Hate ragihandin ku komeke kesên nenas li çerxerêya Salihiyê ya bajarê Hesekê êrîşî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di êrîşê de şêniyê bi navê Telal Mihemed ku nêzî cihê dewriyeyê bû, şehîd bû.
Hate diyarkirin ku êrîşkarên ku bi wesayîtekî hatin, piştî êrîşê ber bi çerxerêya Xezel ve reviyan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn û operasyoneke lêgerînê li taxa Xezel dan destpêkirin.
Duh êvarî jî çeteyên DAÎŞ’ê bi motorsîklêteke bombebarkirî êrişî nuqteyeke hêzên ewlekariyê ya li Hesekê kir. Di êrîşê de du endamên asayîşê şehîd bibûn û 5 jî birîndar bûn.

