Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Jin li dijî tundiyê li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeha Şêwirmendiyê biryara têkildarî Ekrem Imamoglu pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ‘1001 îmzeyên ji bo aştî û komara demokratîk’ deklarasyona ji 4 xalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandinê ya Meclîsê wê ji 19 endaman pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê serlêdanên ji ber tundiyê ji sedî 36 zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodar û Stavropolê çalakiyên jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Parastina jinan wezîfeya me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Kurd ên li Rûsyayê daxuyaniya têkildarî 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê tundiya li jinê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bûşra Muhammed Zekî: Birînên veşartî yên jinan ji yên xuya dikin gelekî bêhtir e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin
Jin

Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin

Werîşe Muradî ku cara duyemîn cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi boneya 25'ê Mijdarê nameyek şand û diyar kir ku tundiya dewletê û serdestiya mêr hev xurt dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku cara duyemîn cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi nameyeke bi boneya 25’ê Mijdarê şandiye diyar kir ku tundiya dewletê û serdestiya mêr hev xurt dikin û got: “Tu siyaset nikare îradeya me bişkîne.”

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Evînê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan peyamek şand. Werîşe Muradî di peyama xwe de bal kişand ser têkiliya di navbera tundiya nava malê, cudakariya li ser bingeha zayendê û zordariya dewletê diyar kir ku tundiya li ser jinan beşek ji pêkhateyeke bi hev ve girêdayî ye di nava malbatê de dest pê dike û heta qada giştî û mekanîzmayên desthilatdariya siyasî dirêj dibe.

Werîşe Muradî siyasetên wekî jiholêrakirin, sansur, tirsandin, binçavkirin û girtinê wekî cureyên tundiya dewletê bi nav kirin û bal kişand ser cezayê darvekirinê ku cara duyemîn lê de hatiye birîn. Werîşa Muradî diyar kir ku rayedar, demê wekî amûreke westandinê bi kar tînin ji bo tenê “mirinê” ferz bikin bi vê yekê dixwazin şûna hêviya jiyanê, tirs û teslîmbûnê serdest bikin.

Werîşe Muradî di peyama xwe de diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, berpirsiyariyeke kolektîf û beşeke bingehîn a têkoşîna berfirehtir a civakê ya ji bo azadiyê ye, bal kişand ser têgehên “Jin, Jiyan, Azadî.” Werîşe Muradî destnîşan kir ku jiyana bi rûmet û xwedî hişmendî li dijî çanda mirin û zordariyê û bidestxistina azadiyê, tenê bi hilweşandina hemû cureyên serdestî û zordestiyê pêkan e.

Werîşe Muradî di peyama xwe de ev tişt anîn ziman:

“Tundiya sîstematîk, ji nava malê dest pê dike û heta qada giştî dirêj dibe. Tunekirin, înkar, tirsandin, zext û girtinê ferz dike ku di dawiya dawî de digihîje darvekirinê. Ez ferzkirina cezayê mirinê ya cara duyemîn, wekî hewldaneke dibînim ku dixwaze demê veguherîne amûreke serdestiyê, ‘îhtîmala jiyanê’ bi ‘hêviya mirinê’ biguherîne. Lê belê kesên li ser desthilatdariyê ne fêm nakin ku helwesta min û helwesta ‘me’ çiqasî bi kûrahiyên dîrokî û rewşenbîrî ve girêdayî ye. Tu siyaseteke westandin û bêhêzkirinê nikare vê helwestê qels bike.”

Werîşe Muradî bal kişand ku siya şer rêjeyên xwekuştin û kuştina jinan li hemû herêmên Îranê bi awayekî berbiçav zêde bûne û feraseta ku bedena jinan weke kontrolkirin, desteserkirinê dibîne rexne kir.

Werîşe Muradî di peyama xwe de pirsa; “Di erdnîgariyeke ku bîra wê ya dîrokî bi çîrokên kesayetên wekî Îzedeban û Yezdanmerd hatiye hûnandin de, çawa em gihîştine wê astê ku di qada civakî de bedena jinan û hebûna wan rastî kontrolkirin, desteserî û êrîşan tê? Di qada siyasî de jî hewldana jineke ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnê dibe sedema tunebûna wê bi xwe.”

Werîşe Muradî diyar kir ku di kûrahiya vê mijarê de zîhniyeteke baviksalarî heye, anî ziman ku ev zîhniyeta ku xwe bi hêz, hiyerarşî û serdestiya li ser jinan xwedî dike hebûna jinên xwedî hişmendî û xweser di qada siyasî de qebûl nake.

Werîşe Muradî da zanîn ku sîstem ji hêz û rastiya hebûna jinan ditirse, bal kişand ku gava jin digihîjin hişmendiyê, ji statuya “mal” an “eşyabûnê” derbas dibin û dest bi pirsa bingehên pergalên desthilatdarî û serdestiyê dikin.

Werîşe Muradî diyar kir ku ji bo dûrxistina jinan ji qadên civakî, siyasî û aborî, etîketên cûrbecûr tên bikaranîn û wiha domand: “Di qada siyasî de, ji bo ku cezayê darvekirinê li me bê birîn, etîketa ‘serhildêr’ li me didin, di qada civakî de jî bi hinceta kevneşopiyan, kiryarên kuştinê wekî ‘kuştina ji bo namûsê’ bi nav dikin û bi vî awayî rewa dikin.”

Werîşe Muradî destnîşan kir ku tu hêz an pergal mafê wê tune ye navan an etîketan li kesên din bike, û pirsa ka ev pênase li ser kîjan pîvan û nirxên exlaqî hatine avakirin kir.

Werîşe Muradî bal kişand ku tawanên li dijî jinan û kuştina jinan êdî wekî berê di tarîtiyê de namînin û bêbersiv namînin diyar kir ku ev guhertin encama têkoşîn û berxwedana bi salane.

Werîşe Muradî da zanîn ku bi salan hewl hatiye dayîn tundiya li dijî jinan wekî mijareke şexsî were nîşandan û wiha berdewam kir:

“Lê bele ev tundî bi tu awayî ne şexsî ye; her dem xwedî aliyên derûnî, fîzîkî û pêkhateyî ye. Ev ne tenê bi kesekî ve sînorkirî ye berevajî vê, ev pirsgirêkeke kolektîf e pirsgirêkek e ku tevahiya civakê eleqedar dike.”

Werîşe Muradî diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li hemberî pêkhateyek wiha divê berdewam û piralî be, tekez kir ku ev têkoşîna ku şikandina bêdengiyê, bilindkirina deng her wiha rexnekirin û meydanxwendina li hemberî mekanîzmayên serdestiyê dihewîne divê ji malan derbasî qada giştî bibe.

Werîşe Muradî bi gotina ku ev têkoşîn ne tenê berpirsiyariya kesek an jinek e, tekez kir ku ev mijareke girêdayî îradeya kolektîf û tevgera hemû jinan e. Werîşe Muradî têgehên “Jin, Jiyan û Azadî” wekî hêza afirîner û azadker a civakê pênase kirin û peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“‘Jiyan’ tê wateya jiyana bi rûmet û hişmendî li hemberî çanda mirin û zordariyê ‘azadî’ jî bi hilweşandina her cure zilm û serdestiyê pêk tê. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, parastina jinan ji bo xwe, parastina wateya jiyanê û vekirina riya azadiyê ji bo tevahiya civakê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Yûnanistanê karmendan li dijî buhabûna jiyanê grev dan destpêkirin
Nûçeya Pişt re Li Qamişloyê meşa 25`ê Mijdarê: Em ê deskeftiyên xwe bi hev re biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Kaya li hev kom bûn, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin

Dayikên Şemiyê ji bo Mahmût Kaya li hev kom bûn, ku ji aliyê hêzên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê li dijî desteserkirinê çalakiya deng derxistinê

Li Dersimê çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyê di roja 2’emîn de berdewam dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Di konferansa ‘pêşîvekirina li aştiyê’ de ‘çareseriya civakî’ hate destnîşankirin

Konferansa bi senavê 'Pêşîvekirina li aştiyê' ji aliyê Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Jin li dijî tundiyê li qadan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mîtînga 25’ê Mijdarê li Kobanê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê serlêdanên ji ber tundiyê ji sedî 36 zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Krasnodar û Stavropolê çalakiyên jinên Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?