Mekanîzmaya Mayîna Dadgehên Cezayî yên Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) mirina Mladić piştrast kir.
Mladić ji ber ku di sala 1995’an de li Srebrenîtsayê herî kêm 8 hezar Misilmanên Bosnayî hatibûn kuştin, ji sûca qirkirinê hatibû mehkûm kirin. Her wiha ji ber birêvebirina dorpêça Saraybosnayê û gelek sûcên şerê jî sûcdar hatibû dîtin.
16 SALAN FÎRARÎ BÛ
Mladić, ku bi navê “Qatilê Bosnayê” dihat naskirin, piştî 16 salan firariyê di sala 2011’an de li Sîrbîstanê hate girtin. Di sala 2017’an de ji ber qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer cezayê zindana heta hetayê lê hat birîn. Piştî pêvajoya îtirazê, cezayên wî teqez bû.
Hat ragihandin ku Mladić ji ber pirsgirêkên tenduristiyê demekê bû di bin tedawiyê de û piştî çend felcan rewşa wî xirabtir bû. Hate ragihandin ku li nexweşxaneyekê li Laheyê mir û lêpirsînek li ser şert û mercên mirina wî hate destpêkirin.
KOMKUJIYA SREBRENÎTSAYÊ
Di Tîrmeha sala 1995’an de li Srebrenîtsayê bi hezaran mêr û zarokên Bosnayî ji aliyê hêzên Serp ve hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin. Komkujî wek yek ji bûyerên herî xwînî yên Şerê Bosnayê derbasî dîrokê bû.
Hêzên Serp ên ku Mladić fermandarê wan bû, di dema şer de Saraybosnayê jî dorpêç kirin. Di şerê ku zêdetirî sê salan dom kir de, zêdetirî 100 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî mîlyonek kes ji cihên xwe hatin koçberkirin.

