Tevgera Goran li ser biryarên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên li dijî Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Tevgera Goran wiha ye;
“Em tekez dikin ku çareserkirina van pirsgirêkan nabe bibe hincet ji bo binpêkirina destûrê. Nabe desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê bên lewazkirin û pêgeha Kurdan di hevkêşeya nû ya Îraqê de bê biçûkirin. Em weke Tevgera Goran ji hikûmeta federal a Iraqê dixwazin ku bi hemahengiya tam a li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê van biryaran careke din binirxîne.
“Divê destûr ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe bingeh. Desthilatên Herêma Kurdistanê yên wekî qewareyeke federal a naskirî, bi taybetî di warê birêvebirina sektora enerjî, petrol û gazê de, divê bibe erkekî hevpar û destûrî yê her du aliyan.
Em piştgiriyê didin nehêlana qaçaxçîtiyê, pêkanîna şefafiyetê û lêpirsîna li gel gendelkaran li Iraq û Herêma Kurdistanê. Çareserkirina van dosyayan nabe bibe hinceta binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê. Ev gavên Bexdayê zengilekî metirsîdarin. Parçebûna navxweyî, lewaziya saziyên niştimanî û nebûna hikûmraniyeke durist statûya Herêma Kurdistanê lewaz kiriye û rê daye ku mafên destûrî paşve biçin.
Dîrokê îspat kiriye, her gava navmala Kurdistanê parçe be mafên neteweyî û niştimanî dikevin metirsiyê. Di vê qonaxa hesas de parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên neteweyî berpirsyariyeke dîrokî ye li ser milê her kesî.
Em weke Tevgera Goran bangê hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku di dema herî nêzîk de bicivin û nakokiyên duyemîn daynin aliyekî.
Her wisa em weke Tevgera Goran dixwazin ku stratejiyeke niştimanî ya yekgirtî bê amadekirin, xwedî li mafên neteweyî bê derketin û piştgiriya cemawerî bê xurtkirin da ku bi yek helwestê parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bê kirin.”

