Yekîtiya Xwendevanên Azad ên Wargeha Şehîd Rûstam CÛdî (Mexmûr) û mamosteyan, bi boneya 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi pêkanîna kareografiyekê, wêneyê pêşengê PKK’ê Hakî Karer xêz kir.
Di çalakiya ku li Sahaya 4’ê Nîsanê hate li darxistin de, mamoste, xwendevanên dibistanan, endam û rêveberên Meclîsa Ciwanan, sazî û dezgehên civakî û gelek şêniyên wargehê tevlî bûn.
Bi sedan ciwanên xwendevan, bi şêwazê kortejê, bi meşaleyên di destan de li gor xetên kareografiyê wêneyên pêşengê PKK’ê Hakî Karar xêz kir.

