Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan
Jin

Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

Jinên Cizîra Botan li dijî qetilkirina jinan meşiyan û bertek nîşanî qetilkirina jinan dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Astiyê, Baroya Şirnexê, Malbata Sabahat Atabey a di van demên dawî de hat qetilkirin, saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kesan li dijî qetilkirina jinan li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşiyan. Girse li Kolana Hunerê kom bûn û li wir heta Medresa Sor meşiyan. Di meşe de pankarta “Kuştina jinan polîtîk e”, wêneyê jinên di demên dawî de li Şirnexê hatibûn qetilkirin û dovîzên “Jinên hatine qetilkirin raperîna me ne”, “Em ne di şînê de ne em serhildanê de ne”. Girseyê bênavber dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Destên dirêjî jinê dibin bila bişkên” û “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin.

Meş li ber berderiyê Medresa Sor bi dawî bû. Xwişka Sebahat Atabay, Emîne Gokçek di çalakiyê de axivî. Emîne Gokçek bertek nîşanî qetilkirina jinan da û got: “Jin jiyan in. Divê jin neyên kuştin. Em kuştina jinan şermezar dikin.”

Piştrê jî metna daxuyaniyê ji aliyê endama TJA Nafiye Geçgel ve hat xwendin. Nafiye Geçgel anî ziman ku ew li dijî qetilkirina jinan bi hers in û got: “Em dibînîn ku her roj li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê jin rastî polîtîkayên tunehesibandinê û tundiyê tên. Di encama van polîtîkayên hişmendiya desthilatdariya mêran de her roj li devereke cuda, bi hincetên cuda geh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, geh ji aliyê mêran ve jin tên qetilkirin û kuştin.  22’yê Hezîranê li Silopiya Gulîzar Yildiz ji aliyê hişmendiya mêran ve hate qetilkirin. Kujerê Gulîzarê bi gotina; ‘Heger derdor mudaxaleyî min nekiriya min ê serê wê ji jê bikira’ destnîşan dike ka hovanî û tundiya li hember jinê çiqas bi awayekî dijwar tê meşandin. 26’ê Hezîranê ji Sebahat Atabey li Edeneyê ji aliyê zihnîyeta mêran ve hate qetilkirin. Kuştina jinan bi vî awayî her roj bi şêwazek sistematik berdewam dike. ”

Nafiye Geçgel destnîşan kir ku polîtikayên bêcezahiştinê rê li pêşiya qetilkirina jinan vedike û xwest peymana Stenbolê bikeve meriyetê û tundiya li dijî jinan bê cezakirin. Nafiye Geçgel bi lêv kir ku ew ê li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe mezin bikin û ev tişt gotin: “Em ê keda jinê, hebûna jinê, reng û dengê jinê bi her awayî tevî hemû tundî û polîtîkayên qirkirinê, li her qadê û di hemû platform, sazî û dezgehan de biparêzîn û geş bikin. Ji bo ku Sebahat bijîn em li vê qadê ne. Ji bo Gulîzar, Fîrdews, dayika Teybet bijî em li vê qadê ne. Ji bo kujerên jinan bê ceza nemînin em li vê qadê ne. Ji bo parastina ked û nirxên jinê yên di nava civakê de bê dîtin em li qadê ne. Em careke din kujerê Sebahat Atabey û pergala li pişt vê hişmendiyê disekine bi tundî şermezar dikin, mehkûm dikin û rûreş dikin.”

Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê parêzer Emîne Ozdemîr û hevberdevka DÎSK Genel Îşê Siyajin Buruntekîn jî axivîn û bertek nîşanî qetilkirina jinan dan.

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin
Nûçeya Pişt re ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îranê cara ewilî waliyê Belûcî tayînî Sîstan-Belûcistanê kir

Hikûmeta Îranê cara ewilî waliyeke Belûcî tayînî herêma sînor Sîstan-Belûcistan a ku rû bi rûyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li dijî desteserkirinê ya li Mêrsîn û Stenbolê berdewam dike

Li Mêrsîn û Stenbolê çalakiyên nobetan ên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berdewam dike. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê li Serêkaniyê ne: Rêya me rêya azadiyê ye!

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Serêkaniyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?