Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Stranan got û çû: ‘Tu bûyî dengê Zerdeşt’
Rojane

Stranan got û çû: ‘Tu bûyî dengê Zerdeşt’

Dayik Sevda Bagci ku behsa kurê xwe Şehîd Delîl Rênas Farqîn (Jehat Bagci) dike, diyar kir ku kurê wê ji stranên Delîla û Bermal Çem pir hez dikir û bi gotina wan stranan çûyê û got: "Pêwîst e em ji bo wan û ji bo aştiyê têbikoşin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

“Tu bûyî dengê Zerdeşt

Kawayê Medyayê

Tu bûyî resmê Manî

Baxçê ronahiyê

Tu bûyî dengê Îsa

Çermixa Romayê”

Delîl Rênas Farqîn (Jehat Bagci) ku bi vê strana Hozan Serhad re berê xwe da çiyayan, agahiya şehadeta wî di van rojan de hate ragihandin. Delîl ê ku di nav 49 gerîlayên şehîd ên Amedê de bû, di sala 2015’an de pêşî li bajar û paşê li çiyayan têkoşîna xwe domand. Delîl ku di berxwedana xwerêveberiyê de jî cîh girt, paşê berê xwe da çiyayan. Têkoşîna wî ya li çiyayan, di 1’ê Mijdara 2019’an de li Garê bi şehadeta wî giha lûtkeyê.

 

Malbata wî ku agahiya şehadetê girt, bi malbatên din re taziyeya xwe li Parka Koşuyoluyê ava kir. Dayik Sevda Bagci, diyar kir ku piştî taziyeya ku sê rojan dom kir, hem ji malbatan hem jî ji gel cesareteke mezin girtiye û bi van gotinan Delîl bi bîr tîne: “Ew xebatkar bû, hiş û fikra wî her dem li çiyayan bû.”

Sevda Bagci, da zanîn ku kurê wê bi stranên Delîla û Bermal Çem mezin bûye û hem di zarokatiya xwe de hem jî di ciwantiyê xwe de gelek dihat hezkirin û got: “Ew dengê wan vedikir, guhdarî dikir û bi wî rengî radiket.”

‘DI HIŞ Û FIKRA WÎ DE HER DEM HÊVRÊYÊN WÎ HEBÛN’

Sevda Bagci, bi vî rengî behsa Delîl dike: “Ew herî pir ji doza xwe hez dikir. Delîl di bûyerên 2006’an de her dem li pêş bû, qet ranediwastiya. Min ji wî re digot ‘Here dibistanê, li ser dersên xwe bixebite’. Ew jî ji min re digot ‘Ew ciwanên me ne’. Digot ‘Ciwanên me hemû çûn, ez ji bo kê bixebitim’. Hiş û fikra wî her dem li gel hevrêyan bû. Ji stranên Delîla û Bermal pir hez dikir, her dem guhdarî dikir. Her dem ji min re digot ‘Çi dibe bila bibe, ez ê biçim’.

Di hundirê xwe de her tişt hîs dikir. Êvaran berî ku rakeve, videoyan vedikir, li dengê wan guhdarî dikir û wisa radiket. Hemû xewn û jiyana wî bi wan re bû.”

‘STRAN GOTIN Û ÇÛ’

Sevda Bagci, diyar kir ku zarokên xwe di nav gelek zehmetiyan de mezin kiriye û got: “Çar zarokên min hene. Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da, min zarokên xwe di nav zehmetiyan de mezin kirin. Delîl ciwanekî xebatkar, bi xwe bawer û dilpak bû. Kîjan dayik bidîta yekser li ber wan serê xwe ditewand. Digot ‘Hemû dayik dayikên me ne’ û hem ji malbatan hem jî ji dayikan re hurmetek mezin nîşan dida. Ji ber ku her dem li wan difikirî, min jî fêm kir ku ew ê biçe. Ew bi gotina wan stranan çû.”

‘MALBAT Û GEL HÊZ DAN ME’

Sevda Bagci, piştî ku agahiya şehadetê girt tiştên ku jiyaye wisa vegot: “Piştî derketina qanûnê, min digot ew ê vegere, lê agahiya şehadeta wî hat. Wê rojê dema ku me bi dayikan re taziyeya hevpar ava kir, me hemûyan ji hev hêzeke mezin girt. Pêwîst e hemû taziye bi vê awayî bêne kirin. Divê ku tu malbat bi tenê nemîne. Ger wê rojê dayikan hêz nedaba min û min jî hêz neda wan, min nedikaribû ewqas bi hêz bisekiniya. Lê cesareta dayikan û wan dirûşmeyan ez li ser piyan hiştim.

Sê rojan bi piştgiriya gel û cesareta dayikan me li wir sersaxî qebûl kir. Her kesê ku dihat ji me re digot ‘Şehîdên me ne, şehîd namirin’. Gel pir xwedî derket û ev xwedîderketin morala me bilind kir. Di her dengê dirûşmeyê de me ji nû ve hêz digirt.”

‘TÊKOŞÎNA AŞTÎYÊ DIVÊ BERDEWAM BIKE’

Sevda Bagci diyar kir ku têkoşîna aştiyê ya ku Delîl meşandiye divê bê dewamkirin û ji bo vê yekê dê têkoşînê bikin û wiha domand: “Wan ji bo jiyaneke azad canê xwe da. Em ji îro şûnde dixwazin ku gel û zarok li ser axa azad bijîn. Bi vê çûyîn û têkoşîna wan re em ê hîn bi hêztir bibin û mîrasa wan berdewam bikin.”

‘ÊDÎ DIVÊ CENAZEYÊN NÛ NEYÊN’

Sevda Bagci, bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya heyî divê pêş de biçe û her kes bê merc vegere û ev banga kir: “Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Qanûn derket, piştî vê yekê divê gerîlayên ku li wir mane vegerin vir. Tenê daxwaza me dayikan aştî ye. Em naxwazin ku canê kesî biêşe. Êdî divê pevçûn çênebin. Canê gelek dayikan êşiya, gelek can çûn. Daxwaza me ya tenê bi salan e ku êdî cenaze neyên. Êdî divê ev mirov di nav aştiyê de bijîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mazlûm Ebdî bû şêwirmendê serokkomar
Nûçeya Pişt re ‘Qatilê Bosnayê’ Mladić li Laheyê mir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Komîsyon divê aqûbeta yên bi zorê hatine windakirin, derxîne holê’

ÎHD û xizmên windayan di çalakiyên li Amed, Êlih û Colemêrgê de bang li komisyona…

Ji aliyê Stêrk TV

Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî Komkujiya Gar a Enqereyê: Hesab wê ji kujeran bê bipirsîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê komkujiya Gar a Enqereyê di salvegera 9'emîn de şermezar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa li ser malbata ku muzîka Kurdî guhdar kir hat şermezarkirin

Jinan li Antakyayê êrîşa li ser malbata Kurd ya ji ber muzîka Kurdî bi daxuyaniyekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?