Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, têkildarî mirina girtiyê nexweş Tuncer Saglam û binpêkirinên mafan ên di zindanan de daxuyaniyek da û xwest ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên hilweşandin û girtiyên nexweş bên berdan.
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê li dijî binpêkirinên mafan ên li zindanan û mirina girtiyê nexweş Tuncer Saglam li Kolana Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji bo girtiyên nexweş” hat vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê TUHAY-DER’ê Nedîm Şîpal ve hat xwendin. Nedîm Şîpal diyar kir ku li zindanên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan a sîstematîk ên li dijî girtiyên siyasî her roj encamên girantir bi xwe re tîne.
Nedîm Şîpal destnîşan kir ku astengkirina mafê tenduristî û jiyanê û bêparkirina ji azadiyê ya girtiyên ku înfaza xwe qedandine gihiştiye asteke herî mezin û wiha got: “Tuncer Saglam ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dihate ragirtin, tevî pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê jî di dema xwe de negihiştiye teşhîs û tedawiyeke bi bandor û di 7’ê Mijdara 2026’an de li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a Enqereyê jiyana xwe ji dest daye. Tevî nîşanên di asta pêşketî de yên di laşê wî de û serlêdanên ji bo berdanê jî bi astengiyên burokratîk biryara paşxistina înfazê nehatiye dayîn û Saziya Tiba Edlî (ATK) bi helwestên xwe yên derengxistinê mafê jiyanê rasterast dixe xetereyê.”
Nedîm Şîpal bal kişand ser biryarên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê û ev tişt anî ziman: “Girtiyên siyasî yên ku cezayê xwe bi awayekî qanûnî qedandine, bi ferzkirina poşmaniyê û bi raporên bê bingeha hiqûqî di zindanan de tên ragirtin. Ev lijne dikevin şûna dadgehan û wekî meqameke duyemîn a darizandinê mafê azadî û ewlehiya kesane binpê dikin.”
Hevserokê DBP’ê yê Wanê parêzer Cemal Demîr jî diyar kir ku pirsgirêka girtiyên siyasî pirsgirêka hemû mirovahiyê ye û kesên li zindanan jiyana xwe ji dest didin şerma her kesî ye. Cemal Demîr anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê ve 16 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û rewşa bi sedan girtiyan jî gelekî xirab e.
Cemal Demîr diyar kir ku Tuncer Saglam çend roj beriya niha jiyana xwe ji dest da û wiha bi dawî kir: “Bêyî ku dem derbas bibe divê lêpirsîn bê vekirin û berpirsyar hesab bidin. Ev 2 sal in pêvajo berdewam dike. Aliyê Kurd gelek gav avêtin lê hîn jî girtiyên nexweş nehatine berdan. Di pêvajoya berê de girtiyên nexweş li gorî raporan dihatin berdan, lê vê carê ev yek nehat kirin, ev ne li gorî qanûnê ye. Êdî dema wê hatiye ku bibin bersiva qanûn û pêvajoya azadiyê. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em bang li berpirsyaran dikin ku berpirsyariyê hilgirin ser xwe.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

