În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê ji MATUHAYDER’ê ji bo girtiyên jin banga azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karkerên li HABAŞ’ê dest ji kar berdan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bazara çekên neqeyidkirî bêyî sîstema ku wê xwedî dike nikare dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo hêdî dimeşe, komîsyon divê bi lez ava bibe û bikeve pratîkê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya çareseriya siyasî ya demokratîk tam e. Gavên ku me avêtine jî ispata vê yekê ne. Dema ku desthilatdariya AKP'ê atmosfera hiqûqî ya ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk afirand, wê pirsgirêk piranî çareser bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî ye:

“Piştî Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an, PKK’ê kongreya xwe kom kir. Têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir û xwe fesix kir. 11’ê Tîrmeha 2025’an ji bo nîşandana îradeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî, weke sembolik çek hatin şewitandin. 26’ê Cotmeha 2025’an di nava sînorên Tirkiyeyê yên rîska şer lê heye de, gerîla vekişiyan. Piştî qanûn derket, 26’ê Cotmehê hemû gerîla ji Tirkiyeyê hatin derxistin. Hucreyên razayî yên li metropolan jî, hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di nava 2 mehên dawî de, zêdeyî 10 şkeftên şer ên nêzî sînorên Tirkiyeyê hatin valakirin. Êdî li sînorên Tirkiyeyê û nuqteyên ku artêşa Tirk li bi cih bûye, yek hêza me ya leşkerî jî nemaye. Rewşa bêşer ne tenê weke biryareke îradî, weke coxrafîk jî pêk hatiye. Ji vî alî ve dewleta Tirk û artêşa wê nikare behsa gefeke leşkerî ya li hemberî xwe bike. Me ev berê jî ji Tirkiye û raya giştî ya cîhanê re ragihand.

Li ti devera cîhanê ya ku bi dehan sal in şer lê diqewime, tevgereke mîna me bi lez gavên bi bandor avêtiye, nîne. Lewma gavên ku me avêtine, li raya giştî ya hundir û derve matmayîbûn çêkiriye. Ji ber ku ti hêz û ti kes ne li bendê bû ku gavên wiha stratejîk di demek kurt de bên avêtin.

Ev rastî ji bo çareseriya demokratîk biryardariya Rêber Apo û ya me nîşan dide. Ev biryardariya me dibe îfadeya guhertina stratejiya têkoşînê. Li hemberî gavên me, desthilatdariya AKP’ê gavên şênber neavêtine û vê yekê di raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê de têkildarî armancên AKP’ê nakokî çêkiriye. Wisa ku, têkildarî mijarên ku di rapora komîsyona meclîsê de hatine diyarkirin û qanûnan naxwazin, gavên demokratîk nehatine avêtin û vê yekê fikarên wiha zêde kiriye.

Di nava raya giştî de, li hemberî gav neavêtina desthilatdariya AKP’ê, nîqaşên “Gelo pêvajo xitimiye an jî hatiye cemidandin?” tên kirin. Gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk a li Tirkiyeyê, di her derfetê de bang li hikûmetê kiriye ku ji bo demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka Kurd gavan biavêje.

Weke Tevgera Azadiya Kurd, di pêvajoyekê de ku tevî me gavên pir wêrek û radîkal avêtine jî desthilatdariya AKP’ê tu gav neavêtiye, hin derdor sedema pêşveneçûna pêvajoyê bi rêveberiya tevgerê ve girê didin. Ev yek rastiyan berevajî nîşan dane. Ti fikarên rêveberiya me, ne ji bo xwe û ne jî ji bo pozîsyona me ya têkoşînê ya siberojê tune ye. Tenê fikarên me ew e ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd bêyî ku dereng bimîne çareser bibe.

ÎRADEYA ME YA ÇARESERIYA SIYASÎ YA DEMOKRATÎK TAM E

Me di her derfetê de anî ziman ku pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê bi azadiya Rêber Apo dikare pêk were. Me gotiye û em dibêjin ku divê pêşî Rêberê me bigihîje şert û mercên ku bikaribe bi azad bijî û bixebite û ji bo vê yekê jî divê komîteya aştiyê û siyasîbûnê dest bi xebatê bike.

Ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî ya demokratîk a li Tirkiyeyê me îradeya xwe bi rengekî eşkere danîn holê. Dema ku sîstema hiqûqî ya ku rê dide vê yekê bê a firandin, wê vegera li Tirkiyeyê pêk were. Lewma bilezbûna pêvajoyê bi temamî bi gavên bi vî rengî ve girêdayî ye. Îradeya me ya çareseriya siyasî ya demokratîk tam e. Em ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk bawer dikin û bi vî rengî dimeşînin. Gavên ku me avêtine jî ispata vê yekê ne. Dema ku desthilatdariya AKP’ê atmosfera hiqûqî ya ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk afirand, wê pirsgirêk di asteke mezin de çareser bibe. Em bi temamî tevlî wê nêrînê dibin ku tenê bi bêçekbûnê pirsgirêk çareser nabe, ji bo jiholêrakirina sedemên ku pirsgirêka Kurd afirandine gavên demokratîkbûnê bêne avêtin. Ji ber ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewî wê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Bi vî rengî bi çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî re Tirkiye wê temamiya potansiyela xwe bide pêşvebirina civakî.

Tirkiyekeke bi vî rengî demokratîk ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn wê bala tevahiya cîhanê bikişîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tirkiyeyê çekên giran ji Kefercenê kişand, hebûna wê ya leşkerî ya li Tirkiyeyê didome
Nûçeya Pişt re YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Siwêdayê êrişa bi droneyê: 2 kes birîndar bûn

Li Siwêdayê bi droneyê êriş li ser wesayitekê hate kirin, di encamê de 2 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê binpêkirinên mafan dewam dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û cihê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?