Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Divê em şehîdên xwe ji xwe re bikin mînak û li ser xeta Rêbertî bimeşin û bi ser bikevin!
Kurdistan

KCK: Divê em şehîdên xwe ji xwe re bikin mînak û li ser xeta Rêbertî bimeşin û bi ser bikevin!

KCK'ê di şexsê şehîdên meha Gulanê de şehîd hemû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şehîdan bi dilsoziya bi xeta Rêber Apo têkoşîn bi pêş ve birin. Divê em vê sekna wan ji xwe re bikin mînak, li ser xeta Rêbertî bimeşin û bi ser bikevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Meha Gulanê ji bo gelê Kurd meha şehîdan e, 18’ê Gulanê jî roja şehîdan e. Di şexsê şehîdên meha Gulanê de em şehîdan hemûyan bi minet û bi hurmet bi bîr tînin.

Bi taybetî 100 sal in êriş li hebûna Kurdan tê kirin, lewma li çar parçeyên Kurdistanê Kurd ji bo hebûnê têdikoşin. Di nava vê têkoşînê de bi sed hezaran şehîd hatin dayin. Eger îro li çar parçeyên Kurdistanê hîn jî têkoşîna azadiyê bi rê ve diçe, yên ku ev pêk anîn şehîd in. Lewma bîranîna şehîdan, qîmet û watedayina li şehîdan ji bo Kurdan hişê hebûnê ye. Gelê Kurd tenê bi vî hişî dikare hebe û ji bo jiyaneke azad têbikoşe.

Rêber Apo, PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi vê wateyê nêzî şehîdan bûn û kirin ku gelê Kurd di têkoşîna hebûn û azadiyê de pêşketinên mezin pêk bîne. Watedayina ji bo şehîdan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd bigihîne wê astê ku têk neçe. Heta ku ev watedayin û dilsoziya bi şehîdan re dewam bike gelê Kurd û Tevgera Azadiyê wê her cûre êrişan bişikîne û teqez bi ser bikeve. Şehîd ji bo me doh, îro û siberoja me ne. Ji ber vê jî bîranîn û fêhmkirina şehîdan ji bo gelê Kurd mijareke hebûnê û jiyana azad e.

Rêber Apo li hemberî darvekirina Denîz, Yûsûf û Huseyînan soza têkoşînê da. Bi avakirina PKK’ê bersiv da şehadeta Hakî Karer û têkoşîna xweparastinê ava kir. Ji bo şehîdên heta niha yên dîroka Kurdistanê biryar li ser têkoşîna pêkanîna welatekî azad û afirandina jiyaneke azad da.

Xala esasî ya ku Rêber Apo dike şoreşgerê herî mezin ew e ku parêzvan û berdevkê şehîdan e. Rêber Apo got; ez ê nehêlim hesreta şehîdan bê binpêkirin, têkoşîn wê teqez li ser xeta şehîdan bimeşe û bi pêş bikeve. Dilsoziya bi şehîdan re weke israra li ser têkoşînê û meşa li ser xeta têkoşîna serketî nirxand.

Rêber Apo bi gotina ‘PKK partiya şehîdan e’ cihê şehîdan ê li nava têkoşînê bi şênberî diyar kir. Niha jî PKK wê weke rastiya şehîdan û nirxên ku şehîdan afirandine her tim bijî. Hêzeke bi vî rengî ya rastiya şehadetê heye.

Bêguman di meha şehîdan de em Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Denîz Gezmîş, Sînan Cemgîl, Şîrîn Elemhûlî, Abdulkadîr Çûbûkçû, Azad Sîser, Çekdar Amed, Kasim Engîn, Masîro Botan, Celal Başlangiç, Sirri Sureyya Onder, Sabrî Tendurek û bi hezaran şehîdên xwe bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hesreta wan pêk bînin.

Lê belê weke kadro, tevger û gel em ê di vê meha şehîdan de kêmasiyên xwe yên di têkoşînê de bibînin, berê xwe bidin têkoşîneke hîn bi bandor û ev yek wê bibe dilsoziya me ya herî mezin a bi şehîdan re. Wan di nava têkoşînê de xwe dan pêş. Wê demê divê em jî bi pêşengiya wan têkoşîneke hîn xurt bimeşînin.

Di afirandina hemû nirxan de rola rastiya şehadetê diyarker e. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê nirxên mezin afirand. Divê êdî ew têkoşîn bê meşandin ku van nirxan bi şêweyê bicihanîna jiyana azad bibe serî. Ev yek jî li ser xeta şehîdan û bi têkoşîna bi sekna wan dibe.

Berpirsyariyeke dîrokî ye ku di vê meh û roja şehîdan de ev hemû rastî bêne zanîn û li ser vê bingehê têkoşîn bê meşandin.

Şehîdên me bi dilsoziya li ser xeta Rêber Apo têkoşîn bi pêş ve birin. Sekn, helwest û pîvanên wan sekn, helwest û pîvana Rêber Apo bû. Bi vî rengî wan xeta azadiyê bi awayê herî baş temsîl kirin. Divê em vê sekna wan ji xwe re bikin mînak û weke tevger û gel li ser xeta Rêbertî bimeşin û bi ser bikevin.

Rêber Apo projeya aştî û civaka demokratîk danî holê. Rêber Apo ku parêzvan û berdevkê herî rast ê şehîdan e, ev proje û xeta wî di heman demê de banga şehîdên me ye. Dema ku em ji vê bangê re bûn bersiv û projeya civaka demokratîk bi ser xist, hingî em ê hesreta şehîdên xwe pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê ji bo rûbirûbûna bi rastiya windayan banga gavavêtinê kir
Nûçeya Pişt re Şivan Mihemed: Heta ku statuya Rêber Apo neyê diyarkirin, pêvajo bi pêş nakeve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qurbaniyên Sikêniyê hatin bîranîn

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê di salvegera Komkujiya Nexweşxaneya Sikêniye de, şehîd bi bîr anîn.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Mûrat Mihçi: Divê komîsyon bi aliyan re hevdîtinê bike û çareseriyê biafirîne

Mûrat Mihçi yê ji DEM Partiyê ji bo rêveçûna pêvajoyê xwest, li nêrînên Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?