În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bazara çekên neqeyidkirî bêyî sîstema ku wê xwedî dike nikare dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo hêdî dimeşe, komîsyon divê bi lez ava bibe û bikeve pratîkê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!
Jin

TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJK-E) di deklarasyona têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan de ragihand ku ew ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Koordînasyona TJK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em di nava momentek dîrokî de ne ku veguherînên bi kok û gelek krîz diqewimin. Em di qonaxeke welê de ne ku sîstema berê xira bûye û ya nû hîna nehatiye avakirin. Di qonaxên dîrokî yên wiha de polîtîka û rêxistinbûn wate û girîngiyeke hîn mezintir, qezenc dike. Weke jin em bi vê zanebûnê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan pêşwazî dikin û dibêjin, em rêxistinbûna xwe mezin bikin û hêza xwe ya polîtîk bi bandor bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Weke şerê herî demdirêj ê dîrokê, li cihê ku tundiya li hemberî jinan kêm bibe, hîn zêdetir dibe. Li cîhanê 840 milyon jin û zarokên keç mexdûrên tundiya mêr in. Li gorî daneyên fermî, par 83 hezar jin û zarokên keç ji aliyê meran ve hatin qetilkirin. Em dizanin ku hejmara rast hîn zêdetir e. Li welatên mîna Elmanya, Fransa û Îtalyayê her 3 rojan jinek ji aliyê partnerê xwe ve yan jî partnerê berê ve tê kuştin. Li Fransayê par ji sedî 61’ê jinên hatine qetilkirin, berê serî li polîsan dabûn û alîkarî xwestibûn. Li Elmanyayê her 4 deqeyan jinek rastî tundiya partnerê xwe tê. Ku tundiya li hemberî jinan piranî ne li kolanan yan jî cihê kar, li mal diqewime. Îstatîsk zêdebûna êrîşên li dijî jinan bi tundiya zayendî û dîjîtal nîşan dide. Bi vê yekê re, mîna doza Pelicot a li Fransayê, bûyerên destdirêjiyê di asteke tirsnak de zêde bûne. Weke TJK-E em jî dibêjin, ‘Divê Şerm Teref Biguherîne!’ Divê ne mexdûr, faîl şerm bikin û bên şermezarkirin, bên teşhîrkirin û cezakirin, divê hesabê her sûcên li hemberî jinan bê pirsîn!

Di nava civaka Kurd a li Ewropayê de jî, tundiya li hemberî jinan di asta qirkirinê de diqewime. Tenê di du mehên dawî de, li Elmanyayê 3 jinên Kurd ji aliyê mêrên jê cuda bûne ve bi rengekî plankirî hatine qetilkirin. Ev zihniyeta bêwijdan û hov a ku zarokên xwe bêdayik dihêle, gefê li hemû civakê dixwe. Di serî de cînayetên jinan, ti hinceta tundiya li hemberî jinan nabe. Pirsgirêka esas a li vir, çanda desthilatdariya mêr e. Em ê li dijî vê bêçandiya ku jiyanê tune dike û kujeran hildiberîne, ji bo pêşxistina çanda malbata demokratîk û hevjiyana azad xebatên xwe zêde bikin.

Em hem li welatê xwe Kurdistanê, hem jî li Ewropayê encamên giran ên krîzên di civakê de hîs dikin. Hegemonyaya kûreyî, îro car din bi rêya şer û hilweşînê sîstema berê derbas kir û dixwaze sîstemeke nû ava bike. Piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn ti carî evqas razemenî li şeran nehatiye kirin û evqas pere ji bo çekan nehatiye mezaxtin. Hikûmetên Ewropayî ti carî evqas bi eşkere ji budçeya gel nediziye û endustriya çekan dewlemend nekiriye, ti carî evqasê ji bo civakê ji şer re amade bike, pêşiya milîtarîzmê nevekiribû.

Weke gelê Kurd em pir baş dizanin ku şer tê çi wateyê. 200 sal in weke gelekî li dijî rejîma qirkirinê ya modernîteya kapîtalîst têdikoşe, em niha dixebitin ku rêya zemînê têkoşîna demokratîk-hiqûqî ava bikin. Li tevahî cîhanê di demeke welê de ku dengê şûran tê, Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo zemînê şer bi rengekî mayînde tune bike, pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin. Hem Manîfestoya wî hem jî pênaseya wî ya Entegrasyona Demokratîk ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerêyê pêşkêş dike, di heman demê de ji bo krîza sîstemê jî alternatîfeke çareseriyê pêşkêş dike. Biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi hejmar 1325 ji bo pratîkê pir li paş maye, lê Rêber Apo azadiya jinê dike navenda felsefeya aştiyê û jinan weke afirênerên muzakereyan dinirxîne. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê weke TJK-E em bang li hemû rêxistinên jinan û yên dijberê şer dikin ku bi rengekî xurt xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin û aktîf destek bidin. Weke jin em ji bo aştiyeke rast îradeya xwe nîşan bidin û rê nedin polîtîkayên şer, qirkirin û dagirkeriyê!

Şer, di asta herî giran de şideta mêr-serwer û dewletperest e. Ew êrîşî jiyanê, xwezayê û civakê dike. Şideta li dijî jinan, şer û qirkirin ji heman kokê tên. Têgeha “kuştina civakî ya kastîk” ku Rêber Apo pêş xistiye, balê dikişîne ser vê rastiyê. Bi metafora “xencerê li piştê” ya ku ji Buddha wergirtiye, destnîşan dike ku parastina jiyanê û civakê tenê bi têkoşîneke radîkal a li dijî rastiya kujerê kastîk gengaz e. “Xencerê li piştê” pirsgirêka azadiya jinê ye, ango serweriya mêran. Heta em vê yekê ji holê ranekin, tu pirsgirêkeke din nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî şideta li ser jinan divê zîhniyet û pergala kujerê kastîk bike navenda xwe. Divê em kokên civakî û dîrokî yên şidetê lêkolîn bikin û bi perspektîfeke giştî tevbigerin. Em jî wek tevgera jinan, ji aliyekî ve dixwazin ku hikûmet berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û pratîkî bêkêmasî pêk bînin. Ji aliyê din ve, em îdîaya xwe ya pêşengiya guhertin û veguherîna civakê dubare nû dikin. Di heman demê de, em bang li hemû mêrên ku di nava rêxistinan de ne dikin: ji hişmendiya zayendperest û baviksalar xwe paqij bikin û bi jinan re li ser bingeha wekhevî û azadiyê têkilî ava bikin. Em dixwazin ku mêr jî guhertina xwe wek pirsgirêkeke bingehîn a azadiyê bibînin û ji bo vê yekê bi awayekî çalak têbikoşin.

Şideta li dijî jinan divê tenê wek pirsgirêkeke kesane neyê nirxandin. Ev êrîşeke ku ji hişmendî û pergala baviksalar tê û di asta avahiyên civakê de xwe nîşan dide. Di van salên dawî de, li welatê me Kurdistanê ku têkoşîna şoreşa pozîtîf a bi pêşengiya jinan ji jin û gelên cîhanê re bûye çavkaniya îlhamê, mêrserweriya hegemonîk êrîşeke pir rêxistinkirî dike. Êrîşên ji bo tunekirina destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, berdewamiya dîlgirtina 2 hezar û 700 jinên Êzîdî yên Şengalê ku di sala 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin û kirin kole û gefa darvekirinê ya li ser jinên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” kirin, hemû nîşanên vê şerê cîhanî ne. Hemû êrîşên li dijî jinên Kurd, destkeftiyên wan ên hevpar û îradeya wan ji bo me sedemên têkoşînê ne. Em bi boneya 25’ê Mijdarê bang li hemû jinên ku li Ewropayê rêxistin dibin dikin ku li ser bingeha “Jin, Jiyan, Azadî” piştgirî û berxwedana hevpar xurt bikin û li dijî qirkirina jinan bi hev re têbikoşin.

Rêya rawestandina her cure şideta baviksalar û dewletê, tenê bi mezin kirina rêxistinbûna jinan û hêza wan a siyasî ve pêkane. Heta ku em wek jin rêxistin bibin, dikarin hişmendiya xwe bilind bikin, îradeyeke hevpar ava bikin, li dijî hişmendiya mêr-serwer helwesteke hevpar nîşan bidin û bibin hêza çareseriyê. Ji ber vê yekê, em wek TJK-E bang li hemû jinên Kurd ên li Ewropayê dikin ku rêxistin bibin û bi awayekî hevpar û komunal li dijî şideta mêran rawestin. Tu jin ku jiyana wê di xeterê de ye, divê bi tenê nemîne. Em wek jin divê berî her tiştî li hemberî hev hestyar û berpirsiyar bin. Divê em çavên xwe negirin, bêdeng nemînin û bêhelwest derbas nebin. Her wiha, em wek tevgerên jinan, bi berpirsiyariyeke mezin re rû bi rû ne. Divê em li hemberî qirkirina jinan û şideta baviksalar ku her roj zêde dibe, hem di qada civakî de hem jî di qada siyasî de têkoşîna xwe xurtir bikin.

Divê em siyaseta azadiya jinan pêş bixin û pêk bînin. Bi vî awayî em dikarin hem pêşî li hemû êrîşên li ser hebûna jinan bigirin, hem jî jiyana azad a ku em dixwazin hêdî hêdî ava bikin. Li ser vê bingehê li dijî pergala baviksalar û dewletperest ku civakan dike nava şer, wêranî, şidetê, em dibêjin: “Niha Dema Jinan e!” em jiyana azad, aştiya bi rûmet û pergala civakî ya demokratîk ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qendîlê li dû şopa şehîdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê siyasî Ahmed Adil piştî 30 salan hate berdan

Ahmet Adil ku ji aliyê dadgehên leşkerî yên dewleta Tirk ve di sala 1994'an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikumeta Tirk ji Konseya Ewropayê got, ‘Em ê mafê hêviyê bi cih nînin’

Hikumeta Tirk di Plana Çalakiyê de ku pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir, ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Evînê ji bo Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî greva birçûnê hat destpêkirin

Girtiyên siyasî ya Girtîgeha Evînê ya Tehranê ragihandin ku ew li dijî nêzîkatî û derman…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump JD Vance ji danûstandinên bi Îranê re dûr xist

Ji aliyê Stêrk TV
Zanist

Xizmeta Outlook a Microsoftê li cîhanê qut bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rûsya: Di şevekê de 1.198 balafirên Ûkraynayê hatin xistin, 4 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?