Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê ji bo girtina Ecac Tikrîtî rol lîst, hate xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şivan Mihemed: Heta ku statuya Rêber Apo neyê diyarkirin, pêvajo bi pêş nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’
Jin

‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû gotin, gelekî girîng e ku jin yekîtiya komunên xwe ava bikin, bi vî rengî hem jiyanê ava bikin û hem jî xwe biparêzin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû di Medya Haber TV de şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn û qala têkoşîna sosyalîzmê, bi taybetî jî têkoşîna jinan kirin. Çend ji beşên vê nirxandinê bi vî rengî ne:

AYTEN DERSIM: Di şexsê hevala Zîlan de hevrê Sema, Gulan, Helmet, Raperîn, Bêrîvan û gelek şehîdên azadiyê yên ku me nekarî navê wan bilêv bikin bi hurmet û minet bi bîr tînim. Weke hevrêyê wan em careke din soz didin ku têkoşîna wan a azadiyê, jiyana azad a ku wan emanetî me kirine dewam bikin.

ÇÎGDEM DOGÛ: Dema ku dîrok û rastiya Kurd tê nirxandin, tê dîtin ku li Kurdistanê polîtîkayeke bi vî rengî dihate meşandin: Polîtîkaya ‘Bêkurdidstankirin’a welêt, yanî ‘Bêkurdkirina Kurdistanê’ dihate meşandin. Ev yek hem ji aliyê demografîk ve bi rêya koçkirinê -ya herî xetere jî- tu înkarkirina hebûna xwe ya Kurdbûnê dihate meşandin. Carna jî te ji xwe re Kurd digot, lê belê ti eleqeya te bi Kurdbûnê nema bû. Bi temamî hevkar bû… Rêbertî vê yekê weke ‘Judenrat’ê pênase dike. Yanî temam tu ji xwe re dibêje Kurd e, lê belê eleqeya te bi Kurdbûnê nemaye. Têkiliya te bi civaka Kurd re nemaye. Welatê te ewqasî tê talankirin, wêrankirin, êrîş li erdnîgariya te heye, daristan hatine şewitandin, dar têne birîn, li her derê bendav hatine çêkirin!

Bi gotina ‘Ez Kurd im, lê belê…’ nabe. Divê mirov heta dawiyê xwedî li welatê xwe derkevin. Li welatê xwe bijî, xwedî li nirxên xwe, zimanê xwe derkeve. Ne tenê biparêze, zimanê xwe bi pêş ve bibe, çanda xwe biparêze. Li hemberî her cûre êrîşan. Ev çi ye? Ev afirandina wateyê ye.

TÊKOŞÎNA ŞÊX SEÎDAN JÎ TÊKOŞÎNEK JI BO AFIRANDINA WATEYÊ BÛ

Dema ku ji aliyê rastiya şehîdan ve mirov lê dinihêre, dema ku bala xwe didin ser şehîdên fedaî; ew ji bo çi têkoşiyan? Na li hemberî vê bêwatekirinê gotin ‘Na’. Hevala Zîla got ‘Na’. Şêx Seîd û hevalên wî beriya sed salî ji vê re gotin, ‘Na’. Bêguman ji aliyê rêbazên têkoşînê ve kêmanî heye. Bêguman kêmasiyên me jî di têkoşînê de hene. Lê belê wan di dema xwe de têkoşîn meşandin, serî hildan. Hêza wan têrê nekir. Dijmin bi lez êrîş kir û hwd. Lê belê têkoşîna wan têkoşîna ji bo afirandina wateyekê bû. Têkoşîna ku hevalên me bi PKK’ê re meşandin jî bi vî rengî ye.

Lewma li Kurdistanê derbaskirina înkarê û ketina ser rêya azadiyê, meşandina têkoşîna vê yekê gelekî girîng e. Heval Zîlan, Sema, Gulan; ya rast hemû şehîdên me rêya vê yekê ji me re vekirin. Em îro li Kurdistanê ketine nava serdemekê ku wateyê diafirîne, bedew dike û kesayetiya azad diafirîne. Em dikarin vê bibêjin. Bêguman me karîbû vê yekê bi saya van hevrêyên xwe bikin.

AYTEN DERSIM: Weke tevger gava ku em nû ava bûn me xwe spart çand û hişmendiya sosyalîst. Şert û mercên wê demê, reel sosyalîzm… Me para xwe jê wergirt. Rêberê me di manîfestoya xwe de vê yekê bi berfirehî dinirxîne. Sosyalîstbûn di heman demê de civakîbûn e. Civakîbûn nayê wê wateyê ku illehî bi dehan kes li derdora me hebin. Ev yek nêzîkatiyeke hişk e. Rêbertî dibêje li Îmraliyê weke sosyalîstekî dijî. Her ku em Rêbertî roj bi roj fêhm dikin, em vê yekê jî hîn baş fêhm dikin.

Têkoşîna sosyalîst ji jiyana komunal pêk tê. Jiyana sosyalîst xwedî fikrê azad e. Jiyana sosyalîst timî hildiberîne. Xwe kêrhatî dike. Xwe timî ji aliyê fikrî ve bi pêş ve dibe. Lê belê van hemûyan dixe meriyetê. Lewma Rebertî dema ku gelek tevgerên sosyalîst dinirxîne, rexne dike. Dibêje nîvco mane, têrê nekirine. Ji ber vê yekê sîstema kapîtalîst ew ji holê rakir.

Civakek heye ku nava wê hatiye valakirin, talankirin, asîmîlekirin. Yanî ji aliyê civakîbûnê ve rewşa gelê Kurd, rewşa gelê Tirkiyeyê bi vî rengî ye. Gelê Tirkiyeyê jî îro ji nasnameya xwe hatiye dûrxistin. Gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn eger bi rastî jî ji nasname û hebûna xwe hebûna, bi rastî jî sîstema serweriyê nikarîbû ewçend bi  hêsanî bi cih bibûya.

Mesele afirandina hişmendî û rêxistiniyê ye. Sosyalîzm di heman demê de rêxistinî ye. Ne tenê fikrek e. Gelek kes xwedî fikirê ne, lê belê divê fikir bê birêxistinkirin.

FIKRÊN RÊBERTÎ GIHÎŞT HEMÛ JINAN

Rêbertî timî dibêje, ‘Ez mirovekî azad im’. Yanî ‘Hûn destpêkê ji bo azadiya xwe têbikoşin’. Bi rastî jî welê ye. Fikrê Rêbertî gihîşt hemû jinan. Bi rastî jî me yekser nekarîbû xwe bigihînin van jinan. Lê belê fikrê Rêbertî gihîşt. Lewma em îro bi hêsanî dikarin vê bibêjin: Yanî îdeolojî û felsefeya me gerdûnî bû.

AVABÛN BI HIŞMENDIYÊ DESTPÊ DIKE

Di vir de cudahiya PKK’ê çi ye? Rêbertî çima ev felsefe afirand? Got, ‘Her feraseta ku me xwe dispartê, her modela me xwe dispartê dema xwe tijî kir, wezîfeya xwe kir, rola xwe lîst. Û niha dema sosyalîzma demokratîk e’. ‘We hebûna xwe temam kir, niha dor hatiye azadî û demokrasiyê’. Weke civakî, weke gel, weke jin divê em êdî vê ava bikin. Avabûn jî bi hişmendiyê destpê dike.

Em jî dema hostayên şoreşê dinirxînin vê yekê dibînin: Şaşitiyên wan hebûn lê belê di nava şert û mercên xwe de bi qasî ya ku derfetê xwe hebû zanîbûn, ewqasî dîtin. Kêm dîtin. Îro Rêbertî vê temam dike. Ji ber vê yekê sosyalîzm an jî kesayetiya sosyalîst; ne tiştekî welê ye ku li cihekî, li qadekê, li nava modeleke desthilatdariyê bê asêkirin. Yan jî ne tiştekî welê ye ku komek, gelek xwe dide pêş. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku li cîhanê bi rastî jî gelek partiyên sosyalîst hene, lê belê ji aliyê pêkanîna jiyana sosyalîst ve sosyalîst nînin. Niha Rêbertî ji xwe destpê kir.

Lewma got, ‘Ez li vê derê bi rengekî sosyalîst dijîm. Ji dewletê hêvî nakim. Ne li bendê me. Lê belê wê jî dibînim’. Ev gelekî girîng e. Em dewletê înkar nakin, lê belê dewletê jî ji holê ranakin. Sekneke çawa nîşan dide? Sekneke serbixwe, sekneke azad nîşan dide. Kesayetiay sosyalîst ev e.

Dewlet di heman demê de sazîbûn e. Destpêkê hiyerarşî pişte jî fikrê xwe ava kir; dûre sazîbûna xwe pêk anî û niha bûye belayê serê gelan. Bi rastî jî rewşeke bi vî rengî heye. Em jê serbixwe nînin. Eger em gel bin, jin bin, divê em xwe bi pêş ve bibin. Xwe bi rêxistin bikin, zane bikin, biparêzin. Divê em karibin têra xwe bikin. Ev yek ji gund dikare destpê bike, ji taxê dikare destpê bike, ji bajêr dikare destpê bike. Yanî divê em vê bikin. Ya mayî jî hinceta te ya têkoşînê ye. Tu yê timî pê re, bi hebûna xwe têbikoşe. Tu yê nîşanî wê bide ku divê çi bike. Naxwe tu yê nesekine, li bendê nemîne ku bê tiştekî bike.

Rêbertî li Îmraliyê li benda dewletê nema. Hêvî ji dewletê nekir. Ne welê? Hebûna xwe gihand asta herî bilind. Ji aliyê fikrî ve… Û fikrê xwe kir sîstemek, modelek. Û ji vê re jî got, ‘Ez pêşniyar dikim: Sîstema Konfederal a Demokratîk’.

Û got, ‘Bila mirovahî, jin sûdê ji vî fikrî werbigirin. Eger biecibînin bila xwe li gorî vê bi rêxistin bikin, bijîn’. Ji ber ku pêwîstiya mirovahiyê bi vê heye. Ji ber ku mirovahî, bi rastî jî civakîbûn her tim ji aliyê hinekan ve hate birêxistinkirin. Nebû ya xwe. Eger bû, kêm bû. Yanî nikare bê înkarkirin jî. Lewma çanda sosyalîst çanda xwebûnê ye. Divê mirov fikrê azad ji xwe destpê bike.

SOSYALÎZM JIYANEKE WELÊ YE KU EFENDÎ JÎ NÎNE KOLE JÎ NÎNE

Sosyalîzm feraseteke welê ye ku desthilatdariyê ji xwe re nake armanc. Jiyaneke bêyî efendiyan e. Efendî nîne. Ev dikare dewletek be. Dikare nasnameyeke mêr be. Mêr wê xwedî hikum be, patron be, axa be. Yanî ev avaniyên ku di nava civakê de weke hiyerarşî têne pênasekirin… Sosyalîzm sîstemeke jiyanê ye ku ti ji van lê nîne. Jiyaneke dûrî efendiyan, di heman demê de jiyaneke welê ye ku kole jî lê nîne… Yanî ne tenê efendî, kole jî wê tine be. Civakîbûn e. Ya rast komunalîzm e.

Komunal ji gotina ‘Kom’ a Kurdî tê. Kombûyîn yekbûyîn e, tê wateya yekîtiyê. Ev pênase xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Lewma sosysalîzm bi rastî jî ji ‘sosyalbûyînê’ tê. Yanî sosyolojî, sosyalîzm… Ev hemû rastiyên welê ne ku ketine nava hev. Dema ku em bala xwe bidin ser xwezayê, bidin ser dîrokê bi vî rengî ye.

EM QALA JIYANEKE SADE DIKIN

Ya girîng ew e ku weke civak em di pozîsyoneke welê de nebin ku tê birêvebirin. Gelê me wê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Jin wê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ne bibêje ez ê bibim dewlet, weke dewlet civakê bi rê ve bibim. Gel, gelê Kurd wê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Gelê Kurd bi gelê Suryanî, gelê Tirkmen re xwe bi xwe bi rê ve bibe. Jin wê xwe bi îradeya xweser û taybet bi rê ve bibe. Û bêguman bi mêr ên li nava civakê bijî, têbikoşe û hebûna xwe destnîşan bike. Kurd, Tirkmen, Ereb wê bi vî rengî bin. Jiyana komun bi vî rengî ye. Ev yek jiyaneke komunar e. Carna em hin pênaseyan welê tevlîhev dikin… Halbûkî em qala jiyaneke gelekî sade dikin. Em ne dûrî vê ne.

DIVÊ YEKÎTIYÊN KOMUNAL ÊN JINAN HEBIN

Wê demê em ê çi bikin? Em ê van bermahiyên kêm mane hem ji bo jinan hem jî ji bo civakê veguherînin komunan. Em ê bi hev re bi rêxistin bikin, li hev kom bibin. Mînak, em bibêjin li taxeke me pirsgirêka çopê heye. Em yekser li hev kom bibin, yekîtiyeke komunê ava bikin. Meclîsekê ava bikin. Li hev kom bibin, ji dewletê hêvî nekin. Belê em şaredariyan jî weke sîstemeke komun binirxînin… Wir jî binirxînin, tu li ser xwe, warê xwe, civaka xwe bi xwe biryarê werdigire.

Û tu wê derê bi rêk û pêk dike, paqij dike. Yan jî tu dibêje ‘Na, tu yê vê neke’. Mînak dewlet dixwaze tiştekî bike… Tu çi dike? Tu înada xwe nîşan dide. Biryarên têkildarî xwe bi xwe dide. Xwebûn ji xwe ev e.

Ji bo jinan hîn bêhtir girîng e. Jin -ne bi temamî qut be- divê di nava xwe de yekîtiyên xwe yên komunal ava bikin. Yekîtiyên komun ava bikin ku hêzê ji hev werbigirin. Û jin bi rêya van komunan dikarin xwe biparêzin. Ji ber ku ewqas tundiya mêr heye. Tundiya mêr ê serwer heye. Em ê li hemberî vê tundiyê li hev kom bibin. Em bibêjin, em ê li vê taxê rê nedin vê yekê. Mêrek nikare dest dirêjî jinekê bike. Nikare dest dirêjî zarok bike. Em ê teqez rê nedin vê. Komun tiştekî bi vî rengî ye. Li wê taxê hin jin gelekî xizan be, em ê li wir komuneke bi vî rengî ava bikin: Mînak em ê bibin Komuna Nexizanbûnê ya Jinan. Tenê mînakan didim. Navên din jî dibe. Em bibêjin xwendin, nivîsandin… Pêwîstiya civakî heye, pêwîstiya sporê heye, lêgerînên bedewbûn, estetîkê hene… Zanebûna li van hemû qadan… Yanî di her tişta ku pêwîstiya me pê heye de em ê rêveberiya xwe ava bikin, divê karibin biryara xwe bi xwe werbigirin.

Lewma ev eyk bi rastî jî cihê kelecanê ye. Em ji vê re aştî û civaka demokratîk dibêjin. Civaka demokratîk em bi şêweyê komunan ên bi vî rengî dikarin ava bikin. Sosyalîzm jî bi vî rengî bi pêş dikeve. Bi kesayetan re, bi rêxistiniyan, bi rêxistiniyên komunal re. Em dikarin sosyalîzma civakî bi vî rengî pêk bînin.

TÊKOŞÎNA KOMUNAL WÊ BI JINAN BÊ MEŞANDIN

ÇÎGDEM DOGÛ: Pêvajo pêvajoyeke gelekî girîng e. Nirxandinên me li ser têkoşîna sosyalîzmê, têkoşîna komunal e. Bêguman ne tiştekî welê ye ku di demeke teng de bê asêkirin. Lê belê divê em zanibin ku di pêvajoyeke dîrokî de ne ku divê niha destpê bikin. Ne pêvajoyeke welê ye ku em bibêjin, ‘Ka em hinekî lê temaşe bikin, bibînin bê tevgera azadiyê wê çi bike…’ Tevgerên jinan bi du alî di nava hewldanan de ne. Ev bi rastî jî gelekî girîng û hêja ne.

Bi taybetî di nava atmosfereke şoven a weke Komara Tirkiyeyê de ev hewldan girîng e. Lewma divê tevgerên jinan hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê bi hev re têkoşînê bimeşînin. Biçûk an jî mezin çalakiyên cihêreng gelekî hêja ne. Ev yek wê têkoşîna civaka demokratîk û aştiyê mezin bike. Şênber bike. Ev têkoşîn wê ji jinan destpê bike. Ji ber ku aqlê mêr ne di wê astê de ye ku karibe vê bike. Lewma roleke mezin dikeve ser milê jinan. Ev hêz ji xwe bi jinan re heye – jê zêdetir jî heye. Ya girîng ew e ku bi rengekî rêxistinbûyî tevbigere.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan
Nûçeya Pişt re ROJEVA 2’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin: Rojava rûmeta me ye!

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hatin şermezarkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêngaveke efsûnî: 15’ê Tebaxê

Yên ku ji Geliyê Bekaayê ber bi çiyayên Kurdistanê ve meşiyan, wê xaka xwe vê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

Rêber Apo ji bo endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim peyama sersaxiyê da.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?