyasetmedar hîna dixwazin şer dewam bike.”
‘HEBÛNA KURDAN NABE WERE ÎNKARKIRIN’
Şivan Mihemed bang kir ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk were çareserkirin û pêvajo dereng nekeve û got, “Pêvajoya aştiyê meseleya xak û welatekî ye. Nabe ku hebûna bi milyonan Kurdan were înkarkirin. Dewleta Tirkiyeyê neçar e ku vê rastiyê qebûl bike; ji ber ku ev pirsgirêk bi polîtîkayên faşîzan çareser nabe. Ji bo pêvajo bi rengekî tendurist bimeşe, divê hêzeke navbeynkar û çavdêr yan jî aliyeke navneteweyî di pêvajoyê de cih bigire.”

